Midyad
Midyad (bi tirkî: Midyat, Classical Syriac: ܡܕܝܕ Medyad; bi suryankî Midyadê: Miḏyôyo) navçekî û bajarekî biçûk ê li Bakurê Kurdistanê ye. Navçe li herêma Mehelmiyan ne . Midyad li ser Parezgeha Mêrdînê ye. Li rojavayê Midyadê bajarokê Hezexê heye, li başûrê wê Nisêbîn, li rojava Mehsert û li bakûrê wê Kircews û Kirboran hene. Midyad navenda herêma Torê ye, ku bi taybetî di dîroka Xiristiyaniyê de cihekî girîng digire. Ji Medyadê re ji ber zêdebûna dêrên bajêr Bajarê heft dêran jî tê gotin.
Midyad Midyat | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
Serbajar | Midyad |
Hejmara nahiyan | 1 nahiye |
Hejmara bajarokan | 7 bajarok |
Hejmara gundan | 54 gund |
Gelhe (2008) | 113.960 kes |
Rûerd | 1.054 km2 |
Berbelavî | 108,1 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 54.799 kes |
Koordînat | 37°25′0″Bk 41°22′11″Rh / 37.41667°Bk 41.36972°Rh |
Bilindayî | 1.000 m |
Koda postayê | 47500 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
Civak biguhêre
Li navenda bajêr û gundên derûdorê bi piranî Kurd dijîn, lê hejmarek biçûk Suryanî û Ereb jî dijîn. Li vî bajerî ji aliyekî ve dengê naqosên dêra, ji aliyê din ve bangên melayan di heman demê de tên bihîstin. Îro Midyad ji du beşan pêk tê. Yek jê Êstil e ku piraniya şêniyên wê Mehelmî ne, ya din jî Midyada kevn e ku piraniya şêniyên wê Kurdên Sunî û Aramî – Suryanîyên Xirîstiyanî ne. Li gundên derdora Midyadê heta beriya çend salan gelek gundên Kurdên Êzdî jî hebûn, lê niştecihên wan gundên ji ber tahde dewleta tirk û cahşên herême neçar man û di salên heşteyî û nodî de warê xwe terikandin û koçberî Ewropa kirin. Ji ber heman sedeme piraniyê rûniştvanên Xirîstiyanî jî Midyad û gundên derûdorê terikandin û wan jî koçberî Rojavaya Tirkiyê - bi taybetî Stembolê - Ewropa û welatên din kirin. Îro hejmarek kem Xirîstiyanî û [[Kurd]]ên - Êzdî li Midyadê û gundên derdorê wê mane. Li gor serjimartinên şêniyan di sala 1997a de 61.378 kes li Midyadê dijiyan.
Dîroka Bajêr biguhêre
Belgenameyên nivîskî yên pêşî derbarê Midyadê de digihêjin sedsala 13an B.Z. ev der herêmek e ku divê ji bo keyayên Asûrê were talankirin. Aşûrnasîpalê Duyem bi gewzî di 879an de dibêje wî ev herêm xistiye bin desthilatdariya xwe. Midyad di serdema Hz. Omer de dikeve bin darazê Îslamê de (640).
Ajalên herêma Midyadê biguhêre
Li Midyadê wekî hemî deverên Kurdistan ê, xwedî hinek taybetmendiyên ajalên cude ne.
Li herêmê Ajalên kedî û yên berî bi du beşa ne
- yên Kedî; Mê=Mîh/Mêşin, Bizin, Çêlek, Qantir, Mirîşk, Şamî, Mehîn, Kevok, Qaz,
- Yen Kedî; Nêr= Beran, Nêrî, Ga, Qantir, Dîk, Elok, Hesp, Kevok, Ordek,
Jiyana Civaknasî biguhêre
Wargehên Midyadê biguhêre
Pîşeyên Midyadê biguhêre
Li Midyadê cûrbecûr kar û pîşeyên herêmê yên bi nav û deng hene:
- Zîvkerî
- Cumik
- Kevirbirîn
- Kurtankerî
- Hekîmtî
- Hosteyî ya kevira
- Hedadî
- Terzîti
Gundên Xirbe biguhêre
Xirbê Ilto, Dêrhadet, Kûndelê, Xerabê Fêro, Qêsra Jêrî, Qêsra Jorî, Qûzre, Xirbê Koçek, Xirbê Diza, Bamered, Mamûsiva û Qiryasa.