Dîroka Rojavaya Kurdistanê

(Ji Dîroka Rojavayê Kurdistanê hat beralîkirin)

Rojavaya Kurdistanê, weke herêmek taybet ku xwediyê dîrokek pirr kevn a. Vê herêmê ji dema sumeriyan û berî wê jî destpê dike. Weke herêmek taybet û li ber Firatê, pêşîn niştecihîtî li vir bûya. Mirovan li vir, mal avakirina, cot kirina û şivanî kirina. Li herêmê, dîroka wê ya taybet, bandûra wê li dîroka cihanê a hemdem bûya. Herêm, demên wê ên şariştaniyê, em dikarin ji demên Sumeriyan bidina destpêkirin, û werina ta demên gûtî, hûrî û mîtaniyan. Demên hûrî û mîtaniyan, weke demna taybet ên demên dîroka hemdem a şariştanî na jî. Bo vê yekê, divê ku mirov bi teybetî bibêje ku ev dem, wê piştre jî, bandûra wan zêdetir xwe bide diyar kirin.

Nexşeya Rojavaya Kurdistanê

Pêşketinên ku î ro, zêde em dikarin bahse wan bikin, pêşketinên dema hûrî û mîtaniyan in. Di demên hûrî û mîtaniyan, weke demna şariştaniyê ên taybet û pêşketî û kifşkar in. Dema ku dîroka herêmê bahse wê tê kirin, ev dem bi teybetî bahse wan tê kirin. Heta roja me jî, li herêmên Afrîn, Qamişlo, Serêkaniyê, Amûdê û hwd, mirov rastî bermehiyên ji demên hûrî û mîtaniyan tê.

Destpêk

biguhêre
  Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Serdema antîk

biguhêre

Dema sumeriyan li ser axa Rojavaya Kurdistanê

biguhêre

Li vê herêmê bi teybetî, ji dema sumeriyan vê şaristanî pêşket. Ev herêm, weke herêmek ber Firatê jî tê bi nav kirin.[çavkanî hewce ye] Çemê Firatê herêm hemû av dida. Di demasala Sumeriyan a duyemin de û di demên weke yên xanadana Ur û hwd, li ser vê axê pêşketin. Piştre herwiha di dema gûtiyan pêş diket. Dema Hûrî û Mîtaniyan, weke dema kifşkariyên dîrokê vê herêmê a hevdem bûn.

Di dema hûriyan û mîtaniyan de, wê destpêkên giring hatin kirin. Birehim Xalîl li ser wê xalê bûya û destpêka wî ji vir e.[çavkanî hewce ye] Ji bo vê yekê, weke destpêka hemû olên semewî yên yek-Xwedayî jî ji vir tê dayîn destpêkirin.[çavkanî hewce ye] Li herêmê, di dema Hûrî û Mîtaniyan de, dînê pêşî ya yek-Xwedayî dînê Êzdayan e.[çavkanî hewce ye] Dînê piştre ya yek-Xwedayî a duyemin jî dînê cihûtiyê ye.[çavkanî hewce ye] Dînê sêyemin a yek-Xwedayî jî ya mesîhiya ye. Dînê pişte ya dawiyê ya yekxwedayî Îslam ye.[çavkanî hewce ye]

Wan pêşketina, dîroka herêmê bi pirraniya wê da kifşkirin. Bi vê rengê pêşketinî, ev herêm bû weke navendek dînî jî bo hersê van olên yek-xwûdayî jî. Bo vê yekê, dema ku tevgerek li wir biheta kirin, wê bandûra wê li van pêşketinên dînî û civatî henûya dibû. Bo vê yekê, li herêmê gelek şerên dînî jî bûna. Di dîroka herêmê de, gelek şerên dînî jî ya.[1][2]

Dema hûrî û mîtaniyan

biguhêre

Dema hûrî û Mîtaniyan, weke demek taybet a dîrokî a herêmê ye. Dîroka şaristaniya herêmê di vê demê de gelek şoreşan di nava xwe de dide kirin. Heta roja me jî, gelek berhemiyên ji van deman ku mana hene, li herêmên weke herêmên Afrînê, Qamişlo, Amûdê û gelek herêmên din.

Di dema hûrî Mîtaniyan de, weke nirxên dînî, em navê Melekê Tawis pirr zêde dibînin. Piştre navê Mîtra derdikeve û heya. Bandûra van herdû nirxan li wê herêmê û li çanda wê pirr zêde heya. Dînên ku piştre hatiya jî, ji van nirxan sûdgitina û piştre pêşketina dane çêkirin û jînkirin û domandin. Herêmên Rojavaya Kurdistanê, di dewama herêmên bakûrê Kurdistanê ên weke Nisêbîn, Cizîrê, Riha û li dora wan ve girêdayî em dikarin bênina ser ziman.

Îro, di destê me de hinek zanîn hena ku em bi wan dikarin bibêjin ku Hûriyan di dema xwe de desthilatdariyeka xort li herêmê li Firatê ava kirin. Ji ber diclê yanî ji hetêmên botanê û heta ku digihişt heleb û ber Şama roja me, lê serdest bûna û bûna xwedî desthilatdar. Ber Firatê, herêma Serêkaniyê, weke ku d dema mîtaniyan de bi navê "weşokanî" ku ji wan re bûya navend û paytaxt, bi heman rengî vê herêmê di dema Hûriyan de jî, rolek mazin leyistiya. Ji Afrînê û heta ku digihişt Nisêbînê, weke herêmekê ku bi bi hevdû re di rengekî pêşketiya, bandûr û nîşanaka û bermehiyên dema hûrî û mîtaniyan pirr zêde lê heya. Nisêbin, di dema Sumeriyan de navê "Nîrbo" bûya. Di demên piştre, di demên gûtiyan de bi navê ´nisibî´ û yan jî bi navê ´nisabê´ hatiya bi navkirin. Di dema hûrî û mîtaniyan de jî bi navê ´Nisibîs" û hwd, hatiya bi navkirin. Serêkaniyê jî navê wê, di dema Hûriyan de ´Weşûkar´ û di dema mîtaniyan de jî, ´weşokanî´ bûya. Lê di dema mîtaniyan de, herdû jî hatine bikarhanîn.

Serêkaniyê, weke herêmek navend a ji herdû serdeman re jî. Ji ber ku li ber Firatê ya û avî ya. Şînahiya wê pirr zêde heya. Daristanên wê pirr hena. ev herêm, wê çi pêşveçûn û pêşketin lê bibin, wê bandûra wan li herêmên ber bahre sipî û ya reş jî bibin. Yanî, hemû pêşveçûnên vê herêmê kifşkar in. Di dema mîtaniyan de, piştî Mîtra re wê êdî demeka nû li herêmê bi aqil û felsefe destpê bike.[3]

Demên dîrokî ên piştî dema mîtaniyan

biguhêre

Demên piştî dema mîtaniyan, wê heta dema Mediya, li ser temen nirxên wan weke van bê jiyîn. Piştre jî, pêşveçûnên nû li herêmê bi desthilatdarî rû didin. Piştî dema Mediya dibe, Medî, li herêmê serdest in. Piştî dema mediya, wê li herêmê sefera Îskenderê Mekedonî bibe. Wê bixwezê ku li herêmê serdest bibe. Li herêmê di dema sefera wî de, wê herêm ji gelek aliyan ve bikeve bin hêrîşên ku lê dibin. Piştî sefera Îskender, wê êdî piştre jî, hêrîşên li herêmê nesekin in heta dema Hatina romiyan û hêrîşên wan jî.

Dema mîtaniyan, piştî wê re, wê êdî hin bi hin demna nû destpê bikin. Piştî dema Mediya wê dema desthilatdariya kurd a Mediya destpê bike. Li herêmê wê bê desthilatdar. Lê wê dema Mediya zêde ne kişêne. Lê tevî wê kiniya xwe jî, wê nêzî sedsalî wê bijî. Li herêmê, piştî ku desthilatdariya mediya xûrîxî, wê li herêmê bi hevkariya kurd û persan wê dema rêveberiya axamanîşan wê were û destpê bike. Piştre jî, li herêmê wê di deewama wê de desthilatdariya sasaniyan were û bibe û li herêmê bibe desthilatdar. Weke ku çawa ku destholatiya axamanîşan bi hevkariya kurdan bû, wê ya sasaniyan jî bi hevkariya kurdan bibe.

Di wê navberê de gelek seferên talan metingeriyê êdî li herêmê destpê dikin. Pêşî wê sefera Îskenderê mekedonî destpê bike. LI herêmê, wê gelek şerên ku wê hêzên îskender bi xalkên herêmê re bike wê hebin. Li rojavaya Kurdistanê jî, di wê demê de wê paya xwe ji wan hêrîşên wî bigrê. Piştî hêrîşên îskender wê hatina hêzên împaratoriya roma li herêmê bibe.. Wê gelek li herêman, şerên wan bibin. Wê gelek herêm, bi xalkên wan re, bi destê wan ji dîrokê werin û bibin. Li rojavaya Kurdistanê û Palmîra, hêrîşên hêzên roma dibin. LÊ wê rastî berxwedanaka mazin werin. Berxwedana Palmîra ku di bin serokatiya jina bi navê "Zanûba" de, wê dîrokê binivîsêne. Lê dîsa wê serkevtinaka wusa mayinda li wê herêmê bidest nexistin.

Berî desthilata Osmaniyan

biguhêre

Demên desthilatdariyê ên Merwanî û Eyûbiyan li Rojavaya Kurdistanê

biguhêre

Merwanî jî û Eyûbî jî, ji kokekê na. Heta ku ew herdû jî, tê gotin ku bi koka xwe ji aşîra kurd a Şedadî na. Piştî serdema Şedadiyan, wê li herêmê, demeka nû destpê bike. Li Bakûrê Kurdistanê ku jêre tê gotin "herêma botanê" û herêmên Rojavaya Kurdistanê jî di nav de tên hasibandin, wê lê desthilatdariya Merwaniyan pêş bikeve. Ev desthilatdarî, wê ser 90 salî re wê demeka dirêj a zêr bijî. Li herêmê wê gelek pêşketinan bide destpê kirin. Aliyê kurê merwan şahê Merwan, wê serdemek zêr bide destpê pêkirin. Em dikarin bo aliyê kûrê merwan bibêjin ku ew Selahedînê Eyûbî yê dema merwaniyan a.

