Şerê birakujî, an jî Şerê navxweyî yê kurdan, şerên di navbera partî û rêxistinên kurdî yên modern de ne.

Parçebûna Başûrê Kurdistanê bi şerê PDKê û YNKê

Şerê birakujî di Dîroka Kurdistanê de xwedî cihekê girîng e ku netîceyên wê heta niha jî dewam dike. Berî partî û rêxistinên kurdî avabibin, li Kurdistanê bi giştî hêzên mîrektiyên kurd û hêzên eşîrên kurd hebûn. Van hêzên feodal bi dûçûna berjewendiyên xwe li dijî hêzên din çi kurd çi ereb çi tirk çi jî fars şer dikirin. Lê piştî sedsala 20emîn li tevahiya Kurdistanê rêxistin û partiyên kurd hatin damezrandin. Ev rêxistinên modern her çend bi dûçûnên îdeolojiyan hatibin damezrandin jî, li ser esasê kurdbûnê rê û rêbazên xwe kifş dikirin. Bingeha fermîbûna partiyên kurd bi avabûna Komara Kurdistanê pêkhat. Komara Kurdistanê bi rêya PDK-Î hate damezrandin. Hemû kadroyên komarê ji partiyê bûn. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Iraqê, Tirkiyeyê û Suriyeyê livînên kurd çêbûn û gelek rêxistin hatin ava kirin. Piştî çiqdana van tevgeran nerazîbûn li nav partiyan destpê kir, nêrînên cuda cuda derketin, berjewendiyên kesayetî çêbûn, nêrînên herêmî derketin, nêrînên îdeolojîk zêde bûn. Ji ber van sedeman di nav partî û rêxistinên kurd de jî lihevnehatîn çêbûn. Heta ku ev lihevnehatin gihişt şerekî dijwar di navbera miletekê bêdewlet de. Ev agirê di navbera kurdan de bi alîkariya dewletên herêmî jî ve gihişt asteke gelek dijwar û xerabker.

Destpêk

biguhêre

Şerefxanê Bedlisî di pirtûka xwe de, di derbarê şerê navxweyî yê eşîrên kurd de wiha dibêje: Eger di navbera kurdan de edetên kuştina hevdû nebaye, ji ber vê nifûsa mezin ya ku kurd hemû welatê Îranê hetta ku hemû dinya dê di birsiyetî û xelayê de maba[1]

Piştî salên 1980yan

biguhêre

Li salên 1980yan bi taybetî li Başûrê Kurdistanê qeyran hebû. Gelek partî û rêxistinên kurdî li başûrê Kurdistanê ji bo parçek axê destbixin şer dikirin û xwe li cihê xwe asê dikirin. Her wisa li salên 1980yan PKK ku binyad ve partiyeke Bakurê Kurdistanê bû û PDKÎ, Komala ku ji Rojhilatê Kurdistanê bûn li Başûrê Kurdistanê binecih bûn. Bi vî halî li her derê Başûrê Kurdistanê di bin kontrola partîyên kurd de bûn.

Li sala 1983yê PDK bi alîkariya Îranê li dijî PDK-Î şer kir

Li sala 1983yê serokê PDKê Mesûd Barzanî û serokê PKKê Abdullah Öcalan di navbera xwe de Protokola Hevtêgehiştin destnîşan kir. Bi dûçûna vê protokolê ev herdu hêz li dijî her cureyê emperyalîzmê dê hevkariyê bikin. Bi taybetî jî li dijî emperyalîzma DYAyê. Dixwastin ji bo Kurdistana Mezin hevkariya xwe û hêzên din yên kurdî bikin. Lê li sala 1984ê PKKê li Erûh û Şemzînanê dest bi têkoşînê kir bi Tirkiyeyê re. Li ser vê ji bo PDKê cebheyê din yê şerê vebû bi Tirkiyeyê re. Li ser vê ev protokola PKKê û PDKê hate betal kirin.

Li sala 1984ê di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de peymanek hate destnîşan kirin ku li dijî grûbên çekdarî şer bikin

Li sala 1988ê serokê YNKê Celal Telebanî û serokê PKKê di navbera xwe de Protokola Hevtêgehiştinê destnîşan kir. Armanca sereke ya vê protokolê avakirina yekitiya kurdî bû. Lê ev protokol jî zêde nejiya û ji aliyê Abdullah Öcalan wek vala û bêkêr hate danasîn. Wî wextî Celal Telebanî li DYAyê bû û digot şerê çekdarî xelas bûye û wextê dîyalogê ye. Polîtikayên dewletên derve, hemû protokol û hevgirtinên kurd bi awayekî hêsan xelas dikir. Para kurdan jî firotina kurdên din bû. Her çend atmosfereke diyalogê hebû jî piştî axiftinên Celal Telebanî, Iraqê dest bi operasyona Enfal 1988 kir. 23yê şibatê destpê kir 25ê îlona 1988ê xelas bû. 23ê şibatê heta 25ê tebaxa 1988ê li dijî herêmên YNKê, 25ê tebaxê heta 25ê îlona 1988ê jî li dijî herêmên PDKê ev komkujiyên Enfalê dewam kir.

Hêjayî gotinê ye ku partiyên kurd dijî hev bihêz, dijî dewletên derve jî bêhêz bûn. Hevsenga di navbera xwe de û di navbera dewletên derve de nedikarin ava bikin.

Şerê Navxweyî yê Başûrê Kurdistanê

biguhêre
  • 1992: PDK/YNK/Tirkiye bi PKKê
  • 1993: YNK bi BÎKê
  • 1994: PDK/BÎK/Îran/KH/KRH bi YNKê
  • 1995: PDK bi PKK/YNK/Îranê: PKK 10ê kanûna pêşîn a 1995an agirbes daxuyand
  • 1996-1997: PDK/Tirkiye/Iraq bi YNK/PKKê: 16ê xizîrana 1996an de PDKê, alîgrê YNKê Hisên Axa li Hewlêrê kuşt. Hisên Axa serokeşîrê Sûrçiyan bû.
  • 2000: YNK bi PKKê

Destpêka şerê navxweyî yê Başûrê Kurdistanê

biguhêre

Şerê PDKê û YNKê di gulana 1994ê de li Şeqlawa û Çemçemal destpê kir. Ev herdu nahiye YNKê ji hêzên PDKê standin.

Teqîna li Zaxo (27 reşemeha 1995)

biguhêre

Li Zaxoyê teqîneke mezin çêbû, di encamê de 54 kesan jiyana ji dest da. Li ser vê şer û cudabûnên hêzan zêde bûn.

Dewletên derve tevlî şer dibin

biguhêre

Piştî geşbûna şerê PDKê û YNKê armancên van herdu partiyan jî eşkere bûn. YNKê li gel PKKê û Lîwayên Bedrê êrîş bir Hewlêr ku ji PDKê bistîne. Li ser vê PDKê jî li gel hêzên Tirkiyeyê li dijî PKKê tevlî Operesyona Polayê bû.

Salên 2000î

biguhêre

Piştî li sala 1998ê PDK û YNK pêkhatin, şerê bingehîn yê Başûrê Kurdistanê vemirî lê hêj di navbera hinek rêxistinên kurd de hevrikî hebûn. Yek ji van Piştiwananî Îslam le Kurdistan bû ku li sala 2001ê li gel YNKê dest bi şer kir û gelek zerer gihande hêzên YNKê. Piştiwananî Îslam le Kurdistan rêxistineke îslamî bû ku ji Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan veqetî.

Mijarên têkildar

biguhêre
  • Kürt Kapanı, Murat Yetkin

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, r: 87