Ciwan Haco
Ciwan Haco (jdb. Sala 1957 li Qamişlo) hunermendekî kurd e.
Ciwan Haco | |
---|---|
![]() | |
Jînenîgarî | |
Jidayikbûn | 1957 Qamişlo |
Cureyê muzîkê | Muzîka modern a kurdî |
Pîşe | Folk-rock etno-jazz |
Amûr | Tembûr û saz |
Etîketa qeydê | Pel Records |
biguhêre![]() |
Jiyan Biguhêre
Ciwan Haco li sala 1957an li Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Piştî xwendina xwe ya dibistana amadehiyê çû Elmanyayê û li wir kevte Zanîngeha Bochumê. Ciwan li Bochumê sê salan muzîk xwînd. Piştre, bi şiklekê pîşekarane (profesyonel) dest bi derxistina kasêt û sêdêyan kir. Li Tirkiyeyê, Sî û Sê Gule, Dûrî, Bilûra Min, Gula Sor, Destana Egîdekî û Leyla derxistin. Pêşmerge, Serhildan, Diyarbekir, Girtiyên Azadiyê jî li Ewropayê derxistin.
Ciwan Hacoyî Muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock ji nû ve serrast kiriye. Hunermend bi vî awayî stranên kurdî bi dinê dinasînit û stranên kevneşopî di nav gelek baskên muzîkê da bi cih dikit.
Destana Egîdekî, destane-şiîra romanivîsê kurd ê bi navûdeng Mehmed Uzunî ye. Nivîskar di wê dastanê da behsa çîroka pênç ciwanên kurd dikit. Ciwan Haco ew destana Mehmed Uzunî bi aranjeyeka nûjen û bi formên etno-caz strandiye.
Albûm Biguhêre
- Emîna Emîna (1970)
- Pêşmerge (1979)
- Diyarbekir (1981)
- Gula Sor (1983)
- Leyla (1985)
- Girtiyên Azadiyê (1987)
- Çaw Bella (1989)
- Sî û Sê Gule (1991)
- Dûrî (1994)
- Bilûra Min (1997)
- Destana Egîdekî (1998)
- Derya (2003)
- Konsera Batmanê (2003) (VCD û DVD)
- Na Na (2004)
- Off (2006)
- Veger (2012)