Piştî dema Merwaniyan, wê hin bi hin ku dema Merwaniyan û fêr û cerbên şedadiyan jî ji xwe re dike temen, wê desthilatdariya Eyûbiyan bidest pêketina xwe bike. Wê li herêmê, Herêma Rihayê ji xwe re bike navend û ji wê jî, wê rojavaya Kurdistanê jî di nav de, wê i qadaka mazin wê desthilatdariya wê demeka dirêj wê hebe. Xanadana Eyûbiyan, piştî Salahadînê Eyûbî, wê ne bin 400 salî wê li herêmê bigiştî weke desthilatdar bimêne. Heta sadsale 16´min wê weke desthilatdar bimêne. Piştî ku osmanî pêşketin, wê di bin navê "biratiya îslamî" de, piştîgirê bidinê de. Piştî ku Osmaniyan jî, bi wê piştgiriyê xwegirtin, êdî ew herêmên xanadana Eyûbiyan jî, weke bi xwe ve hasibandin. Lê dîsa, ne dikarin herina bi ser wan herêman de, Êdî piştre, çend ku ne weke berê jî bê, wê heta dawiya sadsale 17´min jî, wê şûnpêya xanadana Eyûbiyan bijî.

Dema Merwaniyan

biguhêre

Di dema Merwaniya de, wê li ser axa rojavaya Kurdistan jî desthilatdariya wê dibe. Wê ji herêmên botanê û Amedê û heta ber firatê ku rojavaya Kurdistanê hemûyî dike nava xwe de û ji wir heta ber Heleb û Şamê û hwd û gelek herêmên din wê desthilatdariya Merwanî lê bi serdestî hebe. Merwanî, Navenda wan û paytexta wan Amed bû.

Merwanî, di dem û serdema wan de, wê li rojavaya û bakûrê Kurdistanê ku bi hevdû re wê pêşketinaka mazin bidina jînkirin. Şahên Merwanî, weke xelîfe li herêmê dihêne pêşwazî kirin. Bandora wan pirr mezin û zêde heya. Piştî avakerê dewleta kurd a Merwaniyan Badê kûr dostik, biraziyê wî Aliyê kurê Merwan tê ser text weke şah. Wê dewleta merwaniyan, demeka xwe zêr di dema Aliyê kurê merwan de bijî. Aliyê kurê Merwan, em dikarin wî weke avakarê dewleta merwaniyan ku li ser temenê wê dide rûnandin jî bihasibênin. Wê dewleta Merwaniyan, pêşveçûna xwe ya mazin di dema Aliyê kûrê merwan de bijî. Wezirê Aliyê kurê Merwan Şero ku ew jî weke kurdekî bizane dihat hasibandin jî dihat bi navkirin, lê bi azweriya xwe re dihat zanîn. Heta ku di hin şîroveyên di derbarê Şero de ku dihatina kirin, şerê weke "Beko"yê di vegotina ´Mem û Zîn´a Ehmedê Xanî de bû dihat ser ziman.

Di vê dema Merwaniyan de, zaneyên kurd ên weke Eliyê Hêrîrî û hwd, dijîn. Bandora wan jî, li ser aqil û pêşketina dema Merwaniyan pirr zêde heya. Dewleta kurd a Merwaniyan, wê serdemeka xwe ya zêr bijî di nava salên 895-1077´an de. Lê piştî van salan re wê dewleta merwaniyan, cihê pêşveçûn û pêşketina xwe ji derketin, pêşveçûn û pêşketina Eyûbiyan re bihêle.

Dema dewleta kurd ya Eyûbiyan

biguhêre

Piştî dem û serdema Merwaniyan re, wê dema Eyûbiyan bi Salahadinê Eyûbî re dest pê bike. Dewleta Eyûbiyan, wê Rehayê ji xwe re bike navend û peytaxt. Bi wê re jî, wê pêşketina xwe ji Bakûrê Kurdistanê bi ber Rojavaya Kurdistanê ve bi herikînê. Wê serdestiya Eyûbiyan, li ser axa Rojavaya Kurdistanê bê.

Heta dema Eyûbiyan jî, wê ev herêmên rojavaya Kurdistanê ku di nav de û herêmên bakûrê Kurdistanê ên ´botanê´ jî di nav de wê weke "herêma mazin a botanê" jî were bi navkirin. Ji aliyê ziman û hwd ve, di temenekî de pêşketin. Rojavaya Kurdistanê, ji dema Gûtî, hûrî û mîtaniyan ve ku heta ku dem tê dema demên merwanî û eyûbiyan jî, wê serdestiya kurdan li herêmê kêm nebê. Dema Eyûbiyan bi dema Selahadinê Eyûbî re destpê dike. Ji aliyê kok û aşîriyê ve jî, Merwanî û Eyûbî ji aşîra kurd ya bi navê rawedî na. Dema Eyûbiyan, wê piştî Selahadînê Eyûbî re, wê dewleta Eyûbiyan were avakirin. Lê piştre di rengekî xanadanî û mîratî û hwd de wê bide domandin. Serdema dewleta Eyûbiyan, ji dema Selahadinê Eyûbî ku destpê dike, wê ne bin 400 salî re wê bide domandin bi serwerî.

Eyûbiyan, di demên xwe de pirr giringî dane perwerdekirinê. LI herêmên xwe ên ku ew lê serdest bûna, wê li hemûyan dibistan û an jî bi navê din ê wê "medreseyan" ava bikin. Di demên berî wan de jî wusa bûya. Ku heta roja me tên ku ji dema hûrî û mîtaniyan mana, li bajarên rojavaya Kurdistanê ên weke Afrînê, Kobanê, serêkahniyê, Hesekê, Tirbesipiyê, Qamişlo û hwd, ku gelek herêmên din ên rojavaya Kurdistanê di nav de, li wan kirman, qasr û dibistanên mana hena. Ev hemû ji dema hûrî û mîtaniyan mana. Ev kirman û dibistanên antîkî ku ji dema hûrî û mîtaniyan mana, dide nîşandin ku wan çendî giringî daye xwandinê. Her wusa, ´tiyatroyên anfî´ ji dema hûrî û mîtaniyan mana jî li Rojavaya Kurdistanê, li herêmên Afrîn, Qamişlo Serêkehniyê û hwd hena.

