Kemal Fewzî

Nivîskarê kurd

Kemal Fewzî (jdb. 1891 li Xîzan, Bidlîs - m. 27ê gulana 1925an, Mizgefta Bilind, Amed) nivîskar, helbestvan û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê bû. Bi tevahî hevalên xwe ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatiye darde kirin.

Kemal Fewzî
Jidayikbûn1891 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li Stembolê, di dibistana leşkerî de dixwîne. Di şerê Balkanan de giran birîndar dibe. Bi derketina Îttîhat ve Terrakî (komaleke nîjadperest e û bi hilweşîna Osmaniyan li welatekê ji bo Tirkan digere) ew jî tevlî ramyariye dibe û doza gelê Kurd bilêv dike.

Di nava refên Kürdistan Tealî Cemiyeti (Rêxistina bipêşxistina doza Kurdistanê) de têdikoşe. Bi şikestina serhildana Şêx Seîd û dest pê kirina komkujiya Kurdan ji aliyê dûgela Tirk ve, ew jî dîl tê girtin. Di zîndanê de bi rojan êşkence dibîne. Bi fermana Mustafa Kemal Atatürk berdariya wî tê derengxistin ku ew bêhtir êşkenceyê bibîne. Fewzî, gorî rojnameya Tirk a wê demê Vakitê, berxwedaneke mezin dide û di dadgehê de berevaniyeke dîrokî dike.

Kemal Fewzî bi tevahî têkoşerên navdar ê wê demê Bavê Tûjo, Hecî Axtî, Seyîd Ebdulqadir û Mihemed Tofîq li mizgefta mezin a Amedê tên xeniqandin.

Gotina Fewzî ya dawî (li ber sêpiya mirinê) biguhêre

...Kurdistan wek bihûşt e û ya me ye. Xwediyê malê em in. Kê çi dibêje bila bêje, em ê dîsa têkevin hundir. Tu hêzek nikare li hember vê yekê bibe asteng, lewra ew yê me ye...

Çavkanî biguhêre