Talat Paşa
Mehmet Talat Paşa (jdb. 1ê nîsan 1874 - 15ê Adar 1921) yek ji girîngtirîn kesayetiyên Tirkiyê ye.
Talat Paşa | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 1 îlon 1874 Kardzhali (Împeratoriya Osmanî) |
Mirin | 15 adar 1921 Berlîn |
Sedema mirinê | Assassination of talat pasha (Mêrkujî) |
Cihê goristanê | Monument of Liberty, Istanbul |
Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî |
Pîşe | |
Meqam | |
Partiya Siyasî | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Talat Paşa di malbatekî Pomak û Roman jidayîkbu. Di demên dawî yên Împaratoriya Osmanî de tevgereke bi navê Îttîhat ve Terrakî dadimezire ku yek ji damezrênerê wê jî Talat Paşa ye. Împaratoriya Osmanî roj bi roj têk diçe û gelên bindest azad dibin. Ev tevgera nû dixwaze ji nîjada bi navê Tirk re welatek di dest de bimîne. Ew serî de li Anatolya û paşê jî li cografyayên Tirk-Mongol lê dijîn li dewleteke Tirkperest digerin.
Ev tevgera nû bandora xwe li avabûna Komara Tirkiyê jî dike û Mustafa Kemal Atatürk birêxistin dike. Talat Paşa beriya hilweşandina Osmaniyan di palasê de wekî wezîr kar dike.
Genosîda Ermeniyan û Talat Paşa
biguhêreTalat Paşa di salên 1914 - 1915'î de serokatiya Komkujiya Ermeniyan li Anatoliya dike. Nêzîkî 2 Milyon Ermenî dikujîn an di riyên koçberiyê de telef dikin. Yek ji mezintirîn genosîdên sedsala 20emîn bi fermandariya wî dibe. Ji ber wê navê rûreşiyê lê dikeve û newêre êdî li Anatoliya bijî. Bi dizî xwe digihîne Elmanya û li wir ji aliyê Ermeniyek bi navê Soghomon Tehlirian ve tê kuştin. Meytê wî li Elmanya tê veşartin.
Di sala 1943'î de dûgela Tirk meytê wî tîne Tirkiyê û bi pîrozbahiyeke fermî yê dûgelê vedişêrin. Gorîstana wî ji bo nîjadperestên Tirk wekî ziyaretgehekê tê dîtin. Talat Paşa li Tirkiyê wekî lehengekî netewî tê pêşwazîkirin.
Çavkanî
biguhêreEv gotara têkildarî Împeratoriya Osmanî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |