Karapêtê Xaço
Karapêtê Xaço (bi ermenî: Կարապետ Խաչո), dengbêjê kurdî yê ku bi eslê xwe ermenî bû, ji gundê Kolhoza Êrîvanê bû û wî di 103 saliya xwe de sala 2005an jiyana xwe ji dest da. Xaço di dûmahika 90 salên jiyana xwe de bi kurdî stran çêkirin û gotin. Xaço ku 15 salan di artêşa Fransayê de leşkerî kir, 55 salan di Radyoya Êrîvanê de xebitî. Xaçoyê ku di tevahiya jiyana xwe de rastî gelek ta'dehiyan hat, bi dehan dengbêj gihandin.
Karapêtê Xaço | |
---|---|
Jidayikbûn | 1902 Bileyder, Êlih, Botan - Kurdistan |
Mirin | 2005 (103 Salî) |
Netewe | Ermenî |
Pîşe | Dengbêj |
Salên çalak | 1930 - 2005 |
biguhêre |
Karapêtê Xaço bavê 5 zarokan bû û 15 neviyên wî jî hebûn.
Film û pirtûk
biguhêrePirtûka Salihê Kevirbirî a bi navê Bir Çığlığın Yüzyılı: Karapetê Xaço, Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço heye. Ev pirtûk piştî çapê bi mehekê hate desteserkirin û qedexekirin.[1]
Fîlmê Mehmet Aktaş ê bi navê Dengekî zemanê berê: Karapêtê Xaço, Voice from the Past heye.[çavkanî hewce ye]
Çavkanî
biguhêre- ^ Salihê Kevirbirî (2002, 2005, 2009). Sedsala Qêrînekê: Karapêtê Xaço. Wergera ji tirkî Şerîf Derînce. Weşanxaneya Do, Stembol.
Girêdanên derve
biguhêre- http://www.semskiasireti.com/?Bid=505326 Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine
Ev gotara ji bo kurdekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |