Tevgera Goran

Disambig grey.svg Ji bo maneyên din, li Goran (cudakirin) binêre.

Goran, Gorran (bi soranî: بزوتنەوەی گۆڕان‎, lat. Bizutinewey Gořan), partiyeke siyasî ye ku di sala 2009ê de li Başûrê Kurdistanê peyda bûye.

Logoya rêxistina Goran

Goran bi kurmancî guherîne. Serokê yekem Newşîrwan Mistefa bû. Newşîrwan Mistefa û gelek endamên vê partiyê ji YNKê veqetiyan û dijî PDKê û YNKê derketin. Di hilbijartinên 2009ê de 25 kursî di parlamena Başûrê Kurdistanê de bidest xistin. Di hilbijartinên 2013ê de jî bûn xwedanê 24 kursiyan û her wisa di parlamenê de bûn duyem partiya herî mezin[1].

Serokê pêşîn ê vê partiyê Newşirvan Mistefa di 19ê gulana 2017ê de wefat kir. Piştî wefata Newşîrwan Mistefa di 25ê tîrmeha 2017ê de hilbijartin ji bo serokayetiya Goranê hate kirin. Di hilbijartinê de Omer Seyîd Elî wek serokê nû yê Goranê hate hilbijartin.

Serokên Tevgera GoranêBiguhêre

  1. Newşîrwan Mistefa (2009-2017)
  2. Omer Seyîd Elî (2017-...)

ÇavkanîBiguhêre

  1. "Change Movement (Gorran) to elect new general coordinator". KNN. Ji orîjînalê di 2017-07-22 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 23/07/2017. {{cite web}}: Check date values in: |access-date= (alîkarî)

Girêdanên derveBiguhêre