Rexneya wêjeyî
Rexneya wêjeyî navê xebat, nirxandin û şirovekirina wêjeyê ye. Rexneya wêjeyî ya modern bi gelemperî ji aliyê teoriya wêjeyê ve tê salix dan ku gotûbêja felsefî ya method û armancên teoriya wêjeyê ye. Her çi qas ev herdu çalakî têkildariyeke nêz li bal hevdu hebin jî, rexnegirê wêjeyê her gav ne teorisyen in û heta niha jî hertim teorisyen nebûne.
Cihêbûna rexneya wêjeyî wek qadeke lêkolînê ya serbixwe ji teoriya wêjeyê an jî ji rexneya pirtûka babetê niqaşê ye. Wek mînak, Literary Theory and Criticism [1] ya John Hopkins çu cihêwaziyê naxe navbeyna teoriya wêjeyî û rexneya wêjeyî û her tim ji bo heman pêwendê têgehan bi hev re bi kar tîne. Li gorî hin rexnegiran rexneya wêjeyî emilandina teoriya wêjeyî ye, ji ber ku her tim rasterast berhemên wêjeyî re mijûl dibe, lêbelê teorî zêdetir giştî û razber e.
Rexneya wêjeyî bi gelemperî di şiklê nivîsar û pirtûkan de diweşe. Rexnegirên wêjeyî yên akademîsyen beşên wêjeyê de perwerde didin û kovarên akademîk de nivîsarên xwe diweşînin û hin rexnegirên navdar rexneyên xwe di weşanên berbelav yên wek Times Literary Supplement, the New York Times Book Review, the New York Review of Books, the London Review of Books, The Nation, and The New Yorker de diweşînin.
Dîroka rexneya wêjeyî
biguhêrePoetîkaya Arîstoteles bi awayekî zelal rehendên wêjeyê pênase dike û pirr têgehên wêjeyî pêşkêş dike ku hê jî li kar in.
Rexneya klasîk û ya serdema navîn
biguhêreRexneya wêjeyî barike qasî wêjeyê xwedî dîrokeke dûdirêj e. Arîstoteles b.z sedsala 4emîn de Poetîka nivîsiye ku digel pirraniya rexneya bi hûrgilî ya berhemên hunerî yê nûjen, tîpolojî an jî şayesandina formên wêjeyî ye.
Metnên sereke
biguhêre- Platon: Ion, Republic, Cratylus
- Aristoteles: Poetîka, Rhetoric
- Horatius: Art of Poetry
- Longinus: On the Sublime
- Plotînos: On the Intellectual Beauties
- Augustînus: On Christian Doctrine
- Boethius: The Consolation of Philosophy
- Aquinas: The Nature and Domain of Sacred Doctrine
- Dante: The Banquet, Letter to Can Grande Della Scala
- Boccaccio: Life of Dante, Genealogy of the Gentile Gods
- Christine de Pizan: The Book of the City of Ladies
- Bharata Muni: Natya Shastra
- Elcahiz: al-Bayan wa-'l-tabyin, al-Hayawan
- Abdullah ibn al-Mu'tazz: Kitab al-Badi
- Rajashekhara: Inquiry into Literature
- Valmiki: The Invention of Poetry (from the Ramayana)
- Anandavardhana: Light on Suggestion
- Cao Pi: A Discourse on Literature
- Lu Ji: Rhymeprose on Literature
- Liu Xie: The Literary Mind
- Wang Changling: A Discussion of Literature and Meaning
- Sikong Tu: The Twenty-Four Classes of Poetry
Rexneya Ronesansê
biguhêreMetnên sereke
biguhêre- Lodovico Castelvetro: The Poetics of Aristotle Translated and Explained
- Philip Sidney: An Apology for Poetry
- Jacopo Mazzoni: On the Defense of the Comedy of Dante
- Torquato Tasso: Discourses on the Heroic Poem
- Francis Bacon: The Advancement of Learning
- Henry Reynolds: Mythomystes
- John Mandaville: Composed in the mid-14th century--most probably by a french physician
Girêdanên derve
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Johns Hopkins Guide to Literary Theory and Criticism, Johns Hopkins University Press, 2005, ISBN 0-8018-8010-6
Ev gotara têkildarî wêjeyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |