Selanîk
Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin.(gulan 2024) |
Selanîk an jî Tesalonîkî (bi yewnanî: Θεσσαλονίκη, lat. Thessaloníki, bi tirkî: Selanik), bajarê mezin yê duyê û paytextê devera Makedonyayê ya Yewnanistanê ye. Ji Selanîkê re dibêjin 'symprotevousa' anko tevpaytext, ji ber dîroka wê ya dirêj û giringiya wê ya stratejîk û aborî. Bi awayekê gelek fermîtir ji Selanîkê re dibêjin "Paytextê Karûbarên Kultûrî". Selanîkê 13 şehredarî hene û li gorî serjimêra 2001ê, hijmara akinciyên wê 809.457 kes in. Selanîk bajarekê bibizav û jîntijî yê Yewnanê û yek ji pêvendgeh (hub)ên rojhilata Ewropayê e. Du zanîngeh li vî bajarî hene û hijmareka mezin ji akinciyên bajarî xwîndinkarên zanîngehan in. Gelek kar û şûnwarên nijyarvanî (arkitekt) a bîzantî û osmanî yên dîrokî li vî bajarî hene.
Selanîk Tesalonîkî Θεσσαλονίκη (Thessaloniki) | |
Selanîk
| |
(Ala) | |
Damezrandin 315 bz | |
Kargêrî | |
---|---|
Dûgel | Yewnanistan |
Welat | Yewnanistan |
Herêma erdnigarî | Makedonyaya Navîn |
Parêzgeh | Selanîk |
Şaredar | Yiannis Boutaris |
Demografî | |
Gelhe | 800.764 kes[1] (2007) |
Berbelavî | xxx kes/km² |
Erdnîgarî | |
Rûerd | 111.703 km² km² |
Koordînat | 40°38′21″Bk 22°56′40″Rh / 40.63917°Bk 22.94444°Rh |
Dem (UTC) | UTC+2 |
Agahiyên din | |
Koda postayê | 53xxx, 54xxx, 55xxx, 56xxx |
Koda telefonê | 231 |
Malper | www |
biguhêre |
Dîrok
biguhêreÇaxa yewnanî anko helênî
biguhêreLi sala 315ê berî bûna Îsayî, bi destê Kasanderê şayê Makedonê li ser cihê bajarê kevnê Termayê û gundên derdora wê hat avakirin. Wî navê bajarî ji ber navê jina xwe[çavkanî hewce ye] (Tesalonik a kîja Îskenderê Mezin) kir Selanîk. Îskenderê Mezin jî navê keça xwe ji ber serkevtina xwe bi ser gelê Tesalînî hilbijart bû. Ev bajar gelek zû mezin bû û mîna hemî bajarên dî yên makedonî yên wî çaxî perlenana xwe û nîv-xwe-serîyek hebû.
Çaxa romanî
biguhêrePiştî herifyana Împeratoriya Makedonê li sala 168ê berî bûna Îsayî, Selanîk kevt bin destê Komara Romê.
Çaxa bîzantî
biguhêreDema Împeratoriya Romê dabêşî du parên rojavayî û rojhilatî bû, Selanîk kevt bin destê Împeratoriya Romê a Rojhilat anko Bîzansê.
Çaxa osmaniyan
biguhêreDema Împeratoriya Bîzansê nikarebû Selanîkê ji êrîşên osmaniyan biparêzit, bajar firot vênîziyan (venedîkiyan). Venîzî (Venedîk) jî li beranberî osmaniyan şkestin û Selanîk piştî sê rojên dorgirtinê li 29ê adara 1430ê kevt bin destê siltan Mirad II.
Çaxa nû
biguhêreLi roja 26ê çiriya pêşîna sala 1912ê, piştî şerê Balkanê yê yekem ji destê osmaniyan rizgar bû û gehişt Yewnanê.
Çavkanî
biguhêre- "Thessaloniki and the Bulgarians: history, memory, present". Солун и българите - история, памет, съвремие (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2023.
Girêdanên derve
biguhêreLi Wikimedia Commons medyayên di warê Selanîk de hene
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |