Fatma Savcı
Fatma Savcı, anku Fatma Savcî, helbestvan û nivîskareke kurd e ku di sala 1974an de li gundê Girê Mîran ê Nisêbîn ji dayika xwe bûye.
Zarokatî
biguhêreBav û kalên wê ji Hêştrekê, gundê Midyadê ne. Li gundê Girê Mîran dibistana bingehîn xwendiye. Tevlî têkoşîna doza azadiya kurdan bûye.
Salên li girtîgehê
biguhêreDi sala 1992an de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dûgela Tirk ve hatiye girtin. Cezayê panzdeh salan wergirtiye. Diwanzdeh salan di girtîgehên wekî Colemêrg, Elezîz, Çanakkale, Stembol, Mêrdîn û Mîdyadê de maye. Di zîndanan de dest bi nivîsandina helbestan kiriye.
Helbestên wê
biguhêreHelbestên wê di gelek kovar û malperan de wekî Jiyana Rewşen, Azadiya Welat, Tîroj, Peyv, Kovara W, Hîwa, Mavî ve Kent hatine weşandin.
Niha
biguhêrePiştî diwanzdeh salan di sala 2003an de ji girtîgehê hatiye berdan. Niha li Stembolê dijî û nivîsandina xwe ya helbest û pexşanên wêjeyî didomîne.
Berhem
biguhêre- Gulên Qasid -helbest- Weşanên Avesta 2006
- Xewnên Zîvîn - helbest - Weşanên Avesta 2007
- Bîra Birînê - helbest - Weşanên Avesta 2010
- Şewq û Payiz - ceribandin - Weşanên Avesta 2011
- "Ristika Morîkan"- Çîrok- Weşanên Avesta 2012
- "Rojnivîska Rovaja-Ber Binxetê ve" Weşanên Avesta 2012