Dem heta ku hatiya dema Eyûbiyan, Eyûbiyan jî ji wan sûdgirtina. Eyûbiyan, ew pêşketina herêmê ya civatî pirr xweşîk parastina.. Di dema Eyûbiyan de jî, ku ji aliy baweriyê ve bê, rengên cuda lê hebûn di nava xalkê de. Eyûbiyan, dijberî li wan ne kirina. Di dema eyûbiyan de jî, li herêmê mesihî jî, Êzîdî jî, heta ku hinek cihû jî dijîn hebûn. Hemûyan jî dikarina ku baweriya xwe bi azadî bijîn.

Serdema Osmaniyan

biguhêre
  Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistana Osmaniyan

Piştî şerê cîhanî yê yekem

biguhêre

Hewlên rewşenbîrên kurd li Stenbolê

biguhêre
  Gotara bingehîn: Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd
  Gotara bingehîn: Cemiyeta Tealiya Kurd
  Gotara bingehîn: Azadî (rêxistin)

Li Stenbolê: Hêj şerê cîhanî nû xelasbûyî, entellektuel û siyasetmedarên kurd li Stenbolê dest bi xebata kirin. Seyîd Ebdulqadir, Emîn Alî Bedirxan û gelek endamên ji malbata Bedîrxaniyan û Babaniyan bi hevra Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd ava kirin. Her wisa endamên vê cemiyetê Cemiyeta Tealiya Kurd jî ava kirin. Li Helebê, Nisêbînê, Şirnexê, Cizîrê û li Mûsilê propagandayên xwe dikirin. Heta ku li navbera Zaxo û Cizîrê tevgerên leşkerî hebûn ku li dijî artêşa Osmaniyan û Kemalîstan şer bikin. Li vê herêmê rêvebirê van xebatan miftiyê Cizîrê bû [4]. Xebatên van kurdan berevajî Şêx Mehmûd û Simkoyê Şikak, tenê bikaranîna rêyên dîplomasiyê û çandê bûn. Bi vê helwestê li 7ê çiriya paşîn a 1918ê de kovara Jînê weşandin. Navenda siyasetê ya kurdan li Stenbolê bi giştî li gel Osmaniyan û dewletên Ewropî hevdîtin dikir. Di encama hevdîtinê li gel Osmaniyan 1ê xizîrana 1919ê ev biryar hat girtin. Hêjayî gotinê ye ku di hevdîtinên li gel dewletên Ewropayî, serokê heyeta kurdan Şerîf Paşa[5]:

  1. Ji bo Kurdistanê otonomeke fireh
  2. Ji bo vê otonomê, amadekirina qanûnan
  3. Bicîhanînan qanûnan
  4. Kurdistan dê wek parçeyê Osmaniyan bimîne

Lê ev hevgirtina kurdên Stenbolê jî wek xwe nema, di nav van kurdan de fraksiyonên cuda cuda derketin. Seyîd Ebdulqadir û hevalên wî dixwast di nav Osmaniyan de bimînin û divê kurd alîkariya Osmaniyan bikin. Yanî otonomî di nav Osmaniyan de dixwastin. Serê fraksiyona din Emîn Alî Bedirxan bû ku wî jî diparast ku kurd bikevin di bin sîwana hêzeke mezin de, ne ya Osmaniyan de. Yanî mandateriya ingilîzan dixwastin. Di dawiyê de Emîn Alî Bedîrxan û endamên din yên malbata Bedirxaniyan Cemiyeta Teşkîlata İctimiyeya Kurd ava kirin. Memduh Selîm Beg jî Partiya Demokrata Kurd-1919 ava kir[6] .

  • Fraksiyonên rewşenbîrên kurd li Stenbolê ev bûn;
  1. Cudahîxwaz: Hewla van kesan ew bû ku Kurdistana Serbixwe ava bikin. Şerîf Paşa û Sireya Bedîrxan serkêşiya vê grûbê dikir. Ev grûbeke gelek biçûk bû di nav rewşenbîran de.
  2. Otonomxwaz: Hewla van kesan jî ew bû ku di nava Osmaniyan de herêmeke otonom ji bo kurdan were ava kirin. Serkêşên wê Seyîd Ebduqadir û hinek endamên malbata Bedîrxaniyan bûn. Lê ev grûb zêde nejiya û di nax xwe de bûn du parçe; Kesên piştgiriya Siltan Mihemedê 6êmîn dikin ku serokê wan Seyîd Ebdulqadir bû. Kesên din jî serxwebûna Kurdistanê diparastin ku Emîn Alî Bedîrxan, Memduh Selîm, Ekrem Cemîlpaşa hwd. di nav de bûn.

Bi dûçûna çavkaniyekê li sala 1919ê partiyeke bi navê Partiya Demokratîk ya Neteweyî ya Kurdistanê ji Londrayê miraceet dike ku Brîtanya alîkariya kurdan bike. Ev miraceete ji layê katibê giştî Selîmbeylî hatiye kirin [7]. Lê em têkiliya vê partiyê û partiya Memduh Selîm niha nizanin.

Cemiyeta Tealiya Kurd li sala 1921ê ji aliyê Meclîsa tirkan ve hate girtin.

