Sarlî

şîreke kurdên yarsan e

Sarlî an Şarlî eşîreke kurdên yarsan e. Sarlî li 17 gundên deşta Qereqoşê li başurê herêma Bahdînan dijîn. Dîsa li rojava bajarê Mûsilê jî çend gundên sarliyan hene. Ev eşîr wek kakêyî tê zanîn. Sarlî devokek zaravayê Hewramî (Gûranî) diaxivin.[2]

Eşîra Sarlî
Agahiyên gelemperî
Esil Kurd
Ziman Hewramî (Sarlî, Şebekî), Soranî
Herêmên dîrokî Germiyan
Belavbûn Hewlêr
Behdînan
Demografî
Gelhe 23.000[1]
Bawerî
Dîn Yarsantî

Nav biguhêre

Sarlî an şarlî navekî henekî yê ku cîranên sarliyan li wan kirine ye. Sarlî bixwe vî navê red dikin û ji xwe re dibêjin kakêyiyên ji êla bacelan. Goya navê sarlî ji «şerat lî», yanê «bihuş bû ya min» hatiye afirandin. Cîranên wan îdia dikin ku şêxên sarliyan di demên borî de, cîh di bihuştê de firotinibûne murîden xwe, ji ber wî ji wan re bi henekî «şerat lî» gotine. Şeratlî di çerxa demê de bûye sarlî.

Dîrok biguhêre

Gorî dîroka devkî ya sarliyan ew şaxeke êla kurdan a bacelan in. Bacelan êleke mezin li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne û di heterodoksiya olî ya di nava gelê kurd qenebe nomînel pêwendî ne. Li Mûsil terîqeteke şiîtiye ya aşirî bi navê Bacewenî heye, ya ku bi êla bacelan re tekildar e. Bacewenî û sarlî cîranên hevin û eynî zaravayê diaxivin, belê aliyê olê de hinek cûdayiyên wan hene. Paşbendika -wenî taybetmendiyeke navên eşîrên lek e. Herwiha li Lekistanê êleke bi navê bacewenî dijî, belê teoriyên derbarê hêla hatina wan tiştekî vebir nadin dest. Hinek dibên Bacewanî ji Mûsilên koçê Lekistanê bûne yên din bawer dikin ku baceweniyên li Mûsilê ji êla hemannav a li Lekistan veqetiyan e. Çibe jî navê vê êlê bi heterodoksiya olî ve li Kurdistanê girêdayî ye.

Çavkanî biguhêre