Dêra katolîk

Dêra Katolîk a Romayê dêra Xiristiyan e ku ji hêla episkopa Romayê (papa) ve tê rêvebirin. Piştî Parçebûna Mezin (en) a Dêra Katolîk û Dêra Ortodoks di sala 1054-an de, Dêra Katolîk di Serdema Navîn de dêra rojavayê Ewropayê bû. Di sedsala 21 -an de, Dêra Katolîk ji dêrên Xiristiyanan mezintirîn û şaxa herî qelebalix a Xirîstiyaniya Rojavayî (en) ye.

Di Serdema Navîn de, Dêra Katolîk bû dêra herî bihêz a Xirîstiyanan, û papa jî episkopa herî bi hêz ê cîhana Xiristiyanan. Piştî Ronesansê, Reformatio (en) bû sedema perçebûnê Xirîstiyantiya Rojavayî : Protestantîzm li perçeyên rojava û bakurê Ewropayê bû ola dewletê, lê dewletên din Dêra Katolîk parastin. Di serdema kolonîtî de, Dêra Katolîk a Romayê ji ber girêdana împeratoriyên Spanî, Fransî û Portekîzî ji Dêra Katolîk û papa re bû ola beşek mezin a cîhanê. Dêra Katolîk li gelek dewletan ola fermî dimîne.