Zanîngeha Elezherê
Zanîngeha Ezher an jî Zanîngeha Elezher (bi erebî: جامعة الأزهر الشريف) zanîngeha herî pêşîn ya Misirê ye û navdartirîn zanîngeha Îslamî li cîhanê ye. Ev zanîngeh piştî Zanîngeha Qerewiyîn li Mexribê kevintirîn zanîngeha cîhanê ye ko hêşta berdewam e.
Zanîngeha Elezherê | |
---|---|
| |
![]() | |
30°03′25″Bk 31°18′57″Rh / 30.0569°Bk 31.3157°Rh | |
Dûgel | Misir ![]() |
Li beşa îdarî | |
Ziman | Zimanê erebî ![]() |
Dema avabûnê | |
Bilindahî | |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |

DîrokBiguhêre
Zanîngeha Ezherê bi destê xelîfeyên Fatimî ko li sala 909ê heta 1171ê zayînî li bakurê Afrîkayê hukim dikir hat ava kirin. Fatimiyan bajarê Qahîreyê wekî paytextê xwe avakir û zanîngeh jî wekî pişkeka girêdayî bi mizgevta wê damezirand.
Mizgevt li sala 969ê hat avakirin û medrese ya ko paştir bû zanîngeha Ezher li sala 988ê zayînî hat avakirin. Xwîndina li Zanîngehê li meha Remezanê, beranberî meha çirya pêşîn ya sala 975ê bi dersdêriya miftiyê mezin Ebûlhesen Elî kurê Neimanî bi pirtûka bi navê el-Îxtîsar (anko Kurtahî)[çavkanî hewce ye] li ser şerîetê Şîatiyê dest pêbû. Paştir, dema desthilatdariya Şîeyan li wan deran nema, Ezher bû zanîngeheka Sunî û heta evro jî her wesa ye.
Biguhêre
Ezher bi erebî bi ramana herî geşbûyî ye[çavkanî hewce ye]. Heye ko ev nav ji ber hîvî ya fatimiyan bi berdewamiya geşbûn û pêşdaçûna wê bûye. Heye jî ko ev nav ji ber navê Fatîmaya dota pêxemberê Îslamê Mihemed hatibit hilbijartin[çavkanî hewce ye].
ÇavkanîBiguhêre
Ev gotara têkildarî Îslamê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |