Mehmet Bayrak lêkolîner û rojnamevanê kurd e. Bayrak gelek kitêbên ser dîroka kurdan nivîsan[çavkanî hewce ye]. Bayrak xwediyê Weşanên Özge ye[çavkanî hewce ye]. Firaz Baran di sala 2008an bîyografiya Mehmet Bayrak nivîsand. Ev kitêb bi zimanê tirkî ye û di weşanên Öz-Ge hate çap kirin. Navê kitêbê "Karanlığa Süzülen Işık" (Tarîtiyê de Ronahiyek). Di vê kitêbê de li ser jiyan û xebatên Bayrak ev agahî hene (rûpela 13-14):

Mehmet Bayrak
Jidayikbûn1948 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Fakulteya Ziman, Tarîx û Cografyayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

"Mehmet Bayrak di sala 1948an de gundê Dallikavakê (Sariz-Kayserî) hate dine. Zanîngehê li bajarê Ankarayê, beşa tirknasiyê xwend.

Berhem biguhêre

  • Tevfik Fikret û Şoreş: Weşanên Tel, 1973/Stenbol
  • Hozan û Nivîskarên Enstîtuyên Gund: Weşanên TÖB-DER, 1978/Enqere
  • Tevgerên Gelêrî û Destanên Hemdem: Weşanên Yorum, 1984/Enqere
  • Eşqiyatî û Stranên Eşqiyatî: Weşanên Yorum, 1985/Enqere
  • Pir Sultan Abdal: Weşanên Yorumê, 1986/Enqere
  • Pêkenokên Gelerî: 1987/Enqere
  • Kilam û Stranên Kurdî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1991
  • Ji Redkirin û Şemartinê Ber Bi Qebûlkirinê - Têkoşîna Nasnameya Kurd (Axaftinên Parastinê û Biryarên Dadgehan: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1992
  • Kurd û Tekoşînên Neteweyî yên Demokrat/Belgeyên Veşartî, Lêkolîn, Nîşe: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1993
  • Belgeyên Kurdolojiyê I: Yên Vekirî-Veşartî/Fermî-Nefermî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1994
  • Bi Çîrokan Vebêjeyên Stranên Gelerî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1996. Ev kitêb çêtirkirina kitêba bi navê "Eşqiyatî û Stranên Eşqiyatî" ye ku di sala 1985an de hatiye weşandin.
  • Alawîtî û Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1997
  • Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Demokratîk: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1999
  • Enstîtuyên Gund û Wêjeya Gundî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2000
  • Muzîk, Reqs û Stranên Kurdî I-II-III: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002
  • Di Dema Borî Hetanî Îro - Jinê Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002
  • Bi Gravûran Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002
  • Ji Serdema Navîn heya Serdema Nûjen Elewîtî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2004
  • Belgeyên Kurdolojiyê II: Yên Vekirî-Veşartî/Fermî-Nefermî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2004
  • Di Wêjeya Elewî-Beştaşî de Aşiqên Ermenî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2005
  • Li Torosên Navîn Eşîrên Kurd-Elewî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2006
  • Jinê Kurd di Serdema Osmanî de: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2007"

Çavkanî biguhêre

Firaz Baran: Tarîtiyê de Ronahiyek (Karanlığa Süzülen Işık) Mehmet Bayrak, Weşanên Öz-Ge, 2008/Ankara