Edward William Charles Noel (jdb. 14ê nîsana 1886; m. 10ê kanûna pêşîn a 1974) serhengekê artêşa brîtanî bû di şerê cîhanî yê yekem de û piştî şer. Gelek têkiliya wî bi Şêx Mehmûdê Berzencî re çêbûye. Piştî agirbesta Moudros li Rojhilatê Anadoluyê çalak bû.

Major

Edward Noel
Jidayikbûn14 nîsan 1886 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin10 kanûna pêşîn 1974 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Keyaniya Yekbûyî Brîtanî
Perwerde
  • The Oratory School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Leşker li ser wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Katherine Ross (1923–)
  • Simone Corbiau (1954–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Robert Anthony Noel
  • Denys Edward Noel Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Edward Noel Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Ruth Lucas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Companion of the Order of the Indian Empire
  • Distinguished Service Order Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Noel di sala 1908an de beşdarî Artêşa Hindî ya Brîtanî bûye. Wî li Gurcistan, Azerbaycan û Asyaya Navîn wek efser û sîxur kar kiriye. Di sala 1915an de li bajarê Ehvazê yê Îranê bûye konsolos. Di çar salên xizmeta xwe de li wir wî fersend dîtiye ku li ser kokên etnîkî yên nifûsa herêmî lêkolînê bike. Li Îranê fêrî zimanê kurdî bû.

Piştî agirbesta Moudrosê li Bexdayê wek komîserê sîxuriya Brîtanî hatiye tayînkirin. Di 12 adara 1919an de, hatiye wezîfedar kirin ku li herêmên kurdan vekolînan bike. Ew bi serokên eşîrên kurd ên li wilayetên rojhilatê Osmaniyan re civiya. Di 13ê hezîrana 1919an de, Komîserê Brîtanî li Bexdayê, Albay Arnold Wilson, ji Londonê re pêşniyar kir ku ji bo avakirina Kurdistanekê di bin banê Brîtanyayê de tevbigere.

Major Noel di 3ê tîrmeha 1919an de ji Bexdayê çûye Stenbolê û bi Sekreterê Dewleta Brîtanî yê Komîserê Bilind Thomas Hohler (en) û serokên neteweperwerên kurd ên Kurdistan Teali Cemiyeti re civiya. Noelî ji Wezîrê Karên Hundirîn ê osmaniyan, Adil Bey, belgeyek stend ku destûr dida wî ku ji hemî postexaneyên osmanî telegramên şîfrekirî bişînei.

Di 21ê tîrmeha 1919an de, Hohler di nameyekê de ji hevkarê xwe Telley re di Wezareta Derve de dinivîse ku wî li Stenbolê bi Noel re hevdîtin kiriye, ku Noel dixwaze bibe Lawrenceê (en) kurd, ku serweriya brîtanî li Mezopotamya ewle ye û ji ber sînorê rojhilat lihevhatina bi eşîrên kurdan re baş pêwîste. Bi ser de, Hohler got ku, tevî biryara hatî dayîn jî çûyîna Noel ji bo herêma kurdan bi tena serê xwe û ji kurdan cuda û çûyîna ji bo civîneke Klûba kurdan bi kincên eskerî (unîferm) neberpirsiyarane bûye.

Amîral Somerset Gough-Calthorpe (en) di 10ê hezîranê de ji Lord Curzon re nivîsandiye ku Noel dê bi tena serê xwe û ji kurdên din cuda biçe herêmê da ku balê nekişîne û ew ê gel li hember Mustafa Kemal Paşa tehrîk bike. Noel li Helebê bi serhildêrên kurd re civiya, mirovên eşîretên çekdar li wir civandin û çû Meletiyê. Li wir wî bi koma Mutasarrıf (rêvebirên sanjak) ya Meletiyê, Halil Bey, û waliyê Xarpêtê Alî Galip Bey re hevdîtin kir. Lê pilana wan eşkere bû, ji ber vê yekê ew hingê bi fermana Mistefa Kemal ji aliyê leşkerên tirk ên ku dilsozê tevgera wî bûn ve hatin şopandin. Noel, Ali Galip û yên din ber bi Kâhta reviyan.

Di telgrafeke ku wî ji Rihayê ji Sefîrê Bilind ê brîtanî re li Stenbolê di 19 îlona 1919an de şandiye de, gotiye ku êlên kurd ewê dagîrkeriya brîtanya pêşwazî bikin, ku nîvê gelheyê wê kurd bin û eger ku kurd li Herêmên xwe walî ji wan be, ewê dê guh bidin walî û bibin hevalên Hikumeta Birîtanya.

Di 21ê kanûna pêşîn a 1919an de, wî pileya serekî wergirt. Noel heya sala 1938an li herêmê ma. Noel ji sala 1919an û vir ve xwediyê Fermana Xizmeta Ciyawaz bû. Ew di 1974 de mir.

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.