Îzhak Mordexay (bi îvrît: יצחק מרדכי, Yitzhak Mordechai) di 22'ê sermaweza 1944'an de li bajarê Zaxoyê[çavkanî hewce ye] ji dayika xwe bûye, general, siyasetmedarekî Îsraelê ye.

Îzhak Mordexay
Navê rastî
יצחק מרדכי Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn22 çiriya paşîn 1944 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîKeyaniya Iraqê, Îsraêl Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Tel Aviv University
  • University of Haifa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Minister of Defence (1996–1999)
  • endemê Knessetê (1996–2001)
  • Deputy Prime Minister of Israel (1999–2000) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Likud Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Medal of Courage Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Malbata Mordexay sala 1949'ê diçin Îsraelê. Sala 1962'yê tevlî artêşê dibe û di hêzên çetirbaziyê (sîwanebazî, paraşûtbazî) de cih digire. Li zanîngeha Orşelîmê perwerdeya dîroknasî û zanîna siyasetê dibîne.

Di şerê şeşrojî de fermandariya batalyona çetirbaziyê dike û biser dikeve. Bi vê fermandariya xwe di artêşê de navdar dibe, xelatê werdigire. Sala 1986'ê dibe general. Sala 1995'ê xatir ji artêşê dixwaze.

Sala 1996'ê li ser navê partiya Likudê bo meclîsa Îsraelê Knessetê tê hilbijartin. Dûv re dibe wezîrê parastinê. Di adara 2001'ê de li dijî wî doza destdirêjiya namûsê tê vekirin, bi cezayê 18 mehê tê cezakirin.

Kesên ne aşkenazî bin dibin serokwezîr? biguhêre

 
Îzhak Mordexay (1997)

Wî dixwestiye bibe serokwezîr. Lê ew ne ji bera aşkenazî bûye, ango ne ji cihûyên ji bakurê Ewropayê bûye ku heya wê demê tenê ew dibûne serokwezîr, îdîa hebûn ku ji ber ku wî di serokwezîriyê de israr kiriye, îftira kirine stûyê wî, wî bi destdirêjiya namûsê dane navreşî kirine.[çavkanî hewce ye]

Girêdanên derve biguhêre