Taharê Biro nivîskar û wêjevanekî Kurd e. Malbata Tahirê Biro di sedsala 19an de ji ber zilm û komkuştina Roma Reş ji herêma Qersê revîne û çûne Ermenistanê li Gundê Kaniya Kor/Şênkanî binecih bûne û li wir jiyana xwe domandine. Tahirê Biro jî di roja 21ê meha berfanbara sala 1923yê de li Gundê Kaniya Kor/Şênkanî ji dayik bûye. Piştî sê mehan ji dayikbûna Tahirê Biro Malbata wan dîsa mala xwe bardikin diçin bajarê Tîflîsa Gurcistanê û li wir cîwar dibin. Tahir li wir di nav zarokên bajarî de mezin dibe, û li wir destpê xwendinê dike. Di sala 1948an de jî koleja mamostetiyê diqedîne û di heman salê de dizewice, paşê li balafirgeha Gurcîstanê dest diavêje hînbûna teknîkî û derbasî Ûkraynayê dibe.

Taharê Biro
Jidayikbûn21ê Berfanbara 1923yê - Gundê Kaniya Kor/Şênkanî - Ermenistan
PîşeEndazyar, Nivîskar/Wêjevan, Nûçevan
Zimanê nivîsinêkurdî rûsî, gurcî, ûkraynî, ermenî
NeteweKurd
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Xebatên Wî biguhêre

Tahirê Biro di temenê xwe yê 18an de dest davêje Wêjeya Kurdî û pirtûka xwe ya pêşîn di sala 1954an de bi helbestên zimanê Kurdî diweşîne her wiha bi zimanên wek Rûsî, Gurcî, Ûkraynî, Ermenî û Azarbeycanî jî helbestan dinivîse her wiha dîsa di rojnameya Riya Teze de nûçevaniyê jî dike. Ev kesayetê têr û tije di sala 1967an de bi zimanê Kurdî şanoyeke bi navê Memê û Eyşê dinivîse û diçapîne.

Berhemên Wî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Saxniç, Feqî Huseyn, Portreler, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2001
  • Uzun Mehmed, Antolojiya Edebiyata Kurdî, cîld 1, Weşanên Tum Zamanlar, Stenbol, 1995
  • Saxniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2002