Mele Mensûrê Girgaşî
Mele Mensûrê Girgaşî (sedsala 17an û 18an) alim û helbestvanekî kurdan e.
Mele Mensûrê Girgaşî | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jînenîgariya Mensûr
biguhêreMensur şairekî kevn ê kurd e. Xelkê gundê Girgaşê ye. Girgaş, gundekî biçûk ê navça Behdînan e û dikeve rojhilatê bajarê Amêdî ye. Di bin rêze-çiyayekî ji Çiyayê Garê de ye. Navbera herdukan nezîkî sê saet rê ye. Mamoste Elaeddîn Secadî, di Mejûyî Edebî Kurdî, rûpela 536'an de bi kurtî behsa Mensûr kiriye. Dibêje "Mensur ji xelkê Botan e û hevçaxê Melayê Bateyî ye." Min nameyek ji Şeyda Şêx Memduhê Birîfkanî re şand û hinek pirsiyar jê kirin, ji ber ku şarezayiya wî li ser şair û helbestên Kurdî heye. Di nama xwe ya ji min re şandî de dibêje: "Mensûr xelkê Girgaşê bûye û hevçaxê Melayê Bateyî ye. Di navbera herdukan de munazereyeka bi şi'r heye." Em ji derveyî ve tiştekî din li ser jiyana vî şairî nizanin. Em nizanin di kîjan salê de ji diya xwe bûye, kengî miriye û jiyana vî çawan bûye. Em eva han tenê dizanin ku 209 sal berî niha bûye. Ji ber ku helbesta wî ya "Subhan ji Şah e bê çûn " di nav wê keşkula destnivîs de heye. Ev helbesta han li ser biharê hatiye, gelek xweş û rewan e.
Gotinên kurdî yên gelek giranbiha tê de ne û heta niha kêm helbestên wiha xweş li ser bihare hatine nivîsîn. Ev helbesta han di navça Behdînan de bi navê Beyta Biharê bi nav û deng e û gelek kes dibêjin ku ev helbesta han a Bekir Begê Erzî ye. Lê eva han ne rast e.Ji ber ku navê Mensûr di reza dawiye de heye û her wîha di wê destnivîsê de bi navê Mensur hatiye nivîsîn.Wextê di nav wê helbestê de hatiye nivîsîn (1181'e hicrî) temenê (umrê) Bekir Beg du sal bûye. Bekir Beg di sala 1179'e hicrî de ji diya xwe bûye. Lê helbestekî Bekir Beg jî li ser biharê heye.Gelek nezîkî ve helbesta Mensûr e: Ger mirov herdukan bixwîne, mirov dikare bibîne ku Bekir Beg ve helbesta xwe li ber a Mensûr nivîsiye, lê negihîştiye sewiya wî, her çiqas şairekî mezin jî bûye. Helbesta wî Medîna xweştirîn helbest e.[1]
Helbestekî Mensûr
biguhêre- Subhan ji Şahê bê çun çi biharek keskûn e
- Qadir "kun feyekûn" ji erdan derbûn 'iyûne
- Kuhsarê di mehzûn bi îzna wî vebûne
- Kuhsara vederkeftin hilalan ser hilîne
- Di nêv kevran verestin beyan bû erdê şîne
- Tevrî ji bin derkeftin kêrî bibûn rengîne
- Muneqeş bû cîbale ji palal û beybûnan
- Ji dengê re'dê biharê wê hilat kêrestûne
- Wê nazil bûyî xelatê biyaban tezyin bûne
- Tezyîn bûn koh û sehra bi lutfa zulcelalî
- Ehmer bûn dest û çiya bi kulîlkên biharî
- Yeqîn xelatî îlah ji bû dinyayê hinarî
- Xel'eti sor û zer bûn hinarî ji bo gelûke
- Kuhsara munewwer bûn murxan li ser çîk çîk e
- Li mêrxuzare di rengin 'endelî like like
- Sipehî bibûn mêrxuzar bi kevî yû kaniyêt biharê
- Muneqqeş bûn cûybar têtin dengê 'endelî
- Bi sosin û binevşan bi nêrgizêt xumarî
- Temam kemilîn dunya bi zîyneta biharê
- Kebkê(kew) d'muvvetten çiya wêt jor da hatin xarê
- Dş xeberdim ji hemiyan hind bû medhê adarê
- Nîsan bi lutafet e bi kevî yû kaniyan
- Kêrî bûne cinnete bi qudreta rebbaniye
- Çi xelkî bê îbret e dana be nêv şahiyan
- Şahî û sefa û sirûr ew sabitin d'biharê
- Çiya girîyan di me'mûr di nevşêt cûybarê
- Zahir bû cumle mestur d'meha paşî Adarê
- Cobar û bax û bistan kamil bibûn tevav e
- Şehlûl û 'endelî bûn meşyane hatin nav e
- Cevvab bibine reqîban wal' nêrgiza xunav e
- Nêrgiza bişkoj daye sosin hem xûrûş e
- Lale pur cefa ye sunbul bi qeba poş e
- Biharekî i'ila ye sosin zêrîn girş e
- Sosin di nav baxan zan zor digrin xunavê
- Nêrgizê ser çiqande qedeh pur bû ji avê
- Sîmen wereq nîşan da 'eksî li neqşê avê
- Neqşî kirin cûybar bela çû werda exder
- Sinober û gulbihar kulîlkêt mu'enber
- Gulşilêl û lalezar nîsanokên di ehmer
- Ehmerî sorî tarî daxa li ruyê lale
- Zervişan bû xumarî şebnem lê bûye jale
- Irqçîn bûn biharê bi qurmiz şîn û ale
- Qurmiz û şîn û sefîd mulebbes bûn kuhsar
- Keskî seraser demîd teyyibe bûn cûybar
- Fezleke pake se'îd muferreh bûn mêrxuzar
- Muffereh bûne zînî turazînî dibin xweş
- Pak xemilîn bi şînî kesk û zer û al û reş
- Pîvazî yû yasemîn girik gêran muneqqeş
- Neqqaşî gêra qelem resand şebrîza şîne
- Gerdena vvekû 'elem ji bin befrê hilîne
- Beybûn bibûn der qedem lazimêt êk dimîne
- Beybûnokêt nihala jê têt bêna mu'enber
- Gerden ji reng piyalan dirrêj in miskê ezfer
- Nezer da ev cîbalan mukemmel bûn sor û zer
- Sor û zerê semawî çiya kirin 'eyane
- Bi narincî yû mawî kulîlk kirin beyane
- Du meh d'çûne musavvî xelas bibû Nîsane
- Di vê meha Nîsanê bûne selatîn cebel
- Dahat meha Gulanê roj hate j'burca h'emel
- Xoş bû weqtê seyranê dunya bûbû mukemmel
- Dunya bûbû bişrûne turazîn bû dila ra
- Bi emrê "Kaf" û "Nûn"ê werandin 'enber sara
- Bi 'etrî şah bûne çîmen li wan nizara
- Nizar ku bûne xara beroj ku bûne etles
- Reşandin 'enber sara ji zer camî museddes
- Di mexrib û sehara ve ezman hate exres
- Exres ku 'endelî bûn kebkê di kuhsaran
- Di subha evvvvelî bûn êvaran car û baran
- Şehlûl û 'endelîb û bilakutka beyaran
- Bilakutk û 'endelî pur ji neqşî selîm in
- Dixûnin subha ewwelî di zikrê şahê 'elîm in
- Şebî gulî bilbilî e aşiqê nesîm in
- Nesîm bi weqtê seher dixşêt li teyibatan
- Sik li dîmaxê esfer êk e ji mu'cîzatan
- Bi keskî nivîsî mexder tuxra sirrî beratan
- Tuxra ku zer nîşan kir dav bilbilê malxirab
- Seba 'enber vişan kir mînayî reng da civvab
- Gulê xunçe 'eyan kir bi hal û xef da civvab
- Ez sorgula bi naz im me mesken sehen bax e
- Sed car ku ez mecaz im dilê te vetnim dax e
- Keşfa cemî' razim meftûh her dîmax e
- Dîmax sote bilbil ji bihna min dinalin
- Çîçek û terh û sinbil hindî zehr li bal in
- Av û hevva di daxil di bezma lîsanê hal in
- Bi lîsan halê tiyûr in seyrangeha nexmesaz
- Lale kevî di hûr in zînet li baxê mecaz
- Enber û 'ud û kafur tawûs û zax û şehbaz
- Şehbazê emrê ehed felek kirin neylîgun
- Daniya ferşê zumerred reqem kirin "Kaf" û "Nûn"
- Nuqteyê ma la 'eded bi nexme ma yeştehûn
- Bi nexmeyê tesbîhan ve ezman tên tuyûre
- Ji exres û fesîhan pakî dibit zuhûre
- Ji Musa yû Mesîhe da'î bi xo Mensûre[1]