Şebekî

Zimanek Îndo-Ewropî ya Kurdistan , binkoma Dimilî-Goranî

Şebekî, zaravayê êla Şebek a kû li Behdînan biwar e. Şebekî bi zimannasî dikare li ser kurdiya hewramî were hejmartin, belê ji ber ku gelekî di bin badora zimanên cîran de maye di navbera jêrzaravayên wê de xwedî roleke taybetmend e.

Şebekî
Şebekî
Welatên lê tê axaftin  Îraq
Herêm Mûsil, Behdînan, Kerkûk
Axiverên zimanê zikmakî 60.000
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3 sdb

Agahiyên gelemperî biguhêre

Rêziman biguhêre

Pronav biguhêre

Şebekî Hewramî Kurmancî Zazakî
1. emin, ême/homan/gişt emin/min, ma ez, em ez, ma
2. etu/etû, şime/îşima eto/to, şima tu, hun to, şima
3. ew/îne, ewşan ew, ade ew, ew/ ewan ey/ay, înan

Mînakên metnî biguhêre

Karêman hindî çi la cenabî qonsur efendî. Aro çi terefî hukmetî nereman teyandin. Me goman, cenabî qonsur efendî lame musaâde kero, ema rayenme feqîrenme, zuliman serman.[2]

Karê me hindî cenabê konsûl efendî heye. Îro ji terefê hukmetê neheqî li me hat kirin (tê anîndin). Em dixwazin ku konsûl efendî aliye me (me musade?) bike, em rayen in (cotkar in), feqîr in, zilm ser me ye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Ethnologue, Shabak
  2. ^ Oskar Mann: Kurdish-Persische Forschungen II, Mundarten der Gûran, Besonders das Känduläi, Auramânî und Badschälânî,Berlin 1930, bearbeitet von Karl Hadank.