Şêx Esadê Erbîlî

Alimê kurd

Şêx Esadê Erbîlî (1847, Hewlêr - 1931 İzmir, Tirkiye) helbestvanê kurd e. Yek ji wan mirovên ku Neqşîtî daya dest pê kirina. Malbata wî ji aliyê vê de û ji aliyê bav ve ji şêx bû. kalkê wî Şêx Hideyet mirovekî ku pir mezin bû. Demeke di dergeha xalifetiyê de ji rûniştiya. demekê li cizîre bota û li cem mala kalkên Şêx Ehmedê Xaznewî ji maya. Piştre careke dî vegerehe ya Erbilê. Ew bixwe ji kurdê Erbîlê bû. Dema ku mirov li dîrokê Şêx Esadê Erbîlî dimeyîzenê, mirov pêre bi mirovên xwe re bi welat parastiyekê pêre dibîne. Wî rasti di li hebûne xwe xwedi derketinê de di dît. Ji ber vê yekê pir tişt ji hatina serê wî. Şêx Esadê Erbîlî, rêzeke mezin jê re ji nav xelkê hebû. Ji ber ku li herêmê Sêrtê û wan deran tirba Weysel Qaranî hebû û hinek mişahîxên yên din ji hebûn, ew hertimî ku derfet didît dihata wir. Li wir, gelek caran maya. Bi xwe, bi bûya şahidê çûne Abdulhemid ya ser kurdan ji.

Şêx Esad Erbîlî
Jidayikbûn1847
Hewlêr, Başûrê Kurdistanê
Mirin1931
İzmir, Tirkiye
PîşeTefsîr, Wêje
BandorbarElî Herîrî, Mewlana Xalidê Kurdî
BandorkerSeîdê Nûrsî
biguhêreBelge

Li hember wê ji rabû ya. Ji ber vê yekê hatina wê herêmê weke Sêrtê yên din ku mişahîx lê hene, jê re bûbû qedexe. Lê ew li wan qedexeyan na hisêne û careke dî tê. Bi vê yekê re ji aliyê Abdulhemid ve( di 1900an de) tê girtin û tê surgun kirin. Lê ew li vê yekê, dise nahisêne û careke lî cihê ew ku ew di şênine ser jê tê Erbîlê û li wir jiyana berdewam dike. Li wir, çend ku Osmanî serdest ji bana, zêde wilo nikaribûn ku herine ser wî de. Ji ber ku şêx bû û xalkê pir bawerî pê dihanî. Lê bi Abdulhemid re rêveberiya Osmaniyan ew dabûbû ber xwe. Di çûne ser wî de. Lê wî li vê yekê ne hisand û li herêmên ku wê çûbane de diçûyê de. Ew bixwe, mirovakî ji wan mirovên ku hîmê Neqşîbendîtiyê avêtiya. Seîdê Kurdî ji pir bi pê bawer bû. Hizre wî, pir qadr didayê de.

Ya rasti ku mirov, li jiyana wî dimeyîzenê, mirov bandora wî pir mezin dibîne. Di deme ku ew jîn dike de ji, Osmanî her çend ku her weha li hemberê wî ne ji dixwezin ku jê îstîfede bikin. Her çend ku ne li cem wan ji bê, Osmanî ji bo wî, di nav xelkê dibêjin ku aliyê me ya. Bi vê yekê re ne tenê di nav xalkê de serekê hinek eşîran ji di deme şerê serkevtinê de bi kar tênin. Ew ku bi vê yekê di hisihê dixwaze ku careke dî werê Bakurê Kurdistanê û rastiyê bide fahmkirin. Lê Osmanî ji bo ku vê yeka xwe bibin serî, nahêlin ku ew werê hundûr. Hin mirovên ku ew dişêne, weke mîrîdên wî ji, têne girtin û têne bidar ve kirin. Di rewşa dawiyê de ew kurê xwe Şêx Ali Xalik dişêne. Ew tê girtin û li ser navê gotinê derdixin ku ´ew yek ji wan mirovên ku di Menemenê de pêşengti kirya´ û wî ji bi vê yekê re bidar ve dikin. Hê ku kurê wî tê girtin, ew fahmdike ku wê kurê wî girin û kujin. Ew ji dicih de tê Sêrtê. Lê hê ku ew nagihê Sêrtê, kurê wî derdixine dadgehê û biryara wî ji didin. Haya ku ew diçê Stembolê, kurê wî tê bidar ve kirin. Ew demekê li wir dimîne. Piştre dike ku di nav kurdên li wir de xwe bide nasîn û rastiyê bêje. Bi vê yekê re, ew ji tê girtin. Ew, dema ku tê girtin, yên ku pêre ne, di cih de li cihê xwe, têne kuştin.