Hewlên Elîşêr Beg(tîrmeh 1920)

biguhêre
  Gotara bingehîn: Serhildana Qoçgiriyê

Li Dêrsim û Sêwazê li herêma kurdên qoçgirî li dijî Kemalîstan serhildan hate destpê kirin. Serhildêrên kurd bajarên Qoçgîr, Qenxal û Macîran bidest xistin û li Xozatê civiyan. Di encamê de li dijî Meclîsa Mezin ya Neteweyî ya Tirkiyeyê daxuyandin hate dan û ji meclîsê hate xwestin ku daxwazên miletê kurd bipejirînin. Lê tirkan ev daxwaz qebûl nekirin û dest bi şer kirin.

Heta xizîrana 1921ê şer berdewam bû. Alîşêr û 500 efserên kurd teslîmî tirkan bûn

Proseya parçebûna Kurdistanê

biguhêre

Peymana Sykes Pycot-16 gulan 1916

biguhêre
  Gotara bingehîn: Peymana Sykes Pycot

Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem parçebûna Osmaniyan jî destpê kir û axa kurdan ket di bin dagirkeriya dewletên ewropiyan. Hêj şerê cîhanî yê yekem berdewam dikir, Brîtanyayê û Fransayê axa Osmanîyan bi hevpeymaneke veşartî ji xwe re parve kiribûn. Bi dûçûna vê hevpeymana veşartî ya bi navê Peymana Sykes Pycot; Rojhilata Navîn û Kurdistan di navbera van hêzên kolonyalîst bi erêkirina Cemiyeta Neteweyan hate parçe kirin. Bi dûçûna vê peymanê Libnan, Suriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo mandateriya Fransayê ma. Li dijî vê Brîtanyayê jî li ser Iraq, Başûrê Kurdistanê, Filistîn û Urdunê mandaterî qezenc kir.

Parçebûna Kurdistana Osmaniyan bi awayeke fermî bi vê peymanê destpê kir. Piştî vê peymana proseya parçekirina Kurdistanê dewam dike. Ji ber kêmbûn û lihevnehatinên rêvebirên kurd, li her parçeyê Kurdistanê tevgerek hebû. Hinek tevger ji bo serxwebûna Kurdistanê, hinek ji bo salahiyeta Osmaniyan, hinek ji bo Brîtaniyan, hinek ji bo Rûsan, hinek ji bo eşîra xwe tevdigerîn. Di encamê de qedera Kurdistanê bi destê biyaniyan hate nivîsandin. Di navbera Fransa, Brîtanya û Rûsan de bû sê parçe.

Têkoşîna van hersê dewletan bi dûçûna vê planê rêvediçû. Lê ev peymaneke veşartî bû, heta ku rûsan li sala 1917ê nedaxuyandî kesê nedizanî.

Di proseyeke wiha de kurd jî betal neman. Berpirsiyarê kurdan li Ewropa Şerîf Paşa, têkiliyên dîplomatîkî dikir. Bi rêyên dîplomatîkî nameyek ji Brîtaniyan şand ku miletê kurd dixwaze li gel Brîtanyayê hevkariyê bike. Şerîf Paşa digot ku ew dikare bi hezaran kurdan bike leşker û li gel Brîtanyan bixebitin. Dixwast Kurdistan dibin rêvebirina prensekê Hînd de bibe, çûnkî Hînd jî wekî kurdan gelekê Aryanin [8].

12ê kanûna paşîn a 1918ê Sir Mark Sykes di manîfestoya xwe de diyar kir divê Mîrektiya Kurdistanê were ava kirin û navenda wê jî parêzgeha Mûsilê be. Şerîfê Mekeyê jî ev fikr pejirand [9]. Lê ev tenê wek fikr ma.

Peymana Agirbesê ya Mondrosê(30 çiriya pêşîn 1918)

biguhêre

Konferansa Aştiyê ya Parîsê(18-21 kanûna paşîn 1920)

biguhêre
  Gotara bingehîn: Konferansa Aştiyê ya Parîsê

Di proseya van konferansan de gelek rûdan li Kurdistanê û hemî Rojhilata Navîn çêbûn. Ev konferans nêzî saleke berdewam kir û bi hinek peymanan bi dawî hat.

7ê gulana 1918ê İngilîzan Kerkûk dagir kir. Bi vê dagirkirinê jî Şêx Mehmûdê Berzencî li gel ingilîzan ket têkiliyan û van têkiliyan feydeya xwe da û li ser navê ingilîzan li heman salê bû waliyê Silêmanîyê [10].

Di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hem Şerîf Paşa hem jî Seyîd Ebdulqadir têkiliyên dîplomatîk dikirin. Rêberên kurdan dijî parçekirina Kurdistanê bûn. Nedixwastin parçeyeke kurdan li Iraqê parçeyek li nav Osmaniyan bimîne. Serokê rêvebirina heyeta kurdan Seyîd Ebdulqadir jî wiha digot;

Şerîf Paşa digot Kurdistaneke xweser a di bin desthilata tirkan de gelek ji Kurdistaneke parçekirî çêtir e û ji serokê konferansê George Clemencau re nameyek şand[11].

Bi dûçûna Necat Ebdula di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de li Kurdistanê çar navendên jeopolîtîk hebûn [12]

  1. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Kemalîstan li Bakurê Kurdistanê
  2. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Bolşevîk
  3. Navenda jeopolîtîk ya artêşên Fransa û Brîtanyayê
  4. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Ermeniyan

Ji bilî van navendên hêzên dîplomatîk û artêşî di konferansê de Îranê jî hewl dida ku hinek parçeyên Kurdistanê û Qefqasya bixe bin kontrola xwe. Îranê diparast ku li Kurdistanê gelekê misliman, nijad û zimanê wan jî fars dije. Diparast ku ev memleket di navbera Osmaniyan û Farsan de hate parve kirin [13]. Lord Curzon jî di vê derbarê de wiha dibêje;

Di nav van hêzên xwedî artêş û dîplomasî, şansê kurdan gelek kêm bû. Heyeta kurdan a li konferansê tenê xwediyê qabiliyetên dîplomatîk bûn. çi hêzên leşkerî li pişta van dîplomatên kurd nebû. Lêbelê ev xebatên dîplomatên kurd, feydeya xwe di Konferansa San Remoyê de dide û hêviyên serxwebûna Kurdistanê şîn dibin.

Konferansa San Remoyê(18-26 nîsan 1920)

biguhêre
  Gotara bingehîn: Konferansa San Remoyê

Konferansa San Remoyê, gelek li ser mijara kurdan sekinî. Her çend gelek biryarên têkildarî kurdan wergirtibin jî, gelek rexne li civaka kurd jî hate kirin. Lord Curzon digot ku şexsiyetek tine di nav kurdan de ku rêberiya kurdan bike, her wisa digot her kurd tenê berpirsiyaretiya eşîra xwe dike [14]

Di konferansê de têkildarî kurdan hindek biryar hatin wergirtin;

  1. Li rojhilatê çemê Feratê, li jêrî Ermenistanê û li bakurê Mezopotamyayê herêmeke otonom ji aliyê komîsyonekê ve were ava kirin. Ev herêm ji bo keldanî-asûriyan dê hinek temînatan bide
  2. Dewleta Osmanî dê xebatên vê komîsyonê qebûl bike
  3. Piştî destpêkirina peymanê de di salekê de eger Miletê Kurd bixwaze, dikare ser li Cemiyeta Neteweyan bide ji bo destxistina serxwebûnê. Tirkiye jî mecbûre ku mafê kurdan qebûl bike.
  4. Eger kurdên di parêzgeha Mûsilê de bixwazin dikarin tevlî Kurdistanê bibin, dewletên mitefiq li dijî vê yekê dernakevin [15].

Peymana Sevrê(20 tebax 1920)

biguhêre
  Gotara bingehîn: Peymana Sevrê

Di 20ê tebaxa 1920ê de di navbera dewletên hevalbendan û Osmanî de Peymana Sevrê hate destnîşan kirin. Ev peyman fermana parçekirina Dewleta Osmaniyan bû. Bi dûçûna vê peymanê dewletên hevalbend şert û mercên gelek şedîd danîn ber Osmaniyan. Hem ji layê axê ve hem jî ji layê aboriyê ve şertên giran hebûn.

  • Şertên Axê:
  1. Axa Ereban: Divê hemû axa ereban ji Osmaniyan were standin. Hîcaz dibe dewleteke serbixwe; Sûrî, Filistin û Mezopotamya jî dikeve bin mandateriyê de
  2. Axa Osmaniyan ya li Ewropayê:Heta Çatalcayê hemû divê bide Yewnanan
  3. Îzmîr û giravên li derdora wê dê bide Yewnanan, 12 giravan jî bide Îtaliyan
  4. Ermenistan: Dewleta Osmaniyan, serxwebûna Ermenistanê dipejirîne û hakemtiya Wilson qebûl dike
  5. Kurdistan:Dewleta Osmaniyan otonoma Kurdistanê ya li rojhilatê Feratê dipejirîne.
  • Şertên desthilatê
  1. Kêmkirina leşkerên artêşa Osmaniyan
  2. Aboriya Osmaniyan dê di bin kontrola komîsyona hevabendan de be
  3. Kapîtolasyon dê berdewam bikin
  4. Dewleta Osmaniyan hemû mafên minorîteyan dê biparêze

Peymana Sevrê di dîroka Kurdistanê de xwedî nirxeke gelek bilind. Her çend ev biryar bêpratîk bin jî, ji bo globalîzasyona mafên Kurdistanê pêngaveke mezin e. Heta Peymana Sevrê jî kurdan dîplomasiyeke mezin birêvebir. Lê wek berê me gotî, nebûna hêzên leşkerî yên girêdayî hev, ev hewla dîplomatên kurd dixist xeterê. Jixwe kêmasiya vê di peymanên din de dê were dîtin.

Her çend li konferansan de biryarên wiha bên girtin jî, li Anatolyayê jî berxwedana hêzên Kemalîst mezin dibû. Di hidûdê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê şerê Tirkiyeyê li dijî Fransayê sekinî. Fransa li dijî Sevrê poşmaniya xwe qebul kir û li gel Tirkiyeya kemalîst pêkhat. Jixwe piştî Fransayê dewletên din jî hêdî hêdî destnîşanên xwe vekêşan. Necat Ebdula li ser helwesta Fransayê wiha dibêje;

Konferansa Lozanê(11 çiriya paşîn 1922-24 tîrmeh 1923

biguhêre

Berî konferansê li ser Mûsilê şerekê dijwar hebû di navbera ingilîzan û tirkan de. Xwediyên herêmê miletê kurd ji ber parçebûna eşîrî, carna li gel tirkan, carna jî li gel ingilîzan tevdigerîn. Bi destpêka konferansê şer sekinîn û hewlên dîplomatîkî destpê kirin

Peymana Lozanê(23 tîrmeh 1923)

biguhêre
  Gotara bingehîn: Peymana Lozanê

Konferansên li Lozanê 8 mehan berdewam kir. Piştî têkçûna hêzên ewropayî dijî tirkan, Peymana Sevrê pûç bû. Berevajî peymana Sevrê, peyva kurd jî di Lozanê de derbas nabe. Tirk bi xwebaweriyeke mezin rûniştin li ser maseyên Lozanê. Di encamê de 24ê tîrmeha 1923yê de di navbera van dewletan û Tirkiyeyê de Peymana Lozanê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna madeya 3yê ya vê peymanê, di 9 mehan de diviyabû sinorê Tirkiye û Iraqê were kifş kirin. Eger di 9 mehan de ev pirsgirêk neyê çareser kirin, Cemiyeta Neteweyan dê vê pirsgirêkê çareser bike. Di navbera tirkan û dewletên din de sê mijar mabûn ku nehatin çareser kirin.

