Peymana Bexdayê

(Ji Paxte Baxdadê hat beralîkirin)

Peymana Bexdayê, li Baxdayê ji tirkîye, Îran, Îraq û bi tevlîbûna keyitiya hevgirt ya arab re ava bû. Di salên 1955.1958 de ava bû. Bi teybetî, mijare wê li ser parastina herêmê li gor paxta Sadabadê û xalên wê yên ku hatina kifşkirin ku bike. Di wê demê de yekitiya sovyet jî hebû. Amarîka jî tevlî wê paxta baxdadê bû. Rewşa ku di Lozanê de hate kifşkirin û ku teybetkirina wê peymane Lozanê ya herêmê ya Paxta Sadabadê li gor gîyane wê, paxta Baxdadê paxtaka awlakarî û parastinê bû.

Bandûra Amarika û Ingiliztanê tê de pirr mazin bû. Ji bo ku nehêlin ku yekitiya Sivyet jî li herêmê bicih bibe û bandûra wê bibe jî, ew parastin hate pêşxistin. Lê tirkî û Îran û Sûrî, ji wê pirr mazin sûd girtin ji bo ku li dijê kurdan bisekin in û wan bêbandûr bikin. Paxta Sadabadê di paxta Baxdadê de weke xalekê hate herêkirin. Bi wê yekê re êdî bû weke paxtaka parastin û awlakariyê ya wê paxtê ji bo wan li herêmê û li dijî kurdan. Ji bo nexweşiyên kurdên Başûrê Kurdistanê lê di heman demê de Îraqê xwe jê vekişand. Ji bo ku ew paxta Baxdadê li ser lingan bimêne, piştî wê vekişînê re Amarika tevlî wê bû bi awayekî tevger. Êdî hate berdewam kirin. Piştî Şoraşa Îranê ya Îslamê re hate ragihandin ku "îranê xwe jê vekişandiya."Lê di rastiyê de, Îranê, bi wê re meşî di demên xwe yên piştre de jî. Piştî ku Îraqê xwe vekişandibû, êdî weke awayekî nûkirina wê ya wê paxtê, CENTO tê pêşxistin. CENTO, weke deme wê paxtê ya piştre ya.