Mehmûd Baksî
Mehmûd Baksî (bi tirkî: Mahmut Baksi) (jdb. 16ê îlona 1944an - m. 19ê kanûna pêşîn a 2000an) nivîskarekî kurd bû.
Mehmûd Baksî | |
---|---|
Jidayikbûn | 16ê îlona 1944an Suphiyê, Hezo, Batman |
Mirin | 19ê kanûna pêşîn a 2000an (56 salî) Stokholm (Swêd) |
Pîşe | Nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Kurdî û tirkî |
Netewe | Kurd |
Şêweyê wejêyî | Roman, helbest |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Mehmûd Baksî, di sala 1944an de li gundê Suphiyê ku bi ser Hezoya Batmanê (bi tirkî: Kozluk) ve ye, hatiye dinyayê. Berî ku xwendina xwe ya li Dibistana Mamostetiye a Dicle xelas bike, wî dev ji karê xwendinê berda. Di sala 1967an de cara pêşî li Batmanê di rojnameya Batman Gazetesi (Rojnameya Batmanê) de dest bi karê rojnamegeriyê kir. Di sala 1968an de bû serokê TİPê (Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) ya Batmanê. Di sala 1969an de bi navê Mezra Botan romana wî ya yekem li Stenbolê derket. Paşê di sala 1970yî de pirtûka xwe ya bi navê Sadi Akkiliç Davası (Doza Sadi Akkiliç) derxist. Sadi Akkiliç komunîstekî tirk bû û ji ber gotareke wî heft sal û nîv cezayê hepsê lê birîbûn.
Mehmûd Baksî di wan salan de sendîkavan bû û wî karê xwe yê sendîkavaniyê li DİSKê didomand. Karê wî ê sendîkavaniyê ji sala 1968an heta sala 1970yî dewam kir. Paşê bi hinceta ku ew kurdîtiyê dike û ji ber herdu pirtûkên wî ên ku hatin çapkirin, 15 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Loma di 1970yî de ji bêmecaliyê mecbûr ma ku derbasî Almanyayê bibe. Ew di sala 1971ê de jî li Swêdê bi cih bû.[1]
Mehmûd Baksî li Swêdê jî vala nesekinî û heta dawiya jiyana xwe nivîsand. Wî heta niha 22 pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî wergeriyane gelek zimanan. Lê Baksî bi xwe bi sê zimanan; bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsand.
Mehmûd Baksî di 19ê meha 12an ya 2000î de li Stokholmê wefat kir û li Diyarbekirê hate veşartin.
Berhem
biguhêreBerhemên bi kurdî
biguhêre- Zarokên Îhsan (1978)
- Keça Kurd Zozan (1979)
- Hêlîn (1984)
- Gundikê Dono (1988)
- Serhildana Mala Eliyê Ûnis (2001)
Berhemên bi tirkî
biguhêre- Mezra Botan (Mezrabotan) (1968)
- Sadi Alkılıç Davası (Doza Sadî Alkiliç'î) (1969)
- Vatandaş Hakkı (Mafê Hemwelatiyan) (1970)
- Kürt Sorunu (Kêşeya Kurdî)(1971)
- Kürt Tarihi (Dîroka Kurdan) (1972)
- İsveç İsveç Dedikleri (Swêda ku Timî Behsa Wê Dikin) (1976)
- Kamışlı Katliamı (Komkujiya Qamişloyê) (1981)
- Şıvan'ın Sevdası (Evîna Şivan'î) (1984)
- Kürt Gözüyle Yılmaz Güney (Bi Çavê Kurdan Yilmaz Guney), Weşanên Zêl, Nîsana 1994an.
- Her Kuş Kendi Sürüsüyle Uçar (Her Teyr Bi Refa Xwe Re Difire), Weşanên Aram, ISBN 9758242122, 2000.
- Roma Yürüyüşü (Birêveçûna Romayê), Weşanên Aram, 2000.
Çavkanî
biguhêre- ^ Ocek, Nezîr (2019). Dersên Edebiyata Kurdî (Çapa 2). Wan: Weşanên Sîtav. rr. 276, 277. ISBN 9786056652004.