Yarsan
Yarsan anjî Ehl-e heq (bi farisî: اهل حق), navê dînekê kurdan ê kevin e li Kurdistanê û Rojhilata Navîn.
PeyvnasîBiguherîne
Ji bo kesên girêdayî dînê Yarsan ev peyvên li jêr tên bikaranîn;
Kesên pîrozBiguherîne
- Siltan Sahak damezrînerê vî dînî ye
- Baba Yadegar
- Yarsan ango Ehl-e Heq ji aliyê rejîma Tehranê ve weke Şîiyan tên bi nav kirin, lê ew ji bo pêkanîn û pratîka ola xwe terîqeta mîstîk a Nuralî Îlahî û bavê wî Hajj Nematollah dişopînin. Nûr Elî Îlahî pirtûka pîroz Burhan nivîsiye, ku weke pirtûkeke ola Ehl-e Heq tê dîtin.
Ji bo Yarsanan Tirbeya Siltan Sahak cihekê pîroz e. Ev tirbe li Şêxan (Pawe) ye. Her wisa Tirbeya Baba Yadegar jî pîroz e ku ew jî li Dalahû ye.
Pirtûkên pîrozBiguherîne
Navê pirtûka pîroza yarsaniyan Serencam e.
Bawerî û rîtuelên olîBiguherîne
Di baweriya Yarsanan de reenkarnasyon (tenasûh) heye û di wê baweriyê de ne ku Elî vegeriye dinyayê. Ev nêrîn Yarsanan ji Şîîyan cuda dike.
DîrokBiguherîne
Dînê Yarsan di sedsala 15ê de ji aliyê Siltan Sahak an jî Siltan Îshaq ve hate damezrandin.
CografyaBiguherîne
Hejmara Yarsaniyan li gor hin kesan 4 ji milyonan zêdetir e, piraniyan wan li parêzgeha Kirmanşan a Îranê dijîn. Hejmarek ji wan jî e ku Kakêyî tên navkirin, nêzîkî Kerkûkê bi cîh in. Lê li gor hin çavkaniyan hejmara wan ji milyonekê kêmtir e û civateke wan a girîng li Tehranê, û çend Êlen Yarsan li Bahdînan bi Navê Şebek û Sarlî jî hene.
GelhenasîBiguherîne
Yarsan Hewramî, Soranî, Kelhurî, Lorî û Lekî diaxivin (zimannas Hewramî û sê terîqetê wan yên ku ji hev gelekî chê ne hene.
CivakBiguherîne
Gelek ronakbîr Yarsaniyan û Êzidiyan wek hev dibînin.
Rejîma Komara Îslamiya Îranê Yarsan wekî oleke serbexwe qebûl nake û lewma herdem ji aliya parêzerên mafên mirovên cîhanê rexne lê dê girtin.
Gelek caran xwepîşandan û têkhelçûn navberî xelkê Yarsaniyan û Komara îslamiya Îranê diqewme.
ÇandBiguherîne
Her wisa binêreBiguherîne
- Kakeiyye Hareketi: [1]
- Hüseyin Deniz, “Kakailik ve Alevilik”, Dersim Araştırmaları Merkezi, erişim
12 Haziran 2017, http://www.dersimarastirmalarimerkezi.com/kakailik[Girêdan daimî miriye]