Peymana Cezayirê (1975) peymaneke nav Şahê Îranê û serokê Îraqê bû. Şahê Îranê û serokê Îraqê Sedam Huseyn, bi teşwîq û arîkariya Tirkiyê û Emrîka, li dewleta Cezayirê, li dijî kurdan, peymanek îmze kirin. Bi vê peymanê, Îranê dest ji piştgiriya kurdên başûr kişand, Îraqê jî dev ji arîkariya kurdên rojhilat berda. Bi vê peymanê, Îraqê, li herêma Şetul Ereb, hinek erd bi ser Îranê ve berda. Îraqê bi vê peymanê, otonomiya ku dabû kurdan êdî nas nekir. Peyman di 6ê adara 1975ê de, hat îmzekirin. Tevgera kurd, bi vê peymanê gelek ji hal ket.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre