Ey avê av (helbest)

Helbestekî Feqiyê Teyran
(Ji Ey Avê Av hat beralîkirin)

Ey avê av navê helbesteke Feqiyê Teyran e.

Ey avê av
Nivîskar Feqiyê Teyran
Şêwe Helbest
Ziman Kurdî

Çend rêze ji helbestê biguhêre

Ey av û av ey av û av

Ma tu bê eşq û muhbetê

Mewc û pêlan tavêy belav

Be sekne û bê rahetê

Ji işqa kê her têy û têy

Heta kengê her bêy û bêy

Bo min bêjê heyranê kêy

Da ez bizanim qissetê

Lazim te mehbûbek heye

Yan dost û metlûbek heye

Yan meyl û mensûbek heye

Lew bê libas û kîswetê