Ji bilî van her sê mijaran êdî Kurdistan bi awayekî fermî bû çar parçe;

  1. Bakurê Kurdistanê di bin kontrola Tirkiyeyê de
  2. Başûrê Kurdistanê di bin mandateriya İngilîzan de
  3. Rojavayê Kurdistanê di bin mandateriya Fransayiyan de
  4. Rojhilatê Kurdistanê di bin kontrola Îranê de

Hewlên Mustafa Kemal

biguhêre
  Gotara bingehîn: Kongreya Erzîromê
  Gotara bingehîn: Kongreya Sêwasê
  Gotara bingehîn: Şerê Rizgariya Tirkiyeyê

Piştî şerê cîhanî bidawî hat, Mustafa Kemal Atatürk û gelek efserên din yên artêşa Osmaniyan çûn Anatolyayê ji bo birêxistina gelê Anatolya. Pêşiyê li Erzeromê li 23 tîrmeh-5 tebaxa 1919ê kongreyek lidarxist. Ji 5 parêzgehên kurd 58 nûner tevlî vê kongreyê bûn, ji van nûneran 22 kurd bûn[16]. Paşî di navbera 4-11 îlona 1919ê de jî li Sêwazê kongreyek lidarxist. Gelek nûnerên kurd hatin vê kongreyê jî. Hêjayî gotinê ye ku hemû bajarên kurd tevlî van kongreyan nebûn. Mustafa Kemal tehdîda ermeniyan li ser kurdan baş bikaranî. Eşîrên kurd ji ber tirsa avabûna dewleta ermenî, piştgiriya Mustafa Kemal kirin. Ev eşîrên kurd ne tenê di meseleya ermenan de hatin bikaranîn, her wiha li dijî navenda siyaseta kurd ya Stenbolê jî dijbertî dikir. Ji konferasnên ewropayiyan re name dişandin ku naxwazin dewleteke serbixwe ya kurd were ava kirin [16]. Mustafa Kemal Atatürk hêj neçûye Sêwazê, nameyekê ji van serok eşîran dişîne; Hecî Mûsa Begê Motkîyî, Şêx Ebdulbakî Efendiyê Kufrevîzade yê Bedlîsê, Ebdurehmanê Şirnexê, Umerê Derşevî, Resul Axa, Sadulah Efendî, Şêx Mehmûdê Mûşaşê, Şêx Ziyaedînê Norşînî, Cemîlê Çetoyê Garzanî. Di van nameyan de Mustafa Kemal demagojiya îslamî dike û bi tehdîda avabûna dewleteke ermenî, dixwaze kurdan qanî bike[17]. Her wisa piştgiriya girtina rêxistinên kurd dike û bang dike ku herkes tevlî Kuvayî Milliyeyê bin. Di van wextan de li dijî Mustafa Kemal jî xebat hene; Waliyê Elazîzê Alî Galip Beg, ji bedirxaniyan Mutaserrif Xelîl Beg bi piştgiriya Binbaşi Edward Noel dixwazin êrîş bibin ser Kongreya Sêwazê. Lê biserneketin.[18].

Mustafa Kemal Atatürk 3yê kanûna pêşîn a 1920ê li gel Bolşevîkan Peymana Gumruyê destnîşan kir. Bi vê peymanê Qers, Erdêxan û Artvin bûn milkê tirkan. Her wiha tehdîda ermenan bi vê peymanê ji holê rabû. Li gel Îtalyayê jî peymanek li sala 1921ê destnîşan kir ku di encamê de Îtalya ji Rojavayê Anatolyayê derket. Her wiha li gel Fransayê jî 20ê çiriya pêşîn a 1921êde Peymana Enqereyê destnîşan kir ku sinorê Suriye û yê Tirkiyeyê aşkera bû. Her wiha sinorek kişandin di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de. Ev peymana li gel Fransayê tê wê wateyê ku Fransa dê dest ji Peymana Sevrê vekêşe û hêviyên Kurdistana Serbixwe dê pûç bibin. 11 çiriya paşîn a 1922yê jî şerê li gel brîtanî sekinî. Brîtanî mecbûr man ku li gel Hikûmeta Enqereyê pêk bihên. Şerê Rizgariya Tirkiyeyê gihişt armanca xwe û sinorên Tirkiyeya modern kifş kirin. Êdî rê li ber van hêzan vebû ku biçin Lozanê.

 
Nexşeya Rojavaya Kurdistanê li 1935an. Xetên kesk ên horizontî nîşan didin deverên ku Kurd piranî ne.

