Sabiha Gökçen (z. 22'ê adarê, 1913 li Bursa - m. 22'ê adarê, 2001 li Enqere), yekemîn pîlota şerê ya Tirkiye û cîhanê ye.

Sabiha Gökçen
Sabiha gokcen2.jpg

Dê û bavê wê û hemî xizmên wê di Komkujiya Ermeniyan de hatine kuştin. Ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dîlgirtin û mezinkirin. Di sêwîxaneyan de hatiye xwedîkirin û di sala 1925'î de ji aliyê damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Atatürk ve wekî "keçika manewî" hatiye hilbijartin. Atatürk ew parastiye û bi fermana Atatürk perwerdeya pîlotiya şer dibîne û bi fermî dibe yekemîn pîlota şer a cîhanê.

Bombebarankirina sîvîlên DêrsimêBiguherîne

Di Komkujiya Dersîmê de cih digire û gundên Kurdistanê bombebaran dike. Tê zanîn di Komkujiya Dersîmê de nêzîkî 90.000 kurd tên kuştin û bi gotina Gökçen "Heger hemî nebin jî ji nîvê pirrîn bi destê Gökçen hatine qirkirin"[çavkanî pêwîst e]. Serhildana Dêrsimê zû vedabû û ji bo şerê ezmanî ti amadekarî nebûn. Balafiran zora serhildêran dibir û pirranî bi hêza balafiran û bombekirina sîvîlan serhildan têk çû.

Keça ermenî ya AtatürkBiguherîne

Gökçen li Tirkiyeyê wekî "Lehenga tirk, diya tirkan, keça Atatürk" tê binavkirin û navê wê dane gelek kolanan û balafirgehan. Li ser navê wê dibistanên perwerdeya şer didin hatine vekirin. Wê 22 cureyên balafiran ajotiye û bikaraniye. Li ser alîkariya YKSS bo komara nû ya tirkan, li YKSS'ê perwerdeya taktîkên şerên ezmanî dîtiye. Ji aliyê dewleta Tirk ve xelata xizmeta bilind wergirtiye.

Rûdana Ermenîbûna GökçenBiguherîne

Heya salên 90'î kesê nedizanî ku Gökçen bingeh Ermenî ye û dê-bavê wê di komkujiya Ermeniyan de hatine kuştin. Rojnamevanê navdar ê Tirk Uğur Mumcu cara pêşîn ev yeka han diyarkir[çavkanî pêwîst e]. Piştre Gökçenê bi xwe jî di hevpeyvînan de ev yeka han pejirand. Herçendî hin nîjadperestên Tirk hêj jî vê yekê înkar dikin û navên misilmanan ji dê û bavê wê re dibînin jî, wekî wê diyarkiribû, ew keseka bingeh-ermenî bû û xwe êdî wekî tirk dipejirand.

ÇavkanîBiguherîne