Dîroka Mezopotamyayê

Dîroka Mezopotamyayê yan jî Dîroka mirovî ya di navbera Firat û Dîcleyê de, dîrokeke ji koçberbûyîna mirovî ya herî kevnê ji Serdema Paleolîtîkê heya serdema kevnare ya dereng e ku di navbera çemên Firad û Dîcleyê û li deverên wan qewimiye. Dîroka Mezopotamyayê, ji delîlên kolandinên arkeolojîk, piştî destpêkirina nivîsandinê, di dawiya hezarsala 4ê b.z. de ji çavkaniyên dîrokî hatine berhevkirin.

Nexşeya erdnîgariya Mezopotamyayê ye ku berfirehiya axa Mezopotamyayê nîşan dide

Mirovahî di serdemên Paleolîtîk û Neolîtîka destpêkî de tenê li beşên Mezopotamyaya Jorîn de cîwar bibûn. Bicîhbûn a mirovahî ya li alûviyûma başûr jî di dema neolîtîka dereng de qewimiye. Mezopotamyayê, di Serdema Bronzê ya Destpêkî de ji bo gelek şaristaniyên mezin ên herî kevn ên cîhanê re cîwartî kiriye. Ji ber vê sedemê ye ku Mezopotamya wek dergûşa şaristaniyê tê binavkirin.

Navê Mezopotamyayê bi yewnaniya kevn tê wateya "erdê di navbera çeman de". Bi qasî ku tê zanîn, ev nav cara yekemîn di sedsala 4an b.z. de ji bo destnîşankirina axa li rojhilatê Firatê ya li Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê ya îro) hatiye bikaranîn.[1] Piştre navê Mezopotamyayê bi gelemperî ji bo hemî erdên di navbera çemên Firat û Dîcleyê de hatiye bikaranîn. Li gorî erdnîgarî ya îro, Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, axa Iraqê û Bakurê Kurdistanê di nava sînorê Mezopotamyê de bûn.[2][1] Çiyayên cîran ên li rojavayê Firatê û rojavayê Çiyayên Zagrosê di bin navê Mezopotamyaya berfirehtir de têne binavkirin.[3] Erdnîgariya Mezopotamyayê bi navên Mezopotamyaya Jorîn (an jî Mezopotamyaya Bakur) û Mezopotamya Jêrîn (an jî Mezopotamyaya Başûr) tê binavkirin.[4]

Mezopotamyaya Jorîn ku bi navê Cizîrê jî tê naskirin, herêma di navbera Firat û Dîcleyê de ye. Mezopotamya Jêrîn jî li herêma ji Bexdayê heta Kendava Farsê ye. Di bikaranîna zanistî ya nûjen de, têgîna Mezopotamyayê gelek caran jî xwedî konnotasyoneke kronolojîk e.[5]

Civak û jîngehên yekem biguhêre

 
Qada Heyva Biadan, dora 7500 BZ, bi cihên arkeolojîk ên serdema Neolîtîka Berî-Pottery.

Yekem civakên gundan li Rojhilata Nêzîk a kevnar, di dema Neolîtîkê de, di dawiya serdema qeşayê ya paşîn û di destpêka Holosenê de xuya dibin. Veguheztinê di navbera civakên nêçîrvan û berhevkar ku bi nêçîriyê jiyana xwe dewam dikirin û civakên cotkar ku bi piranî bi hilberîna xwe, xwarinên xwe peyda dikirin, ji çend qonaxan pêk tên:

Yekem jîngehên daîmî di serdema ku wekî Epîpaleolîtîka Dawîn tê zanîn, di dorasalên 15000 û 10000 b.z. hatine dîtin û di vê serdemê de pirraniya jîngeha tenê bi karên demsalî dimînin. Di Serdema Neolîtîka berî Cervaniyê ku li dor salên 10000 û 7000 b.z. de ye; destpêka çandinî, kedîkirina ajalan, berfirehbûna jîngehan û delîlên mîmariyên civakî di vî serdemê de dertên holê.

Gihanek a Neolîtîka Seramîk û gihanek a yekem ên Serdema Sifir an jî Kalkolîtîk ku di navbera hezar salên 7000 û 4500ên b.z. de ye, berfirehbûna jîngeha gund, xuyabûna pîşesaziya kelûmêl û pêşketina çandinî ya avdanê dertê holê. Ji ber ku cihên protohistorîk ên Mezopotamya Jêrîn di wê demê de di bin bandora hêlanên çeman de ye delîlên vî serdem bi taybetî li Bakur û li navîna Mezopotamyayê têne dîtin.[6]

Damezrandina dewlet û bajaran biguhêre

 
Di serdema Partiyan de bajarên sereke yên Mezopotamya Jorîn

Serdema ku di nîvî duyem a hezarsala 5emîn berî zayînê û hezarsala çaran a berî zayînê werdigire, bi jiyana hevpar, bi derketina dewletên yekem û civakên bajarî yên yekem re jiyana hevpar, jiyana civakî û siyasî de guhertinek derketiye holê. Ev dem di heyama serdema Obeid a dawîn, (di salên 4400-3900 b.z.) û heyama serdema Uruk, (di salên 3900-3000 b.z.) de ye. Ev dema dirêj xwediyê kronolojiyek pir bi niqaş e û di van demên dawiyê de di bin navekî gerdûnî, bi navê "kalkolîtîka dereng" hatiye binavkirin. Serdema ku di navbera salên 4400 û 3100 b.z. de ye dabeşî pênc jêr-serdeman bûye.[7]

Di nêzîkbûna dawiya ya kevnar a Rojhilata Nêzîk û Mezopotamya re peresanên girîng ên siyasî û civakî heyameke pir dirêj bi berxwe daye. Her ku diçe peresanên nû û formên entegrasyona civakî hiyerarşîk dibin. Di nav civakê de eşîr, qebîle, serok, dewlet dertên holê.[8] Civakên Neolîtîka Dawîn ji aliyê civakî û siyasî ve hiyerarşîk dibin û piştre re jî dewletên yekem û bajarên yekem di nîveka duyemîn a hezarsala çaremînê berî zayînê de dertên holê.

 
Di serdema Partiyan de bajarên sereke yên Mezopotamya ya Jêrîn

Ger em zêdetir bala xwe bidin nûbûnên ku di dema Obeid a paşîn de hatine destpêkirin wekî gava diyarker bibînin, nîvê duyemîn ê hezarsala çaremîn b.z. (Serdema Kalkolîtîka Dereng ya 4 û 5 de) ji bo bajar-dewletan guherîneke pîvane çêdibe û Başûrê Mezopotamyayê di vê heyamê de rola sereke dilîze. Delîlên berbiçav ên di derbarê derketina civakên tevlihev de dide zanîn ku bi qadekê 250 hektaran ku bi gelemperî wekî "bajarê yekem" û heta niha koma herî mezin a herêmê di dema Uruk a Nû de hatiye avakirin.

Hezarsala ku bi serdema dawiya Obeid re têkildar e, bi tewra nîvê duyemîn ê hezarsala 5an a berî zayînê vedigire. Kalkolîtîka Dereng û destpêka Serdema Uruk, nîvê pêşîn ê hezarsaliya 4emîn a berî zayînê (Kalkolîtîka Dereng 2 û 3) de; di tevlîhevkirina civakan, newekheviyên civakî û entegrasyona siyasî de, gihaneke diyarker e.

Geşedanên li Başûr baş nehatine femkirin lê lêkolînên arkeolojîk didin nîşan ku mezinbûnekî li deverên niştecîbûyî û bi taybetî derketina holê ya kombûnên mirovan ên girîng (Uruk, ku dê zêdetirî 70 hektar cih digire, mîna Erîdû, Tell Dlehim û Tell el-Hayyad di navbera 40 û 50) hene. Mîmariya vê serdemê bi mîmariyên perestgehên Erîdû re dimîne.

