Çemê Thames
Thames, (bixwîne wek teymz) çemeke li başûrê Îngilîstanê ye ku di nav bajarê Londonê re diherike. Thames bi dirêjahiya 346 kîlomêtreyê çemê herî dirêjê li Îngilîstanê ye û piştî Çemê Severn duyemîn çemê dirêjtirîn a li Keyaniya Yekbûyî ye. Çem ji Thames Headê li Gloucestershire derdikeve û di nêzîkê bajarên Tilbury, Essex, Gravesend û Kentê ve derbas dibe û diherike Deryaya Bakur.
Çemê Thamesê | |
Dîmenek ji Çemê Thamesê li bajarê Londonê
| |
Cih | |
Herêm | Başûrê Îngilîstanê |
---|---|
Dewlet | Keyaniya Yekbûyî |
Bajar | Gloucestershire, Wiltshire, Oxfordshire, Berkshire, Buckinghamshire, Surrey, Londona Mezin, Kent, Essex |
Taybetî | |
Dirêjayî | 346 km |
Robar | |
Cihderk | Thames Head, Gloucestershire, Keyaniya Yekbûyî |
Dev | Thames Estuary, Deryaya Bakur |
Nexşe | |
Nexşeya Çemê Thamesê li başûrê Îngilîstanê
| |
biguhêre |
Dîrok
biguhêreÇemê Thamesê di dîroka mirovahiyê de çend rolên giring lîstiye ku dîroka de wekî çavkaniyek aborî, rêya deryayî, sînor û wekî çavkaniya ava şirîn, hatiye bikaranîn. Di demên dawiyê de perava çem wek cihê bêhnvedanê tê bikaranîn.
Delîlên jibo jîngeha mirovan ku li ser deverên çem hene, heya serdema neolîtîkê diçe. Tasek xemilandî ku niha li Muzexaneya Brîtanî ye li dora salên 3300 û 2700ê b.z.ê de maye li Hedsor, Buckinghamshire, li deverê Çemê Thamesê hatiye dîtin û di dema kolandinên Gola Dorneyê de hejmareke girîng materyalên dîrokî hatine dîtin. Hejmarek şûnwarên ku ji Serdema Bronzê de maye li kêleka çem ku di nav de bajarokên Lechlade, Cookham û Sunbury-on-Thames hene, hatine dîtin.[1]
Çavkanî
biguhêre- ^ "The Physique of Middlesex | British History Online". web.archive.org. 28 îlon 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 îlon 2007. Roja gihiştinê 3 tîrmeh 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
Ev gotara têkildarî Keyaniya Yekbûyî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |