Jîla Huseynî
Jîla Huseynî (jdb. 21 îlon 1964 li bajarê Saqizê, Rojhilatê Kurdistanê - m. 27 îlon 1996) helbestvaneke kurd e û xwediya du dîwanan e. Her wisa helbestên wê bi zimanê farsî jî hene.
Jîla Huseynî | |
---|---|
Wêne:Jila Hosseini.jpg Helbestvana kurd Jîla Huseynî | |
Jidayikbûn | 21ê îlonê 1964an Seqiz, Rojhilata Kurdistanê |
Mirin | 27ê îlonê 1996an (32 salî) Rûdaneke tirombêlan di navbera Seqiz û Tehranê de |
Pîşe | Helbestvan, nivîskar |
Zimanê nivîsê | Kurdî, farsî |
Netewe | Kurd |
Hevwelatî | Îran |
Şêweyê wejêyî | Helbest, kurteçîrok |
Berhemên navdar | |
| |
Hevjîn | Şahrez Nusodî |
Dê û bav |
|
biguherîne![]() |
JiyanBiguherîne
Ew keça dadvan û zana Mêhran Huseynî (Şêx Mêhran) e. Jîla di pazdeh saliya temenê xwe de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Dîwana wê ya pêşîn a bi navê "Geşey Evîn" di 1995ê de hate çapkirin.
Jîla Huseynî xwediya kitêbxaneyeke zengîn bû û di handan û piştevaniya helbesta kurdî de roleke giring leyîst bû. Her wisa yek ji damezirînerên Encûmana Wêjeyî ya Mewlewî ya Kurdî li bajarê Sine bû.
Mirina wêBiguherîne
Di 27ê îlona 1996ê de dema ber bi Tehranê ve diçin, da ku helbestvanê kurd Şêrko Bêkes bibînin, Jîla û keça xwe ya dehmehî Jîna di rûdaneke tirombêlan de canê xwe ji dest didin. Ew kurekî bi navê Ramîn û keçeke bi navê Bihar Zohre li pişt xwe bi cih dihêle.[1]
BerhemBiguherîne
Bi soranîBiguherîne
- Geşey Evîn, helbest, 1995.
- Qelay Raz, helbest, 1998.
WergerBiguherîne
Bi kurmancîBiguherîne
- Mirina rojê, helbest, Weşanên Avesta, Stembol, 2006.[2]
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ (tirkî) https://www.yurthaberleri.net/koseyazisi/jla-huseyn-yazisi-7.html Nevin Koçoğlu, 22.09.2018, yurthaberleri.net
- ↑ https://bnk.institutkurde.org/catalogue/detail.php?pirtuk=948