Hulya Avşar (jdb. 10ê çiriya pêşîn a 1963an Balıkesir) hunermenda bi koka xwe kurd ya Tirkiyêye ko di warên zarvekirinê û stranbêjiyê da navdar e.

Hülya Avşar
Jiyan
biguhêreBelge

Jiyana xwe ya hunerî bi tevayî bi zimanê tirkî meşandiye û hêj jî wisa ye.

Jiyana hunerî biguhêre

Wê li xwîndina xwe li Lîseya Komarê ya Enqereyê dawî kir. Li sala 1982ê tevî malbata xwe çûn Stembolê. Di kêbirkêyeka bedewiyê da ko kovara Bolvar birêvedibir, bû bedewa yekê. Li sala 1983ê bi lîstina di filma Herem da hundirê cîhana filman bû. Bi dû ra di zêdetir ji 70 filman da rolê serekî lîst. Wê xelatê baştirîn lîstikvanê Festîvala Filman ya Moskoyê wergirt.

Ew hînî mûsîqayê jî bû û dest bi stranbêjiyê kir. Wê gelek konser li Tirkiyê birêvebirin. Heta niha 6 albumên wê yên stranan derkevtine. EW li sala 2001ê ji aliyê Kral TV ya Tirkan ve wekî baştirîn stranbêja jin hat hilbijartin.

Her di sala 2001ê da, wê dest bi nivîsîna quncikan di rojnameya Gunaydin da kir. EW sernivîsera Kovareka heyvane bi navê Hülya ye.

Bernameyeka mêhvandariya televizyonî bi navê Hülya Avşar Show di televizyonên Tirkan da birêve dibit. Vexwîndina hunermendê Kurd Ciwan Haco bo wê bernameyê, di dema xwe da, bûyerek bû.

Ew bi awayekê pîşekarane (profesyonel) tenîsê jî dilîzit û li sala 2001ê bû qehremana TEDyê.

Hulya bi Kaya Çilingiroğlu ra zewicî bû, lê li sala 2005ê jê cuda bû. Wê ji Kayayî keçikek bi navê Zehrayê heye.

Fîlmên ku Hülya Avşar tê de lîstiye biguhêre

Dîskografî biguhêre

  • 1988: Herşey Gölnünce Olsun
  • 1989: Gül Kokuyor
  • 1990: Hatırlarmısın
  • 1993: Dost Musun Düşman mı
  • 1995: Yarası Saklım
  • 1999: Hayat zor
  • 2000: Sevdim
  • 2002: Aşıklar Delidir
  • 2009: Kişiye Özel

Girêdanên derve biguhêre