Faşîzm

Awayê rasta tundrew, neteweperestiya tund a otorîter

Faşîzm (bi Inglîzî: Fascism) nêrînek rastgiriya tundê nîjadperestiya otorîter e ku bi hêza dîktatorî, bi darê zorê tepeserkirina opozîsyonê û karakterîzekirina bihêzê civak û aboriyê ye ku di destpêka sedsala 20an de li Ewropayê derketiye holê.[1] Tevgerên yekem ên faşîst di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de beriya ku li welatên din ên Ewropayê belav bibin, li Îtalyayê derketine holê. Li dijî anarşîzm, demokrasî, lîberalîzm û marksîzmê, faşîzm li ser baskê rastgira tund de di çarçoveya kevneşopî ya çep-rast de cih digire.[1]

Zarava faşîzmê

biguhêre

Ev zarav jibo cara pêşîn ji aliyê diktatorê faşîstê Îtalyayî Benito Mussolini ve hat bikaranîn. Wî ev peyv ji peyva fascio çêkir ko bi raman yekîtîyê ye. Peyva fascio bi xwe jî ji peyva fasces ya Latînî hatiye. Fasces destikekê çîlik anko darikên zirav bû ko li dor bivirekî hatibûn girêdan û li Roma Kevin çeveng anko sembola$desthilata macîstrayên bajêrwar bû. Dema çîlik digehin hev bihêztir dibin û bivir nikarit wan zûka bişikênit.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b "Fascism". Wikipedia (bi îngilîzî). 15 hezîran 2022.