Kurdên cihû
Kurdên cihû, cihûyên kurd yan jî cihûyên Kurdistanê (bi îbranî יהדות כורדיסתאן; Yehûdot Kurdistan) navê cihûyên ku ji berê ve li herêma Kurdistanê ne. Cil û çandeya wan wek ya kurdên misilman in. Berî ku di sala 1940an de koçberiyên mezin ên hêla Îsraêlê çêbûn cihûyên Kurdistanê di nav xwe de dijiyan. Kurdên cihû girêdayî Mizraxîmê ne.
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
---|---|
Îsraêl | 200.000 - 500.000 [1] |
Îran | 10.517[1] |
DYA | 3.389[1] |
Iraq | 1.791 |
Sûrî | 800 (texmîn) |
Tirkiye | 500 (texmîn) |
Ziman | |
Îbranîya Mizrahî, neo-aramiya bakur-rojhilat, kurdî, azerî (li Îranê) | |
Baweriya dînî | |
Cihûtî |
Dîrok
biguhêreSerdema kevnare
biguhêreLi gorî dukarên wan, piştî ku Dewleta Bakur a Îsraêlê di 8emîn sedsala berî Îsa ji aliyê Împeratoriya Asûriyan ve hate vegirtin cihûyên pêşîn di herêma ku îro wek Kurdistan tê nasîn xwe bi cih kirine.[2] Di 1emîn sedsala piştî Îsa dewleta Adiabene, ku paytaxta wê Hewlêr bû, cihûtiyê wek ola fermî sepand. [3]
Serdema navîn
biguhêreLi gorî raporên, ku di 12emîn sedsalê de ji aliyê rêwiyên cihû Bunyaminê Tûdela û Petaxyah ben Jakob ha-Laban hatine nivêsandin, di wê demê de nêzî 100 warên cihû hebûn. Bunyaminê Tudela behsa serokekî bi navê Dawûdê Alroyi dike û dinivêse ku wî serhildaneke li hemberî şahê farisî Sultan Muktafî Selçûkî cêkiriye, da ku Kurdên cihû vegerîne Orşelîmê. Herwiha, li gorî raporên her du rêwiyan navenda aborî û olî Mûsil bûye. Wekî din, piştî rêwîtiya Xirîstiyanan gelek cihû xwe li Kurdistanê û Babilê bi cih kirine. Di wê demê de cihûyên Mûsilê serbixwe bûne.[4]
Serdema osmanî
biguhêreDi nav salên 1590an û 1670an de serhahamê jin Asenat Barzanî jiyaye û wê perwerdeya Tewratê, Telmûdê û die Qabbalayê kiriye. Jina yekem a ku rêberiya Yeşiwayê kir ew bû. Wê sîfeta Tanna'îtê jî stend.[5] Ew bi zanîna xwe ya li ser Tewrat, Talmûd, Kabbalah û qanûna Cihûyan navdar bû. Piştî mirina zû ya mêrê xwe, ew bûye serokê Yeşîva li Amêdiyê û di dawiyê de wek mamosteya sereke yê Tewratê li Kurdistanê hatiye naskirin. Lewma jê re tanna'it (alima Talmûd a jin) dihate gotin, mîstîsîzmê dikir, û bi navên veşartî yên Xwedê dizanibû.[6]
Asenat di heman demê de bi helbesta xwe û zanîna baş a zimanê îbranî jî tê zanîn. Wê helbestek dirêj a şîn û daxwaznameyê bi forma kevneşopî ya metrîkî nivîsî. Helbestên wê dikevin nav yekemîn nivîsên destpêkê yên bi îbraniya nûjen, û ew weke jina yekem a ku helbestên bi zimanê Îbranî nivîsandiye tê qebûl kirin.[7]
Kurdên cihû li Kaşan, Îranê dijiyan û gelek ji wan di navbera salên 1700î û 1800î de de koçî Împeratoriya Osmanî kirin. Ew di bazirganiyê de li gund û bajarên kurd çalak bûn; li herêmên mîna Riha, Eyntab û Meletiyê nifûsa cihû ya girîng hebû. Ew bi gelemperî bi tevahî veşartî bûn lê bi civakên din re têkiliyên neyînî nayin zanîn.
Di dawiya sedsala 16an de koçkirina kurdên cihû bo Welatê Îsraêlê dest pê kir: Civatek ji alimên rabînî hatin Safeda Celîlê û di encamê de taxeke kurdên cihûyan hat avakirin. Serdema geşbûna Safed, di salên 1660î de bi şerên desthilatdariya drûzan li herêmê û kêmbûna aborî bi dawî bû.
Serdema nûjen
biguhêreJi destpêka sedsala 20an ve hin kurdên cihû di nav tevgera sîyonîst de çalak bûn. Yek ji navdartirîn endamên Lehî (Şervanên Azadiya Îsraêlê) Moşe Barazanî bû, ku malbata wî ji Kurdistana Iraqê koçber bû û di dawiya salên 1920an de li Orşelîmê bi cih bû.
Piraniya kurdên cihû di destpêka salên 1950î de, tevî civata cihûyên iraqî, ji Kurdistana Iraqê hatin derxistin û ji bo Îsraêlê hatin koçkirin. Hema hema hemû cihûyên kurd ên Kurdistana Îranê jî di heman serdemê de koçî Îsraêlê kirin. Hate ragihandin ku kurdan ji ber windakirina cîranên xwe yên cihû şîna xwe digirtin û kinîştên xwe jî diparêzin.[8]
Rojnameya Times of Israel di 30ê îlona 2013ê de ragihand:
"Îro li Îsraîlê nêzîkî 200.000 Kurdên Cihû hene, ku dora nîvê wan li Orşelîmê dijîn. Her wiha li seranserê welêt zêdetirî 30 gundên çandiniyê hene ku ji aliyê cihûyên kurd ve hatine damezrandin."[9]
Di 17ê cotmeha 2015ê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêrzad Omer Memsanî wek nûnerê civaka cihû li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî destnîşan kir. Wî piştî demekê ji ber sedemên tendirustiyê dev ji vî karî berda.[10] Li ser vê yekê ji aliyê endamên civata cihûyên Îsraêlê hate îdia kirin, ku ti cihû li Herêma Kurdistanê nemane û wî lewma îstîfa kiriye.[11] Lê piştî wê yekê, kîtên Hanûkayê ji cihûyên welatên erebî û ji Kurdistanê jî hatin şandin,[12] û ev yek vê nîşan dide ku li wir bermahiyên civakên cihûyan hê jî hebin.
Kurdên cihû yên nas
biguhêreMijarên têkildar
biguhêrePêşangeh
biguhêre-
Jinên kurd ên cihû li Rewandizê (Kurdistana başûr) di sala 1905an de
-
Pelgek ji pirtûka Ester. Ev pelg di sedsala 19an de li Kurdistanê hatiye nivisandin.
Çavkanî
biguhêre- ^ a b c An Ethnohistorical Dictionary of the Russian and Soviet Empires, James Stuart Olson, Lee Brigance Pappas, Nicholas Charles Pappas, Greenwood Publishing Group, (1994), ISBN 0-313-27497-5, p.409
- ^ Encyclopedia Judaica: Roth C s. 1296-1299 (Keter: Jerusalem 1972).
- ^ Encyclopaedia Judaica: Artikel "Irbil/Arbil"
- ^ Ora Schwartz-Be'eri: The Jews of Kurdistan: Daily Life, Customs, Arts and Crafts, UPNE publishers, 2000, ISBN 965-278-238-6, page 26
- ^ Sally Berkovic, Straight Talk: My Dilemma As an Orthodox Jewish Woman: KTAV Publishing House, 1999, ISBN 0-88125-661-7, S. 226
- ^ Berkovic, Sally (1999). Straight Talk: My Dilemma As an Orthodox Jewish Woman. KTAV Publishing House. r. 226. ISBN 0-88125-661-7.
- ^ Shirley Kaufamn, Galit Hasan-Rokem, Tamar Hess: Hebrew Feminist Poems from Antiquity to the Present: A Bilingual Anthology, Feminist Press, 1999, ISBN 1-55861-224-6, page 7 and 9
- ^ "Learn About Kurdish Religion". The Kurdish Project (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2024.
- ^ page, Lazar Berman NEW! Get email alerts when this author publishes a new article You will receive email alerts from this author Manage alert preferences on your profile page You will no longer receive email alerts from this author Manage alert preferences on your profile. "Cultural pride, and unlikely guests, at Kurdish Jewish festival". www.timesofisrael.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
:|pêşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî) - ^ Kurdistan24. "Kurdistan24 | Latest News". Kurdistan24 | Latest News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Publicity seeking Kurdish official brings back memories of Jewish Kurd aliya fiasco". The Jerusalem Post | JPost.com (bi îngilîzî). 7 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2024.
- ^ JNS (2 kanûna pêşîn 2021). "Hundreds of Hanukkah kits sent to Jews living in Arab countries". Israel365 News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2024.