Avabûna mandateriya Fransayê

biguhêre

Li gulana 1924ê parlamenterê herêma Çiyayê Kurdan Nurî Kandî ji Fransayiyan xwest ku otonomiyê bidin kurdan, her wisa parlamenterên herêma Cerablûsê jî name şandin ku otonomî bê qebûl kirin [19]

Li sala 1929ê 5 parlamenterên kurd teklîfa otonomiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê kir lê ji layê rêvebirên Fransayî ve hate red kirin.[20]

Hêjayî gotinê ye ku ji saa 1928ê heta sala 1936ê Fransayiyan azadiyeke civakî dabû kurdan, weşan bi kurdî dihatin kirin, li herêma Cezîrê karmendên dewletê kurd bûn.

Hewlên rêxistina Xoybûn

biguhêre
  Gotara bingehîn: Xoybûn

Piştî binketina Serhildana Şêx Seîdê Pîranî gelek rewşenbîrên kurd revîn bo Rojavayê Kurdistanê. Li vir gelek xebatên çandî û edebî kirin. Xebatên Xoybûnê gelek binirx in. Xebatên Xoybûnê bi taybetî li herêma Cezîrê hebûn ku Qamişlo, Hesekê, Amûdê di nav de.

Li sala 1932yê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve Hawar (kovar) heta sala 1945ê tê weşandin.

Li 5ê adara 1941ê de jî heftiyê 2 caran Kamûran Bedirxan weşana radyoyê dikir bi kurmancî di Radio Levantê de.

Serhildana 5ê xizîrana 1937ê

biguhêre

Li Hesekiyê di navbera kurdan li dijî mandateriya Fransayiyan nerazîbûn destpê kirin, di wextek kurt de hemû bajarên kurd yên din jî tevlî van grêv û nerazîbûnan bûn.

Serhildana Şêx Brahîm (1939)

biguhêre

Li sala 1939ê de li herêma Çiyayê Kurdan ji aliyê Şêx Brahîm li dijî mandateriya Fransayê û hikûmeta Sûrî serhildan destpê kir. Di encamê de hêzên kurd binketin û gelek kurd bo Tirkiyeyê

Piştî şerê cîhanî yê duyem

biguhêre

Li sala 1945ê kurdan bi navê Yekbûn û Azadî (rêxistin) rêxistinek ava kir.

Cegerxwîn û Qedrî Can tevlî Partiya Komûnîst ya Sûrî dibin.

Avabûna Komara Sûrî (17 nîsan 1946-1958)

biguhêre
 
Nexşeya Rojavaya Kurdistanê li 1951an
 
Xabûr û eşîrên kurd ên Cezîrê li 1951an
 
Firat û eşîrên kurd ên Cerablus li 1951an
 
Kurdax û eşîrên kurd ên Efrîn li 1951an

Avabûna PDK-Sê

biguhêre

Partiya Demokrat ya Kurdên Surî li 5ê tebaxa 1957ê ji aliyê Ebdulhemîd Hac Derwêş, Reşîd Hemo, Şêx Mihemed Îsa Mehmûd ve hate damezrandin. Di heman wextî de Nûredîn Zaza ji Ewropa vegerî Rojavayê Kurdistanê û we serokê partiyê hate hilbijartin. Li sala 1960ê bi daxwaza Celal Telebanî navê partiyê wek Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê hate guhertin. Li tebaxa 1960ê dewleta Sûrî dest bi girtina kurdan kir û di encamê de rêveberên partiyê jî di nav de 5 hezar kurd binçav kirin [21]

Şewata sînemaya Amûdê (1960)

biguhêre

Sepanên nijadperestî

biguhêre

Li sala 1962yê li Sûrî jimartina nifûsê hate kirin. Bi dûçûna vê jimartinê 120 hezar kurd ji hevwelatiya Sûrî hatin derxistin. Sedema dewletê jî ew bû ku ev kes ji Tirkiye an jî ji Iraqê hatine.

Derbeya leşkerî ya Beesiyan

biguhêre

Partiya Beesiyan bi destxistina desthilata Sûrî dest bi sepanên nijadperestî kir ku polîtikaiyên erebkirina herêmên kurdî destpê kir. Di navbera mal û milkên kurdan re ereb hatin bicih kirin.

Li sala 1975ê Seda Tebqayê hate çêkirin ku avdana herêmê bike lê rêjima Bees ji eşîra Wafda ku ereb in, 4000 hezar malbat li derdora Tebqayê bicih kirin [22]

Serhildana Qamişlo 2004

biguhêre

Kuştina Şêx Maşûqê Xeznewî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Şêx Maşûqê Xeznewî

Serhildan 2012

biguhêre
  Gotara bingehîn: Serhildana Rojavaya Kurdistanê

Mijarên têkildar

biguhêre

Pirtûk û lêkolîn

biguhêre
  • People without a Country, Gerard Chailand 1993 (Beşa The Kurds in Syria, Mustafa Nazdar)
  • The Kurds of Northern Syria, Harriet Allsopp-Wladimir van Wilgenburg

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Abdusamet Yigit, Pirtûka, ´di sedsale 21´ê de şoreşa kurd: rojava´
  2. ^ Abdullah Ocalan, Pirtûka, ´pirsgirêka kurd û çareseriya netewa demokratîk´
  3. ^ Abdusamet Yigit, Pirtûka, ´jiyane di bin roja Mîtra de dimeşê
  4. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:84
  5. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:371
  6. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:373
  7. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:135
  8. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:336
  9. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:350
  10. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:339
  11. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:351
  12. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:353
  13. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:376
  14. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:361
  15. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:362
  16. ^ a b İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:442
  17. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:139
  18. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:141
  19. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:278
  20. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:272
  21. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:286
  22. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:287