Keyaniya Yekbûyî
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên spanî, îbranî û portugalî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Bakurê Îrlendayê, an jî Keyaniya Yekbûyî (UK) an Brîtanya (bi en: Britain), dewleteke li bakurê rojavaya Ewropayê ye. Bi şiklê keyaniya makezagonî û demokrasiya parlamenê tê îdarekirin. Ev dewleta giravî ji Brîtanya Mezin (Înglistan, Skotlenda, û Wales) û ji bakurê girava Îrlendayê tê meydanê (Îrlendaya Bakur).
Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Bakurê Îrlendayê United Kingdom of Great Britain and Northern Ireland |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Sirûd: God Save the Queen | ||||||
Paytext û bajarê mezin | London 51°30′Bk 0°7′Ra / 51.500°Bk 0.117°Ra | |||||
Zimanên fermî | Inglîzî | |||||
Ziman naskirin | Skotî, skotiya Ulsterê, walesî, kornî, skotiya gaelî, îrlendî | |||||
Demonîm | Brîtanî (bi en: Briton, British) |
|||||
Rêveberî | ||||||
• | Keybanû | Elizabeth II | ||||
• | Serokwezîr | Boris Johnson | ||||
Pêşvebirî | Parliament | |||||
• | Meclîsa jorîn | House of Lords | ||||
• | Meclîsa jêrîn | House of Commons | ||||
Rûerd | ||||||
• | Giştî | 242.495 km2 (78) | ||||
• | Av (%) | 1,51 | ||||
Gelhe | ||||||
• | 2021 Texmînkirin | 66.052.076 (22) | ||||
• | 2011 Giştî | 63.182.178 | ||||
• | Tîrbûn | 270,7/km2} | ||||
Dirav | Sterling (GBP) | |||||
Demjimêr | UTC | |||||
• | Havîn (DH) | +1 seet (UTC+1) | ||||
Hatûçûna ajotinê | çep | |||||
Koda telefonê | +44 | |||||
ISO 3166 | GB | |||||
Înternet TLD | .uk, .gb |
DîrokBiguherîne
Keyaniya Yekbûyî dema ku Keyaniya Îngilistanê û Keyaniya Skotlendayê di 1707an de bûn yek pêk hat. Bi vî awayî Brîtanya Mezin (bi en: Great Britain) bû yek keyanî. Tenê parlameneke wê hebû. Di 1801an de, Keyaniya Îrlendayê bi Brîtanya Mezin re bû yek. Vê yekê Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Îrlendayê çêkir. Giravên Brîtanya (bi en: British Isles) di bin yek parlamenê lêvegerekê bûn.
Piraniya Îrlendayê di 1922an de ji welêt serbixwe bû. Niha ji wê dewletê re Komara Îrlendayê tê gotin ku Îrlendaya Bakur tê de nîne.
Berê împeratoriyeke brîtanî hebû ku navê wê Împeratoriya Brîtanî (bi en: British Empire) bû û împeratorîya herî mezin a dinyayê bû. Brîtanya û împeratoriya brîtanî yek ji beşdarên di herdu Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bûn. Di her du şeran de, Brîtanya neşikestî bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, hin koloniyên Alman û Osmanî dane Brîtanya. Li Rojhilata Nêzîk, Filistîn (û Urdun – bi en: Transjordan) û Mezopotamya (Mandateriya Iraqê) bûn Brîtanî. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Împaratorîya Brîtanî dest bi perçebûnê kir. Hindistana Brîtanî (bi en: British Raj) di 1947 de serbixwe bû, û bû dabeş li Hindistan û Pakistan (û piştra jî Bangladeş).
DemografîkBiguherîne
Nifûsa herî mezin li London, li başûr-rojhilatê Îngilistan e. Li navenda Brîtanya Mezin (bakurê Îngilistan) gelek kes li dora Manchester û Liverpool dijîn. Li deşt Skoçyayê li dora Edinburgh û Glasgow, û li başûrê Wales li nêzê Cardiff gelheyên mezin hene. Li Îrlendaya Bakur, pir kes li rojhilat, li nêzê Belfast dijîn.[1] Di sala 2020 de, 83,9% mirovên li Brîtanya li bajaran dijiyan.[1]
DînBiguherîne
Ji gelê Keyaniya Yekbûyîyê 59,5% xiristiyanên ne[1] (45% angîlîkî, 19% protestanî û 10% katolîk).[çavkanî hewce ye] 4,4% jî misilman in.[1]
Neteweyên Keyaniya YekbûyîBiguherîne
Al | Welat | Paytext | Nifûs | Rûerd |
---|---|---|---|---|
Îngilistan | Înglistan | London | 50.100.000 (84%) | 120.395 km² |
Skotland | Skotlenda | Edinburgh (bi skotî: Dùn Èideann) | 5.062.000 (8%) | 88.782 km² |
Wales | Wales | Cardiff (bi kamrigî: Caerdydd) | 2.950.000 (5%) | 20.779 km² |
Îrlendaya Bakur | Îrlendaya Bakur | Belfast (bi îrlendî: Béal Feirste) | 1.685.000 (3%) | 13.843 km² |
Girêdayîbûnên Taca Brîtanî wek Guernsey û Jersey û Girava Manê ne li nava Keyaniya Yekbûyî ne, lê ew têkildarên keyana ku seroka dewleta Keyaniya Yekbûyî ye.
Têkiliyên Brîtanyayê û TirkiyeyêBiguherîne
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ a b c d "United Kingdom". The World Factbook. Central Intelligence Agency. 5 adar 2021. Roja wergirtinê: 13 adar 2021.