Ronesans, ronêsans (bi fransî: Renaissance, ji bi îtalî: Rinascita "dîsa zayîna") demek e ku di navbera sedsalên 15'an û 16'an de ajot. Ev dem, weke dema "ji nû ve bûyîn" û ankû weke dema Reformasyonê jî tê zanîn. Berî zayinê di dema antikê dema Atena de, bi felsefê re demeka pêşketî jîya bû. Piştre ku dem tê serdema navîn, wê bandûr û afirînerîya wê demê, wê weke ku ji holê ra bibe. Bi wê re, serdema navîn, ku ji sadsala 5'an û heta sadsala 13'an û ankû sadsala 14'an ku tê hasibandin, wê tenê bixwandin û fêrbûna li ser pirtûk, nivîsar û hwd ên wê dema antikî re bi buhurê. Di wê demê de awandanî û ankû mîmarîtî, felsefe, zanist û çand û hwd wê pêş bikeve. Lê piştre, ku ev dema serdema navîn b uhurt, êdî wê demeka nû destpêkê bike û jêre were gotin Ronesans. Ev dem, wê bi teybetî, wê di destpêekê de weke ku wan demên berê bibîr dike, pirtûkên wan dixwêne û ji nû ve dike ku weke wê demê bi zanebûn jî, ji ber vê yekê, jê re tê gotin ronesans û ankû bi wate gotinê vejiyan an jî jinûvebûyîn.

Peykerê David ku di navbera 1501 û 1504'an de bi destê Michelangelo hatiye çêkirin, nimûneyeke hunera Ronesansê ye. Peyker roja îro li Galleria dell'Accademia li Floransê (Îtalya) ye.

Destpêka Ronesansê û pêşketina wê biguhêre

Destpêka Ronesansê, li bajarên wê demê ên ku di rêye xwe ya pêşketinê de bûn, ên weke Firenze, Wênîs û hwd de destpê dike û piştre hin bi hin li hemû rojava belav dike. Piştî ku paytaxta Romê Konstantînopolîs hat fetih kirin, êdî hemû zanist û zaynariyên wir jî, barî rojava dikin, wê bandûra vê jî di wê pêşketina ronesansê de bibe. Ji ber ku piştî fetihkirina Konstantînopolîsê êdî ti zanist li vir ji xwe re mafê xwe hanîna ser ziman û pêşketinê nabînê.

Pirtûkên Aristo, Platon, wê weke ku ji nû ve werina kifşkirin û xwandin. Wê dibistanên bi navê wan di wê demê de ji nû ve werina vekirin. Zanyarin weke Aresmus wê derkevin. Avadanî, û ankû mîmarî, çand û huner û hwd wê ji nû ve bidest pêşketina xwe bide. Mirov, wê weke ku ji nû ve ji xewê rabê wê lê were.

Bi olê re jî, oldarên weke Martin Luther, wê destpêka protestantiyê ku weke mezhebê xiristiyanîtiyê re û li dijî keyê Şarkhan bi xwepêşandinê dest pê dike, û êdî bi wê re wê navê protastan li xwe bike wê pêş bikeve. Li ser wê re ol, wê êdî bikeve pêvajoya xwe re raformê de. Şerên Sihsalî, wê di wê demê de destpêkê bikin û mirovên weke Thomaz Munzer, wê di wê demê de weyneke xwe bileyizin. Ev hemû, wê bina temenê raformê. Piştre, êdî felsefe pêşketina xwe dike û êdî pêşşengtiya wê rewşê dike. Êdî bi aqil û mentiq, wê ji nû ve bêne ser ziman. Li ser wê re, weke ast û pîvana mirov, wê mentiq, were derxistin li holê û bi wê werênin ser ziman. Bi vê re, êdî pêşketina zanistê hin bi hin wê destpê bike. Dem, ji nû ve weke ku aqil kifş dike û bi kifşkirina wê û nivîsandina wê re, êdî xwe ji nû ve weke ku di afirêne ji her aliyê ve.

Mirovên weke Ibn Ruşd bixwe jî, ji wê pêşketina ronesansê re kedaka wan ya mazin heya. Ji ber ku Ibn Ruşd li rojava derdikeve li pêş ew li wir bi navê Averroes tê nasîn.

Dawiya Ronesansê biguhêre

Çavkanî biguhêre