OPEC
OPEC, wekî Opek bixwîne, kurtiya îngilîzî ya Organization of the Petroleum Exporting Countries e, ango Rêxistina Welatên Dervefiroş ên Neftê yan jî Rêxistina Welatên Hinardekar ên Neftê, rêxistineke navneteweyî ye ku di navbera 10 û 14ê îlona 1960î de li Bexdayê hat damezrandin.
Ji sala 1965an de navenda vê rêxistinê li Viyanayê ye. Endamên destpêkê Iraq, Îran, Kuweyt, Erebistana Siyûdî û Venezuela bûn. Paşê heft dewletên din jî tevlî vê rêxistinê bûn: Qeter (1961), Îndonezya (1962), Lîbya (1962), Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (1967), Cezayir (1969), Nîjerya (1971) û Angola (2007). Ekuador ji sala 1973 heta 1992an û Gabon jî ji sala 1975an heta 1992an endamên OPECê bûn. Ekuador piştî 15 salan navber, di 17ê çiriya paşîn a 2007an de dîsa vegeriya nav vê rêxistinê.
Dewletên endamên OPECê derdora 40% ji neftê ku li cîhanê tê berhemdan derdixin û derdora 75% ji nefta ku hatiye tesbîtkirin, di axa wan welatan de ye.
Endamên OPEC'ê
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- (inglîzî) Malpera fermî ya OPEC'ê
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |