Şiîtî

mezhebeke îslamê
(Ji Şiî hat beralîkirin)

Şiîtî[1], şîa[1] (bi erebî: شيعة‎, lat. shī‘ah) piştî sunîtiyê mezhebê duyem ê dînê îslamê ye.

Şiîtî (rengê heşîn); sunîtî (rengê kesk) li cîhanê.
Mizgefta Îmamê Elî li Necefê (Îraq). Gora îmamê yekê yê şiîtiyê li vir tê dîtin.

Ji kesên ko baweriya wan bi şiîtiyê ra heye şîa dibêjin. Nêzîkî 10% ji misilmanên cîhanê li ser mezhebê şiîtiyê ne û piraniya wan jî li welatên wekî Îran, Azerbaycan, Îraq, Sûrî û Libnanê dijîn. Şiîtiya ku xelik zêdetir diniyasin Şiîtiya Dozdehan (Şiîtiya Dozdeh Îmaman) an jî Şiîtiya Îsnaeşeriyê ye. Lê, rêçikên dî yên mîna Şiîtiya Heftan (Şiîtiya Heft Îmaman) an jî Şiîtiya Îsmaîliyê û Şiîtiya Pêncan (Şiîtiya Pênc Îmaman) an jî Zeydîtî jî hene. Hindek rêçikên dî yên mîna Elewîtî û Dirûzî jî hindek rêçikên nerasterê (ne ortodoks) yên şiîtiyê ne. Piraniya elewiyan li Tirkiyeyê û piraniya dirûziyan jî li Sûrî û Libnanê dijîn. Dûra Îsmaîlî jî li dewleta Hindistan, Pakistan, Efxanistan û Tacîkistanê dijin. Zeydî jî yek ji komela şîayan in û tenê li welatê Yemenê dijîn.

Şiîtî li ser lihevnegiritna misilmanan li ser cêgiriya pêxemberê îslamê, anko xelîfetiyê peyda bû. Şia bawer in ko dibê li paşî mirina Muhemmed dibê li şûna Ebûbekir, Elî bibûya xelîfe. Cidatiyên navbera şiîtî û sunîtiyê bi dirêjahiya 1400 salên bihurî gelek ji vê yekê zêdetir bûne. Di gelek parên baweriya îslamî da niha şia û sunî wekî hev nafikirin. Ji ber nerazîbûna dîrokî ya şîayan li ser cêgiriya pêxemberî, ew dijberî hemî desthilatên îslamî yên van 1400 salên bihurî, nemaz xelafeta Emewiyan, xelafeta Ebasiyan, xelafeta Osmaniyan bûne. Şîayên Fatimî heyamekê li bakurê Afrîkayê desthilatdarî kir. Zanîngeha el-Azher ya bajarê Qahîreyê yadgara wî çaxî ye.

biguhêre

Peyva shī‘ah ji erebî shī‘at Alī ("partî an koma Elî", "desteka Elî"); kesên ko xwe ji koma giştî cuda dikin. Bi vê ramanê şia ew kesên ko xwe jibo alîgiriya Îmamê Elî daye aliyekî û xwe ji koma misilmanên dî cudakirî.

Roj û cejnên girîng

biguhêre

Têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Zana Farqînî, Ferhenga kurdî-tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stembolê. Zana Farqînî (2000). Ferhenga mezin tirkî-kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stembolê.
  • Gibb, H.A.R. & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden. ISBN 9004 00681 8 (ji bo sererastkirinên bikarhêner MikaelF)

Girêdanên derve

biguhêre