Alîşêr Efendî an jî Elîşêr (jdb. sala 1882[1][2] li gundê Azgêr a Macîran, Sêwas – m. 9'ê tîrmehê, 1937[3] li Dêrsim) serokê federasyona hozên Kurd ên ku tevlî yekemîn serîhildana kurdan (Serhildana Qoçgiriyê) a ku li dijî komara Tirkiyeyê pêkhatiye ye.

Alîşêr
Elîşêr û Zerîfe Xanim
Jidayikbûn1882
Mirin9ê tîrmeha 1937an (55 salî)
Dêrsim
PîşeHelbestvan, siyasetmedar, şoreşger
DînAlevî
HevjînZerîfe Xanim
Dê û bav
  • Musa (bav)
MalbatKoçgiri
biguhêreBelge

Piştî perwerdeya li Sêwasê li cem Mistefa Paşa dest bi katibiyê dike. Bi Zerîfe Xanimê re dizewice. Hîç zarokên wan çênabin. Ji eşîra kurd Şêxhesenan[4] e, lê di dema xwe de rêzgirtina hemî eşîran ji bo wî hebû. Ew li têkiliyên baş ên kurd û ermeniyan digeriya. Li ser ziman û zaraveyên kurdî gelek xebatên wî hene. Mixabin pirraniya xebatên wî di şikefteke li Dersîmê de dikeve destê dewleta tirk. Di dema şerê cîhanî yê yekem de hevdîtinan bi Rûsyayê re lidar dixe û ji 1914'an heya 1919'an li yekkirin û birêxistinkirina eşîrên kurd, a di bin serokatiya Komaleya Hêjakirina Kurdistanê (Kürdistan Teali Cemiyeti) de digere. Amadebûna Dersîm û Qoçgiriyê bi nameyan destnîşan dike. Serokatiya serhildana Qoçgiriyê dike. Herwekî tevlî serhildana Dêrsimê dibe. Bi întellektûelî, dîplomasî, sazkirina yekîtiya kurd, têkoşerî û şerê gerîlayê tê naskirin.

Bi tevî hevala xwe Zerîfe Xanimê dîl tên girtin. Birêveberê komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Atatürk ji serokê hêzên çekdar ên tirk anîna serê Elîşêr dixwaze. Tê gotin ku Atatürk gotiye "Heya ez serê Elîşêr ê jêkirî nebînim dê jiyan li min heram be. Heger jiyan li min heram be, tê wateya ku jiyan dê li hemî fermadarên artêşê heram be".[çavkanî hewce ye]

Serokê hêzên tirk Topal Osman fermana Atatürk bicih tîne. Biraziyê Seyîd Riza yê ku bûbû sîxurê dewleta tirk û bi navê Zeynel kesekê ji Dersîmê teklîfa Topal Osman dipejirînin û biheryek ji wan 40 zêrî, bi planekê xwe digihînin Elîşêrê ku di şikeftekê de bû û wî dikujin. Topal Osman digihe miradê xwe û serê Elîşêr û hevala wî Zerîfe Xanimê jê dike û ji Atatürk re diyarî dike. Serê Elîşêr Beg bi mehan li Koşka Çankayayê ya ku Atatürk lê dima dimîne. Hemî fermandar, leşker, siyasetmedarên tirk li ber serê jêkirî fotografê bîranînê dikişînin. Herwekî Atatürk jî fotoyan dikişîne lê ew foto di arşîvan da veşarî dimîne.[çavkanî hewce ye] Çapemeniya tirk bi lez resmê serê Elîşêr Beg diweşîne.

Piştî têkçûyîna serhildanê li Qoçgirî û tevahiya Kurdistanê komkujiyên hovane li dijî kurdan tên lidarxistin. Heya serhildana Şêx Seîd Efendî ev rewşa dijwar û kambax didome.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ ... öldüğü zaman tahminen 55 yaşlarında idi, Nazmi Sevgen, "Yakın Tarihin Esrarla Örtülü Hadiseleri ve Koçkirili Alişir", Tarih Dünya Dergisi, Yıl 1 Sayı 9, 15 Ağustos 1950, İstanbul,
  2. ^ Nazmi Sevgen, Zazalar ve Kızılbaşlar: Coğrafya-Tarih-Hukuk-Folklor-Teogoni, Kalan Yayınları, Ağustos 1999, ISBN 975-8424-00-9, s. 225.
  3. ^ (tirkî) Koçgiri başladı harba
  4. ^ (tirkî)ALİŞER VE ZARİFE Girêdana arşîvê 2013-07-31 li ser Wayback Machine

Girêdanên derve

biguhêre