Netkurd

yek ji dewlemendtirîn malperên bi zimanê kurdî ye

Netkurd (Netkurd.com, Netkurd.net yan netkurd.org) yek ji dewlemendtirîn malperên bi zimanê kurdî ye. Netkurdê di newroza 2005ê de dest bi weşana xwe kiriye.

Nûçeyî biguhêre

Netkurd rojane bi dehan nûçeyên nû di malperra xwe de belav dike.

Belkî tiştê Netkurdê yê ji malperrên din yên kurdî cuda ew e ku Netkurd ji bilî nûçeyên li ser kurdan, herwiha nûçeyên cîhanê,ên spor û magazînê jî diweşîne.

Hin ji nivîskarên Netkurdê soranî jî dizanin û rojnameyên Başûrê Kurdistanê jî wek serekaniya nûçeyên xwe pirr bi kar tînin.dîsa di nava nivîskar û peyamnêrên Netkurdê kesên bi erebî,tirkî, almanî, flemanî,çekî û ingilîzî jî dizanin hene û loma jî ji çapemenyî welatên van zimanan bikar tînin jî nûçeyan radigihînin xwendevanên xwe.

Nivîsar biguhêre

Di Netkurdê de gelek nivîskarên navdar yên kurd, wek Şahînê Bekirê Soreklî, Receb Dildar, Hasan Kaya,Mahmud Kilinç,Mûrad Ciwan û herweha M.Şefîq Oncu, Husên Duzen, Ali Yuzen, Yasar Abdulselamoglu her hefte bi nivîsarên xwe malperrê dixemilînin.

Ji bilî van kesî navborî, bi dehan kesên din jî di Netkurdê de wek nivîskarên berdewam yên jî nivîskarên mêvan dinivîsin.

Înteraktîf biguhêre

Xwendevanên Netkurd dikarin bi xwe nûçe û nivîsarên malperrê şirove bikin.

Şiroveyên xwendevanan diçin ber destê redaksiyona malperrê lê ti sansorek berçav nediyar e û şiroveyên ji gelek bîr û baweriyan belav dibin.Redaksiyon radigihîne ku ew tenê şîroveyên heqaret li kes, ol an netewe, kêmneteweyan û grûbên civakî û sosoyalî dikin,naweşînin.

Dosyeyên taybet biguhêre

Netkurd bi berdewamî hevpeyivînên dirêj bi siyasetvan yan hunermendên kurd re dike û wan di beşa xwe ya bi navê "Dosye" de belav dike.

Di "Dosye"yê de herwiha lêkolînên hêja jî hatine weşandin, wek lêkolînek Rohat Alakom li ser kurdbûna Hülya Avşarê.

Karîkator biguhêre

Di beşa "Karîkator" de nîgarên qerfî yên Mamoste Nûjen derdikevin.

Pirraniya karîkatoran bi awayekî yan yek din rexnekirina dewleta Tirkiyeyê ne.

Xwendevan biguhêre

Dixwiye ku Netkurd xwendîtirîn malperra kurdî ye.

Ger bawerî bi statîkên wê yên li binê malperrê hebin, bi berdewamî bi sedan kes mêvanên wê ne. Li gor statîstîkên Netkurdê rojê dora 7000 kesên cuda serî li malpera wan didin.Li gora statîstîkên makîna hejmartina a alexa.comê sê navnîşanê Netkurdê (com,net û org) rojê ji aliyê 12.000 kesî tê ziyaret kirin.

Xweseriya Netkurdê biguhêre

Netkurd dikare bi giştî wek malperrek serbixwe bêt hesibandin ku kesên ji bîr û baweriyên cuda li xwe hewandine.

Xweseriya wê herwiha ji hindê diyar e ku ew mîna hin malperrên din yên qaşo serbixwe pesna ti serokên kurdan jî nade.

Netkurd vekirî hin kêmasiyên kurdan jî berçav dike. Lê kêm car cih dide rexneyên yekser yên li ser Partiya Demokrat ya Kurdistanê yan jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.

Girêdanên derve biguhêre

Malperra Netkurd