Salihê Kevirbirî
Salihê Kevirbirî nivîskar û rojnamevanekî kurd e.
Salihê Kevirbirî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1973an (51 salî) |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di sala 1973 de li Batmanê hate dinyayê. Bi eslê xwe ji Misricê (Kurtalan) ya Xerzan e. Xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc û Edeneyê kir.
Di sala 1992 de bi derketina rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bû. Li herêma Çokurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kir û heta rojname hate girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kir. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kir.
Di destpêka sala 1997 de hate Stenbolê, di heman rojnameyê de bû berpirsiyarê Karê Nivîsaran û ji ber vê peywira xwe, bi dadgeh, girtîgeh û dozgeran re nasraw bû. Ji bilî Welat, Welatê Me û Azadiya Welat, nivîsar, hevpeyvîn û lêkolînên wî di kovar û rojnameyên weke Ozgur Politika, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Yeni Gundem, Jiyana Rewşen, Avaşîn, Nûbihar û Nûdem de hatin weşandin. Her wiha di malpera Netkurdê de di qûncika xwe ya bi navê Hevîrtirş de nivîsaran dinivîse.
Beriya ku biçe ser dilovaniya xwe, bi nivîskar Mehmûd Baksî re li ser romana Serhildana Mala Eliyê Ûnis kar û xebat kir.
Salihê Kevirbirî, li ber qedandina Antolojiya Dengbêjan e û dest bi romana Koçero kiriye.
Salihê Kevirbirî, endamê PENa Kurd, endamê PENa Navneteweyî û endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.
Heta niha 5 (pênc) berhemên Salihê Kevirbirî hene:
Berhemên wî
biguhêre- Filîtê Quto - Weşanên Pêrî
- Karabetê Xaço
- Gera Pênûsê - Weşanên sî - 2003
- Kürt Halk Türkülerinden Seçmeler (Ji Kurd bo Tirkî werger: Mazlûm Dogan) Evrensel Yayinlari- 2004
- Bir Dunya Ozani: Sivan Perwer (Ozanekî Cîhanê: Sivan Perwer)(Wesanên Elma-Elma Yayinlari) Stenbol Serwamez (Kasim) 2004, Tirkî, 160 rûpel
Girêdanên derve
biguhêreEv gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |