Dewleta yekneteweyî
Dewleta yekneteweyî, dewleta neteweyî, welatê neteweyî coreyekê welatan e ko ji bo desteberkirin û ewlekirina ax û serweriyê ji bo neteweyekê pêkdihêt û rewayî ya xwe ji vê ewlekirinê werdigirit. Welat hebûneka siyasî û siyasî-cihnaskî (geopolîtîk); û netewe hebûneka kulturî û nejadî ye. Zarava netewe-welat digehînit ko ev herdu raman bi hev ra in, û ev wê ji coreyên dî yên welatan ko berî wê hebûne cida dikit. Eger bi diristî bihêt avakirin, ramana wê ew e ko hemî welatiyan ziman, kultur û bihayên hevpişk hene. Ev tişt di piraniya coreyên dî yê welatan da nebûn. Cîhana nî avabûyî li ser hîmê netewe-welatan mafê çareya-xwe-nivîsînê û mafê xwe-rêvebirinê didit hemî neteweyan ko hizreka cewgerîn ya aydîolocî (îdeolojî) ya neteweparêzî anko nasyonalîzmê ye.[çavkanî hewce ye]
Netewe-welatê armancanî (aydiyal)
biguhêreJi gotin û bawerî yên neteweparêzan û netewe-welatên heyî mirov dikarit hizir bikit ka dê netewe-welatekê armancanî çawa bit, lê hebûneka wusa li cîhana rastiyê da nemumkîn e. Lê vê hizrê bandora xwe li ser piraniya netewe-welatan hiştîye û bê wê mirov nikarit ji netewe-welatên heyî fêm bikit. Qenciyeka dî ya vî modêlê aşopî û armancanî ew e ko mirov dikarit hevberdaniyekê dinavbera vî coreyê welatan û yên bertir çê bikit.[çavkanî hewce ye]