 
Plana avakirinê ya kompleksa kevnare ya Eanna di dema Uruk ya dawiyê de

Cihê kevneşopî ya Bakurê Mezopotamyayê Tepe Gawra yê li nêzîkê Nînewayê ye û ji bo vî serdemê wekê delîl dihat dîtin. Abîdeyên ku asta wan ji XII heta VIII'ye, delîlên wan ji 3500ên b.z. heta 4500ên b.z. diçe. Piştî kolandinên nû perspektîfa li ser vê herêmê guherî. Berê ev der wekî cîhûwarê derûdora "şopînerê" Mezopotamya Jêrîn dihat hesibandin lê niha, ji bo derketina civakên tevlihev de wekê cihekî pêşeng tê dîtin. Ev bi taybetî bi çavdêriyê ku li çend deverên li Mezopotamya Jorîn hate kirin, derdikeve. Civak, bi mezinbûnek mezin re rû bi rû ne û jîngehên li vir mirov dikare wekî "yekem-bajar" bi nav bike; Bajarên Nagar (ji 55 heta 100 hektar, li nav sînorên Rojavayê Kurdistana îro ye), Tell al-Hawa, Hamoukar, Grai Reş û Nînewa ye. Di heman demê de bajar ji aliyê gelek deverên duyemîn ve hatine dorpêç kirin, ku şahidiya berfirehbûna girîng a jîngehê dikin.[9]

Destpêkirina pergala nivîsandinê biguhêre

 
Tableta arşîvên perestgeha Bau de Girsu, li ser belavkirina rasyonên xwedîkirinê, li Muzeya Louvre

Sumeriyan di dîroka mirovahiyê de yekem car pergala tîpên nivîsandinê afirandiye. Pergala nivîsê bi navê forma bizmarî yan jî nivîsa bizmarî hatiye binavkirin. Nivîs, di destpêkê de li Mezopotamyaya Jêrîn wekî pergaleke fîgurî xuya bûye. Di wî demê Sûmeriyan de rê qamîşan li ser pêlên axê fîgura xêz dikirin. Her fîgurek yan jî îşaretek tişta ku dihata xêzkirin li gorî şibandina wî, raman û peyamek dida nîşan.

 
Nameya Padîşah Hamûrabî ji parêzgarê Larsa re, ku tê de şandina keştiyan ji bo Babîlê tê xwestin. Li Muzeya Louvre.

Li Mezopotamyaya Jêrîn du gelên Sumerî ku zimanên ji hev cûda bi Sumerî û Ar-Semîtî diaxivîn (û paşê dinivîsandin) hebûn. Zimanê Sumeriyan xwedî rêzimana xwe ya cûda bû. Zimanê Ar-Semîtîk, ku paşê jê re Akadî an Babîlî-Asûrî tê gotin, ji şaxa Samiyan, ji malbata Afrasî ye.

Derbarê nivîsên herî kevn ên nivîskî yên Serdema Navîn (dora 2900 heta 2500 sal berî zayînê), bê guman ew bi taybetî bi zimanê Sumeriyan hatine nivîsandin. Li gorî daneyên heyî, di navbera kesên ku bi van zimanan diaxivin de dijminatiya nav-etnîkî tune ye.

Serdema Sumeriyan biguhêre

Tê pêşdîtin ku Sumerî berî zayînê di salên 3500an de gihîştine Mezopotamyayê û li ser axa Mezopotamyayê bajar-dewletan damezrandin e. Bajar-dewletên wekî Ubaid û Uruk ji aliyeke ve di nav bajar-dewletên Sumeriyan de ye.

Yekem delîlên dîrokî dide nîşan ku serdema bi navê "proto-xanedanî" bi pêşdîtina dora sala 2900ê b.z. û heta destpêka geşbûna bajarê Lagaşê, dora 2600 b.z., bi delîlê kêm hatiye delîlkirin. Serdema Sumeriyan a klasîk di sala 2400ên b.z. de bi dagirkirina Akadiyan a Mezopotamyayê bi dawî dibe. Bi serdema Gueto di salên 2200 û 2000ê b.z. de Sumerî hinek bihêz bû. Serweriya Sumeriyan heta sala 1730an b.z. ku Mezopotamya ji aliyê Amorîtan ve hate dagirkirin û di bin serweriya Babîlan de tov bûn, bi temamî bi dawî bû.

Zanistî û teknolojî biguhêre

Bikaranîna metalan biguhêre

Gelên Mezopotamyayê gelek teknolojiyên weke karê metal, çêkirina camê, tewna tekstîlê û sîstemên parastinê yên lehiyê bi pêş xistin e. Mezopatamiyan, di heman demê de di nav yekem gelên Serdema Tunc de bûn. Ji zarokatiya xwe de wan sifir, tûnc û zêr, û paşê jî hesin bikar anîne. Qesrên serdemên, bi sedan kîlo bi van metalên pir biha dihatin xemilandin. Sifir, tûnc û hesin; ji bo zirx û ji bo çekên cihêreng wekî şûr, xencer û rim hatine bikaranîn.

Matematîk biguhêre

 
Ji 1ê heta 59an nivîsandina hêjmara Babiliyan

Pergala jimartinê bi taybetî di Serdema Babîliyan de li Mezopotamyê pêş ketiye. Gelê Mezopotamyê bi taybetî pergala jimartinê a 60î (li ser bingeha 60an) bikar anîne. Pergala heyî, bi dema 60 xulek, rojek 24 demjimêr û çembera 360-pileyî ji vir tê. Ji ber ku wan bi hejmarên pir mezin hesab dikir, wan tabloyek pirjimarbûnê ji 1ê heta 180.000, berhev kirin e.

Stêrnasî biguhêre

Stêrnasên babîlî bi xwendina stêrk û ezman re pir eleqedar bûn û dikaribûn dema girtina rojê û rojavabûnê texmîn bikin. Di stêrnasiyê de, her tişt armancek dihat hesibandin û bi gelemperî bi ol û çarenûsê re têkildar bû. Li Mezopotamya kevnar, Girtina Rojê wekî nîşanek xirab dihat hesibandin. Lê tenê yên hatine dîtin girîng bûn. Ger girtinek li bajarê keyaniyê neyê dîtin, wê demê bandorek wî li ser padîşah an welatê wî çênedibû. Komikên koma ku îro jî têne bikar anîn, wek Leo, Toros, Scorpion, Gemini, Capricorn û Sagittarius, yekem car ji aliyê Stêrnasên Sumer û Babîliyan ve hatiye bikaranîn. Stêrk ji bo hesabkirina dem û diyarkirina serdema çandinî û berhevkirina berheman hatine bikar anîn. Stêrnasî li Mezopotamyayê derket holê lê piraniya ya ku îro jêre astrolojiyê tê gotin di dema hilweşîna şaristaniya Mezopotamyê de xuya bûye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Finkelstein 1962, r. 73
  2. ^ "Arbil, Iraq Discovery Could be Earliest Evidence of Humans in the Near East". heritage-key.com. Roja gihiştinê 17 tebax 2021.
  3. ^ Foster, Benjamin R. (2009). Civilizations of ancient Iraq. Karen Polinger Foster. Princeton: Princeton University Press. ISBN 978-0-691-13722-3. OCLC 269282233.
  4. ^ "Antiquity a review of world archaeology". Antiquity a review of world archaeology (bi îngilîzî). 1927. ISSN 0003-598X. OCLC 224477620.
  5. ^ Oppenheim, A. Leo; Reiner, Erica (1977). Ancient Mesopotamia : portrait of a dead civilization. Internet Archive. Chicago : University of Chicago Press. ISBN 978-0-226-63186-8.
  6. ^ Lafont, Bertrand. La Mésopotamie : de Gilgamesh à Artaban : 3300 -120 av. J.-C. Aline Tenu, Francis Joannès, Philippe Clancier. ISBN 978-2-7011-6490-8. OCLC 1005355191.
  7. ^ (inglîzî) M. S. Rothman (dir.), Uruk Mesopotamia and its neighbours : cross-cultural interactions in the era of state formation, Santa Fe, 2001 (introduction).
  8. ^ Sur ce type d'approche, cf. notamment (inglîzî) G. Stein, et M. Rothman, Chiefdoms and Early States in the Near East: The Organizational Dynamics of Complexity, Madison, 1994. Approche dominante mais critiquée, par exemple (inglîzî) N. Yoffee, « ‘Too Many Chiefs? (or, Save Texts for the ‘90s)’ », dans N. Yoffee et A. Sherratt (dir.), Archaeology Today: Who Sets the Agenda?, Cambridge, 1993, p. 60-78.
  9. ^ Beaulieu, Paul-Alain (2018). A history of Babylon, 2200 BC-AD 75. Chichester, West Sussex. ISBN 978-1-119-45907-1. OCLC 1010542283.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)

Bîbliyografî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre