Herêma Bakur yek ji herêmên Rojhilata Kurdistanê (Îran) ye.

Ev herêm ji çemê Aras dest pê dike û heta Deştebêl dom dike. Di vê herêmê de navçeyên Bazirgan, Makû, Şot, Urmiye û Selmasê û Xoy hene. Bajarê Urmiyê mezintirîn bajarê herêma bakurê rojhilata Kurdistanê ye û ji aliyê hukûmeta navendî ve wek navenda wîlayeta Urmiyê hatiye nasîn.