Usman Efendiyê Babij

Usman Efendiyê Babij (1847 - 24.03.1929) Li taxa Camî-î Kebîr a Sêwregê hatiye dinyayê. Bavê wî Hecî Eyub Efendî ye. Ji alimekî Sêwregê yê bi navê Zulfîkar Zuhtî Efendî ders û îcazet stend. Di sala 1884an de tayina wî derket endamtiya Mehkemeya Bidayetê ya navçeya Sêwregê. Piştî mirina miftiye Sêwregê Zulfîkar Zuhtî Efendî, di sala 1903'yan de bu miftiye Sêwregê.

Usman Efendiyê Babij
Jidayikbûn1847
Mirin24.03.1929
Sêwreg
EsilKurd
HevwelatîKurdistan
DestûrnameZulfîkar Zuhtî Efendî
PîşeMuftî
DînÎslam
Dê û bav
  • Hecî Eyub Efendî (bav)
biguhêreBelge

Usman Efendiyê ku zîrek û xwedî kesayetiyeke dilnem bû ji aliyê gel ve hate hezkirin û baweriya wan pê hat. Gelek gelemşeyên li dora xwe çareser kir. Gelek caran kesên ku jê hez nedikirin daxwazneme di deheqî wî didan û giliyê wî dikirin. Ev giliyê ku di derbarê wî dihatin dayin hemû vala derxist û pêşiya wan girt.

Li ser zaravayê zazakî yê kurdî sekinî. Bi Zazakî mewlida ewil nivîsand. Gava mewlid nivîsand him gihîşt kurahiya zimên û him jî gihîşt radeyeke estetîkê.

Celadet Bedirxan pêşekeke dûvedirêj ji mewlida ku Usman Efendiyê Babij nivîsandiye nivîsiye û li Şamê çap kiriye. Di kovara "Hawar"û de li ser girîngiya mewlida Usman Efendiyê Babij nivîsandiye û besnê wî daye.

Ji bo taybetmendiya wî ya ku alim e bi payeya "mahreç"ê hatiye xelatkirin. Li Sêwregê miriye.

Gotinake Wî biguhêre

"Marifet ew e ku ji tunebûnê bête çêkirin. Kirina tiştên ku herkes dizane û herkes dike ne marifet e."

Çavkanî biguhêre