Berhîm Paşa

Helbestvanê kurd

Berhîm Paşa, helbestvanekî kurd e. Di sala 1958an de li gundê Tiznûtê ku girêdayê bi Gextaya (bi tirkî: Kâhta) qeza Semsûrê hatiye dinyayê. Her wisa nivîs, serpêhatî û helbestên wî ji bilî Nûbiharê, di Jiyana Rewşen û Azadiya Welat de weşiyan.

Berhîm Paşa
ZarokHulya Fatma, Muhammed Emrah, Omer Faruk, Gulişan Merwe, Mîrza Rewşen
Dê û bav
  • Mahmut (bav)
  • Zeynep (dê)
biguhêreBelge

Kurtejiyan biguhêre

Berhîm Paşa di sala 1958 (li gor nasnemeya tirkî Fahri Erdinç 1955) de li gundê Tiznûtê yê girêdayê navceya Gextaya (Kâhta, Semsûr) jidayikbû. Di panzdeh saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestên bi tirkî kir. Demeke dirêj di partiya (RP) de serokatiya Gextê kir û di hilbijartina mebûsiya dewra 18an bû namzedê devera Semsûrê. Piştî ku fehm kir rêzdariya hemû partiyan li dijî Kurdan e, ew destê xwe ji rêzdariya partiyên tirk dikişîne. Wextê ku mala xwe koçî Stenbolê kir, rastî kovara Nûbiharê bû û bi nasîna Nûbiharê dest bi helbest û nivîsên kurdî kir.

Wî gelek nivîs û helbestên xwe di kovara Nûbiharê de weşand û paşê jî di sala 1997an de pirtûkeke helbestan ya bi navê Gaziya Min di nava weşanên Nûbiharê de weşiya.

Her wisa nivîs, serpêhatî û helbestên wî ji bilî Nûbiharê, di Jiyana Rewşen Kovara Ronahî û Azadiya Welat de hatin weşandin.

Di pirtûka bi navê Antolojiya Kurdî (Kürt Şiiri Antolojisi-Selim Temo, Antolojiya Helbestvanên Kurd ê Sedsala Dawî- A.Balî û Antolojiya Çîrokên Nûbiharê - Ayhan Geverî) de Çîrok û Helbestên wî jî cih digirin.

Berhîm Paşa bavê 5 zarokan e û li Stenbolê dijî.

Çavkanî biguhêre