Freedom House (bi Kurdî Mala Azadiyê) rêkxistiyeka qezencnexwaz e ko bingehê wê yê serekî li Waşîngton DC ye û nivîsgehên dî li çend welatekan hene.

Armanca ragihandî

biguhêre

Li goreyê armanca ragihandî ya Freedom Houseê bi xwe: "Freedom House Rêkxistiyeka Ne-Hukmetî ya qezencnexwaz ya xweser e ko piştevaniya belavbîna azadiyê li cîhanê dikit. Azadî tenê di wan sîstemên siyasî yên demokratîk da mumkin e ko hukmet li beranberî xelkê xwe berpirsyar bin, hukmê qanûnê baladest bit û azadiyên axivtinê, haviliyê, baweriyê û rêza mafên kêmaniyan û jinan bihên ewlekirin."

"Azadî tenê bi xebat û xwe mandîkirina erkparêzane ya jin û mêr ên netirs bidestve dihêt. Em piştevaniya destpêşxistinên (insiyatîvên) netundûtîj ên bajêrwarane di wan civakan da dikîn ko azadî dihêt mandelkirin an li bin gefeyê da ye û em dijberî hemî bawerî û hezan radiwestîn ko şerê azadiya xelkî dikin. Mala Azadiyê bi şirove, piştevanî û kiryarên xwe wekî rêxweşkera rêya bidestveanîna azadiyan, demokrasiyê û desthilata qanûnê dixebitit."

Freedom house herwiha dibêjit ko hemî endamên bawerin ko rêberiya Emerîkayê di karûbarên navneteweyî da jibo rewşa azadî û demokrasiyê tiştekê pêdivî ye.

Wendell Willkie, Eleanor Roosevelt, George Field, Dorothy Thompson, Herbert Bayard Swope û hindekên dî li sala 1941ê ev rêkxistî damezirand. Li destpêkê, karê rêkxistiyê bi eşkirayî dijîtiya metirsî ya nazîsmê bû, lê niha belavkirina demokrasî û azadiyê li seranserî cîhanê armanca wê ye.

Mala Azadiyê li salên 1940an piştevaniya Plana Marşalî û damezirandina NATOyê jî dikir. Mala Azadiyê dibêjit ko rexnegireka siyaseta MekKartîzmê bûye. Li salên 1950an û 1960an, Mala Azadiyê alîgireka Bizava Mafên Bajêrwarane ya Emrîkayê bû û çend kes ji rêveberên wê çelengên warê mafên bajêrwarane bûn.

Rêkxistin

biguhêre

Mala Azadiyê rêkxistiyeka nehukmetî ya xweser ya qezencnexwaz e.