Malmîsanij

nivîskarê kurd

Malmîsanij, Mehmet Tayfun anku Mehmet Malmisanlı[1] (z. 1952 li Pîranê) rojnamevan û nivîskarek kurd e. Ew bi zazakî, kurmancî û tirkî dinivîse.

Jiyan û karBiguherîne

Malmîsanij di sala 1952yan de li gundekî Amedê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe ya pêşîn û navîn li Kurdistanê û ya bilind (zanîngeh) jî li Enqereyê qedandiye.

Malmîsanij di navbera salên 1975 û 1981ê de di zîndanên Tirkiyeyê ve bû. Di sala 1982yan de wî bar kir biyanistanê.

Malmîsanij li Zanîngeha Sorbonne (Parîs) û Zanîngeha Uppsalayê (Swêd) beşê zimanên îranî xwendiye. Paşî wî li Zanîngeha Linköpingê (Swêd) perwerdenasî xwend. Taliyê ew ji Zanîngeha Göteborgê (Swêd) bû master.

Malmîsanij herî zêde bi zazakî, kurmancî û tirkî dinivîse. Ew yekemîn kes bû ku piştî Ehmedê Xasî û Usman Efendiyê Babijî bi zazakî binivîse. Malmîsanijî û hin hevalên xwe di salên 1979 - 1980î de kovarek bi navê Tîrêj derdixist ku bi kurmancî û zazakî bû. Di sala 1987an de ferhenga Malmîsanij ya zazakî hat weşandin. Wî herwiha Mewlûda Ehmedê Xasî û Usman Efindiyê Babijî ji alfabeya erebî kir bi alfabeya latînî û ew herdu helbestvanên kurd dan nasîn.

Malmîsanijî ta niha di bi dehan rojname û kovarên kurdî de nivîsiye. Ew herwiha wek yek ji birêveberên van kovaran xebitiye: Tîrêj (Îzmîr), Hêvî (Parîs), Armanc (Stokholm), Çarçira (Stokholm), Wan (Stokholm), Çira (Stokholm).

Malmîsanij sala 2005an Xelata Pîremêrdî wergirt.

Niha Malmîsanij li Amedê dijî. Malmîsanij endamek Komeleya Nivîskarên Kurd e.

Ta niha gelek ji berhemên Malmîsanij li erebî, fransî, swêdî û tirkî hatine wergerandin.

BerhemBiguherîne

 
Ferhenga dimilkî û tirkî ya Malmîsanij
  • Yüzyılımızın Başlarında Kürt Milliyetçiliği ve Dr. Abdullah Cevdet, Uppsala, 1986, 124 rûpel
  • Ferhengê Dimilkî-Tirkî, Uppsala, 1987; Stenbol, 1992, 431 rûpel
  • Herakleîtos, Uppsala, 1988, 51 rûpel
  • Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1992), Ankara, 1992, 465 rûpel (Malmîsanij & Mahmûd Lewendî)
  • Folklorê Ma ra Çend Numûney, Uppsala, 1991; Stenbol 2000, 319 rûpel
  • Said-i Nursi ve Kürt Sorunu, Stockholm, 1991; Stenbol 1991
  • Abdurrahman Bedirhan Ve İlk Kürt Gazetesi Kürdistan sayı: 17 ve 18, Stockholm, 1992, 138 rûpel
  • Bitlisli Kemal Fevzi ve Kürt Örgütleri İçindeki Yeri, Stockholm, 1993; Stenbol 1993
  • Cızira Botanlı Bedirhaniler ve Bedirhani Ailesi Derneği’nin Tutanakları, Stockholm, 1994; Stenbol, 2000
  • Kırd, Kırmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri, Stenbol, 1996, 88 rûpel
  • Ferhengekê Kirdkî-Pehlevkî-Kurmanckî, Stockholm, 1997, 38 rûpel
  • Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, Stockholm, 1998; Stenbol, 1999
  • Kurdiskt författarskap och kurdisk bokutgivning: bakgrund, villkor, betydelse, Stockholm, 1998, 64 rûpel
  • Gotibûn Ku.../Vate/ 136 rûpel/2006
  • Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî (2012)
  • Kurmancca ile Karşılaştırmalı Kırmancca (Zazaca) Dilbilgisi, Vate, Stenbol 2015, 302 rûpel
  • Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya Nû (2018)

Girêdanên derveBiguherîne

  1. Mehmet Malmisanlı, "Osmanlı Döneminde Yazılmış Kürtçe Eserler Üzerine I-II", Tarih ve Toplum, Sayı 54-55. 1988.