Lê wî li wir na kujin. Wî dibin û weke ku wî şêx Elî Xalik di derizênin û piştre cezayê îdamê lê di birrin. Ji ber ku deme ku tê derizandin, xaber digihê mirovan û pir mirov bertekên xwe didina nîşandin. Bi vê yekê re ji xelkê tê gotin ku cezayê şêx bûya mihabbed û piştre wê bê berda´. Lê wilo nabê. Piştre wî ku hê li ser xwe ya, dibêjin ku nexweş ketiya û dibîne nexweşxane. Li wir, çend ku ew dibêje ez başim ji, ew wî ne berdin. Li wir, bidana jahrê re wî li wir dikujin. Ew ji li wir tê kustin. Piştre ku malbat û xelkê tê ku naşê wî dixweze, xelkê û nasên wî û sofî û miridên wî, rastî herîşan tên. Piştre tê gotin ku naşê wî birina Menemenê. Lê ji ber çi birina wir ji, ti bersiv nayê gotin ji ti kesekî re. Ji ber ku ew şêx bû û bandûra wî li ser xalkê pir bû, piştre gotina ku li ser navê wî û devê wî tê gotin ku wî piştgiriyeka ku pir mezin dayatêkoşîna ku bi M. Kemal Ataturk re dest pê kiriya. Lê di rastiyê de ev yek ti carî ne rastê... Di deme ku kurê wî tê idam kirin, ji bo ku bingihê wê idamê çêkin, çapemenî ji pir diavêje ser wan. Pir hariyê li wan dixe. Pir navê wan dike ku bilewitênê. Gelekî li ser wan di nivîsênin. Kurê wî, dema ku her weha çapemenî bidest çûne ser wan dike, dike ku xaberê bişêne ji xelkê xwe re ku li ber wê rabin ku şerefe xwe xilas kin. Lê weke ku tê gotin ew wê derfete nabinê. Ew di rastiyê de xaberê di şênne derve. Lê rayaderên tirk pê dihisihin û yên ku agahî hildana ji, piştre ti agahî ji wan ji dernekeve. Ya rasti ku mirov dibîne, bûyara Menemene, weke dageriyeke destpêka "iltica"yê tê nişandin. Lê wilo xuyadike, ku hîmê tê kolandin, bûyareka çûna ser kurdan derdixe hole.

Biryara Şêx Esadê Erbîlî vê yekê nîşan dide. Şêx Esadê Erblîlî xwest ku li ber çûna wan ya li ser kurdan rabê. Ew leşkerê ku bi nav dibêjin Kubîlay, li Kurdistanê vatinî kiriya û gelek kurd wî bixwe bidestê xwe kuştina. Lê ev yek û dokumentên ku wî li Kurdistanê vatinî kiriya, ji ber dest hildan. Êdî têne weke bûyareka olî bi çepemeniye çûna ser de. Di wê demê de, di dema komarê de pêvajoya bişavtinê dihata kurkirin. Kurdan ji, ev yek hîs dikir. Lê ber vê yekê dirabûn. Şêx Esadê Erbîlî biqasî ku mirov jê fahmdike, wî ev yek dîtiya û li ber wê xwestiya ku rabê. Rayadarên komarê ji ev yek didît. Weke wî, ku mirov wê demê lêkolîn dike, mirov ji wê politikaya komarvanan nexweşiyeke dibîne. Li ber wê rabûn, weke li ber komerê tê vegotin. Lê di vir de, mirov pêvajoyeka ku ji deme Şêx Seîd û ta dama Zenosîde Dersimê, dibîne. Ji xwe, piştî wê demê, êdî hema bêja li Kurdistanê bêdengî çêdibe. Seîdê Kurdî ji vê yekê dibîne û dibêje kurdan rabin ser xwe li ber vê gotine wî.

Lê ew ji ji ber vê yekê biryara surgunkirina wî derdikeve. Li Kurdistanê bi şandina misilmanan ser êzîdî û ne misilmanên din de û piştre bi rewşên weha serweriya xwe serdixin. Şêx Esadê Erbîlî vê yekê dibîne. Li ber vê yekê di rabê. Bi qasî ku li gor hinek gotinan tê gotin ku Şêx Esadê Erbîlî, dema ku diçê Stembolê, ji ber ku ji navende Osmaniyan bixweze ku jiyaneka wekheviye damazirênin û rêze ji nirxên kurdan re bigirin. Li ser vê yekê bi qasî ku tê gotin niqaşên wî ji hene, bi wan re. Lê hiç bahsa van nayê kirin. Kurê wî, pêşî tê idamkirin. Ji ber ku ew weke serekeyekî dihata dîtin. Nêzîkî 5 hezar mirov li ber destê wî amede bûn ku ji bo wî herine mirinê. Ji xwe, pirtî idama wan ji, çûna ser wan çêdibe. Gelek ji wan têne kustin û gelek ji wan ji ta naheka aqîbata wan ne kifşa, ku çi ji wan hat. Windadibin.

Şêx Esadê Erbîlî, mirovekê ku pir zane bû. Xwedî diwan bû. Pir qasîdên wî yên di nav xalkê pir dihatina gotin hebûn. Ew li ser hizrê Elî Herîrî pirtûkek ji nivîsandibû. Lê ew pirtûka ku tê gotin ku wî nivîsandiya, hatiye windakirin û haya naheka ti kesekî ji ew li ti deran ne dîtiya. Li Erbîlê li dergaha xwe ji tê gotin ku gelek nivîs û pirtûkên ku wî nivîsandina hene. Her weha pir bahsa hizre wî tê kirin. Li ser wêja û hizre kurd û Kurdistanê wî hinek pirtû ji nivîsandina. Şêx Esadê Erbîlî, her weha li bendî rast têgihiştin û anîne xwe ya li ser zimana. Biwasî ku tê gotin, Şêx Esadê Erbîlî, Nêzîkî 29 pirtûk û 2 pirtûkên ku ji qasîdên wî ku di nav xalkê de yên ku weke miridin jê re bi berhev kirina hene. Wî wêje kurdî ji pêvajoyake anîbû pêvajoyakê, Hinek sedeme kuştina wî yek ji vê bû. Piştre ji xwe, aslê pirtûkên wî hemû ji hatina windakirin û li ser navê wî hinek pirtûk weke yên derketina hole. Wê bixwe, îlhameka mazin dabû Seîdê Nûrsî.

  • Kenzu'l îrfan
  • Mektûbat
  • Risaleya Esadiyye
  • Dîwan

Çavkanî

biguhêre