Mustafa Kemal Atatürk
Mustafa Kemal Atatürk (bi kurdî: Mistefa Kemal Atatirk)[1] (jdb. 1881 li Tesalonîkî - m. 10ê çiriya paşîn a 1938 li Stembolê) yek ji avakarên Komara Tirkiyeyê û serkirdeyekî siyasî yê bijarte yê di dema avakirina komarê de bû.
Mustafa Kemal Atatürk | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn |
Ali Rıza oğlu Mustafa (Mustafa kurê Ali Rıza) 1881 |
Mirin |
10ê çiriya paşîn a 1938 Stembol, Tirkiye |
Esil | Tirk |
Pîşe | Ramyar, serokkomar, fermandar |
Dê û bav |
|
![]() | |
biguherîne![]() |
Serokê yekem Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê ye. Ji sala 1923an heta mirina wî di 1938an de serokkomarê Tirkiyê bû. Wî xwe wekî neteweperestekî tirk destnîşan kiriye.
Atatürk û mafên sivîl û siyasî yên kurdan û hindikayiyên din ên komara tirkîBiguherîne
Di dema wî de şerên tund li dijî kurdên Tirkiyeyê rû dane û dewleta tirk dest bi siyaseteke asîmîlasyona aborî, çandî û zimanî ya beremberî kurdan kiriye. Di 1931ê de bi awayekî fermî hatiye ragihandin ku dewleta tirkî li bin rejîmeke yek-partiyê bû. Ev îdeolojiya dewleta tirk a Atatürk "kemalîzm" an jî "etatirkîtî" (bi tirkî: Atatürkçülük) tê navlêkirin[2].
Serhildana Şêx Seîdî, 1925Biguherîne
- Gotara bingehîn: Serhildana Şêx Seîdê Pîranî
Serhildanên Agiriyê, 1926-1930Biguherîne
- Gotara bingehîn: Serhildanên Agiriyê
Serhildana Dêrsimê ya Seyid Rizayî, 1937Biguherîne
- Gotara bingehîn: Serhildana Dêrsimê
Atatürk û mafên sivîl û siyasî yên jinanBiguherîne
Li aliyê din jinên tirk di pêşiya serokatiya Atatürk de li pêşberî gelek welatên rojavayî mafên sivîl û siyasî wekhev wergirtin.[3] Bi taybetî, di hilbijartinên herêmî de ji hêla Actêra No. 1580 di 3ê nîsanê 1930an û çend sal şûn da, di 1934an de, destûrnameya tevahî ya gerdûnî, zûtir ji piraniya demokratên din ên cîhanê.[4]
Mirina wîBiguherîne
Mustafa Kemal Atatürk di 10ê çiriya paşîn a 1938an de li seraya Dolmabahçe ya Stembolê ji ber kezebreşiyê (sîroza kezebê) mir[2].
Mijarên têkildarBiguherîne
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ Aras, Ramazan (2013). The Formation of Kurdishness in Turkey: Political Violence, Fear and Pain. New York: Routledge. r. 129. ISBN 978-0367410384.
- ↑ a b Erik J. Zürcher (1993). Turkey: A modern history. I.B. Tauris & Co Ltd, London.
- ↑ Mastering Modern World History by Norman Lowe, second edition
- ↑ Türkiye'nin 75 yılı, Tempo Yayıncılık, İstanbul, 1998, s. 48, 59, 250
Girêdanên derveBiguherîne
Ev gotar şitlekê girêdayî li ser siyasetmedarekê/î ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |