Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Îraqê

Têkilîyên Başûrê Kurdistanê û Îraqê ji salên 1900an ta niha bi şêweyeke şeroke gihîştiyê vê astê. Têkilîyên Başûrê Kurdistanê bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêve diçe. Her çend piştî dagirkirina DYA ta niha, yanî heta giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bêşer be jî niha gef û tehdîdên şer tên kirin.

Başûrê Kurdistanê–Îraq
Map

Başûrê Kurdistanê

Iraq

Nêrîna Dîrokî

biguhêre
  • Krîza aborî ya Iraqê li sala 2014ê ku budçeya Kurdistanê hate birrîn
  • Dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê

Piştî Giştpirsiya Serxwebûnê

biguhêre

Berî ku giştpirsî were kirin ta niha Hikûmetê Îraqê û bêhtirî fraksiyonên Şîe xwe nerazî dikirin û ji Herêma Kurdistanê dixwastin ku ev giştpirsî were betal kirin. Encûmena Wezîrên Îraqê piştî giştpirsiyê kombûnek pêkanî û li ser navê encûmenê Heyder Ebadî hindek daxuyanî dan medyayê. Bi dûçûna vê daxuyaniyê Ebadî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku deriyên sinor û balafirgehan radestî Hikûmeta Iraqê bikin[1]. Her wisa Heyder Ebadî got me ji bo deriyên sinor li gel Îran, Tirkiye û Sûriyeyê li hev kiriye û em ê herêmên gengeşekirî ji destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derxin[2]. Wekilê Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Mewlûd Bawemûrad van xwesteka red dike û dibêje ev xwestek neguncayî û yasayîne[3]. Piştî biryarên Encûmena Wezîrên Îraqê, parlamena Îraqê jî bêyî parlamenên Kurd civînek pêk anî û li dijî herêma Kurdistanê 12 biryar wergirtin. Ev biryar ev in:

  1. Encamdana referandumê ji aliyê desthilatdarên Herêma Kurdistanê ve de stûrî nîne, li gorî bendên madeya 1 a destûra Iraqê ku tekezî li ser yekîtiya xaka Iraqê dike.
  2. Pabendkirina Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar bo cîbicîkirina hemû rêkarên destûrî û yasyaî ji bo parastina yekîtiya Iraqê û hevwelatiyan û derxistina ferman bo hêzên ewlehiyê bo veger û belavbûna wan li gişt deverên nakokî li ser tevî Kerkûkê jî, heta wan cihên ku berî 10-06-2014 li wan deran bûn.
  3. Tekezîkirin li ser cîbicîkirina wan biryaran ji aliyê Encumena Wezîran bo asayişa niştimanî di civîna dawî de hatine dan, zêdebarî biryara lidûvçûna dadgehîkirina wan kesên ku berpirs bûne li cîbicîkirina referandumê, ji wan serokê desthilata Herêmê û dadgahîkirina wî li gorî yasayên Iraqê û hemû ew karmendên Kurd ên k user bi saziyên dewleta federalî ve ne.
  4. Daxistina wan deriyên sînorî li derveyî desthilata hikûmeta federalî ne û bi qaçax hesabkirina kalayên (kelûpelên) wan, daxwaz ji welatên cîranên Iraqê were kirin, rêkarên pêwîst bo alîkarîkirina hikûmeta Iraqê bo cîbicîkirina wan biryaran bi kar bînin.
  5. Vegerandina kêlgeyên neftî yên Bakur li kerkûkê û deverên nakokî li ser û serpireştîkirina wan ji aliyê Wezareta Petrolê be û rîgirtin li destwerdana partiyên xwedî bandor li wan deveran.
  6. Cîbicîkirina giştî rêkaran bo cîbicîkirina biryarên desthilata cîbicîkirin, yasadanî û dadê yên taybet bi Herêma Kurdistanê, tevî biryara ji kar dûrxistina Parêzgeha Kerkûkê jî.
  7. Hikûmeta Iraqê hemû balyoz û nûnerên wan welatên ku nûneratiya wan li Herêmê heye, vedixwîne û daxwaz li wan dike nûneratî û konsulxaneyên xwe bo derveyî parêzgehên Herêma Kurdistanê veguhêzin.
  8. Daxwaz li Serokomarê Iraqê were kirin, li gorî madeya 67 a destûra Iraqê bi erkê destûrî yê xwe rabe, ji ber ku sembola yekîtiya niştiman û nûnerê serweriya welat û parêzerê serxwebûn û serwerî û yekîtiya xaka Iraqê ye.
  9. Tekezîkirin li ser cîbicîkirina stratejiya lihevhatina (tifaqa) niştimanî li ser binghea zalkirina nasnameya niştimanî.
  10. Karkirin li ser vegerandina awareyan bo deverên xwe û cîbicîkirina hemû rêyan bo dabînkirina wê armancê û dubarekirina avedankirina deverên zirarlêketî.
  11. Berdewambûna gişt karmendên Kurd, ewên ku beşdarî di referandumê de nekirine, li ser kar û postên xwe.
  12. Parastina pêwendiyên niştimanî û civakî li gel hevwelatiyên Kurd, ji ber ku pêkhateyeke bingehîn ji pêkhateyên gelê Iraqê ye[4].

Ev biryarên yekalî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin red kirin[5]

Her çend ev biryar wek parlamena Iraqê hatibine hilgirtin jî li ser yasabûna wê pirsgirêk hene, ji ber ku li Bexda biryaran Erebên Şîî werdigrin, Erebên Sunî ji vê yekê nerazî ne û em dikarin bibêjin ku Erebên Sunî piştgiriya Kurdan dikin. Muftiyê Iraqê Rafih Refaî jî ji vê yekê dibêje û her wisa dibêje Hikûmeta Îraqê, hikumeteke mezhebî ye û bi xwe biryaran dide[6]. Her wisa serkirdeyên Erebên Sunî wek cîgirên Serokomarê Iraqê, Eyad Elewî û Usame Nûceyfî jî vê yekê tekewz dikin ku ev dorpêçkirina Herêma Kurdistanê nayê qebûl kirin[7]. Her wisa hêjayî gotin3e ye ku Erebên Sunî wek Kurdan hewla giştpirsiyekê ji bo herêmen xwe dikin da ku xweser bibin[8]

Bi dûçûna van biryaran dibe ku li Kerkûkê şer li navbeynê Îraqê û Kurdistanê de derkeve. Her wisa di van biryaran tê xuya kirin ku Bexda ji dewletên navnetewî dixwaze konsol û balyozên xwe ji Hewlêr vekişin.

Bi rêberiya Konseya Bilinda Îslamî ya Îraqê li dijî vê pengava Kurdan, ji bo yekitiya axa Îraqê dê Cebheya Netewî ava bikin[9]. Cîgirê Sekreterê Giştî yê Tevgera Nuceba Yusif Naserî jî tehdîdan li Kurdan dike û îşaretên şer dide li gel Kurdan.Her wisa ji bo dagirkirina Kerkûkê piştgiriya xwe daxuyand[10] [11]. Berdevkê Ketîbeyên Îraqê yên Hîzbullahê Cafer Huseynî jî dibêje em nahêlin dewleta Kurdî ava bibe û dibêje divê Tirkiye wiha dewa bike[12].

Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Îraqê hindek leşker ji bo Tirkiye hindek jî ji bo Îranê şandine [13][14]

Hikûmeta Îraqê bi fermî daxwaz ji Tirkiye û Îranê dike ku hidudên xwe yên li gel Kurdistanê bigire [15]

Civata Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê li dijî Başûrê Kurdistanê hindek biryarên din wergirtin ku dixwaze torên telefon yên Kurdan hemû bikevin bin destê Hikûmeta Îraqê[16]

Dagirkirina Herêmên Kurdistanî

biguhêre

Piştî biryarên Hikûmeta Îraqê li dijî hebûna hêzên Kurd li herêmên Kurdistanî, Heşdî Şabî û Hêzên Îraqî êriş birin li ser Kerkûkê û her çend li hindek deveran şer di nav van aliyan derketibe jî, ev bajar bi piranî ji aliyê hêzên Kurdî ve teslîmî hêzên Îraqî û Heşdî Şabî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev herêmên Kurdistanî girêdayî Îraqê bûn heta 2014ê dema DAİŞê li Îraqê şerê navxwe destpêkir. Piştî şerê DAİŞ û hêzên dî derketî, ev herême bi awayek de-fakto ketin bin destê Herêma Kurdistanê. 2017ê DAİŞ ji Mûsil hat derxistin û xetera DAİŞê nema. Piştî nemana DAİŞê, Hikûmeta Federal ya Îraqê berê xwe da herêmên ketin bin destê Herêma Kurdistanê. Ta niha gelek herêm ji destê pêşmerge hatin standin. Tenê li hindek herêmên girêdayî Parêzgeha Mûsilê hêj jî di destê pêşmerge de ne. Ev herêm hêj nehatin teslîm kirin.

Serokwezîrê Îraqê di reşemeha 2018ê de daxuyand ku di nêz de sehaya hewayî ya herêma Kurdistanê bo navdewletî dê were vekirin[17]. Lê qedexeya hewayî 3 meh din jî, yanî ta 31ê gulanê hate dirêj kirin[18]. Cardîn biryar hat guhertin û 13ê adara 2018ê de balafirgehên Başûrê Kurdistanê bo geştên esmanî yên nawdewletî hatin vekirin[19]. Hêjayê gotinê ye ku serokê Fransa Emmanuel Macron ji bo vê navbeynkarî kiriye[20]. Ji bo vekirina balafirgehên Kurdistanê hevpeymanek çawa hatiye destnîşan kirin hêj nehatiye zanîn lê bi dûçûna serşêwirmendê serokkomarê Tirkiye İlnur Çevik, Hikûmeta Herêma Kurdistanê balafirgeh teslîmî Bexda kirine[21]. Lê wezîrê Navxwe yê Îraqê got ku rêvebirên balafirgehan nayên guhertin dê her wekî xwe bin[22].

Têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2609201716
  2. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/27092017
  3. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/270920175?
  4. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2709201710
  5. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2809201710
  6. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/01102017
  7. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/071020177?keyword=sil%C3%AAman%C3%AE
  8. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/07102017
  9. ^ https://www.tasnimnews.com/tr/news/2017/09/27/1531353/%C4%B1rak-ta-referanduma-kar%C5%9F%C4%B1-ulusal-cephe-kuruldu
  10. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 1 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 îlon 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  11. ^ https://www.tasnimnews.com/tr/news/2017/09/26/1530438/nuceba-dan-ayr%C4%B1l%C4%B1k-referandumuna-tepki
  12. ^ https://www.tasnimnews.com/tr/news/2017/09/27/1531288/%C4%B1rak-hizbullah-tugaylar%C4%B1-s%C3%B6zc%C3%BCs%C3%BC-barzani-haindir-t%C3%BCrkiye-mevcut-tutumunu-samimiyetle-s%C3%BCrd%C3%BCrmeli
  13. ^ http://english.almanar.com.lb/356728
  14. ^ http://www.tsk.tr/BasinFaaliyetleri/BA_33
  15. ^ http://www.rudaw.net/mobile/kurmanci/middleeast/iraq/061020171
  16. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/09102017
  17. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/190220188?keyword=ebad%C3%AE
  18. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/260220188
  19. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/140320183?
  20. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/15032018
  21. ^ https://www.gazetebirlik.com/yazarlar/irakli-kurtlerle-iliskileri-normallestirme-zamani/
  22. ^ http://www.kurdistan24.net/ku/news/a0475f8d-7e9e-4e63-9477-b43703e7402d