Got, qewmeke german a skandînavî bi gumanî li Gotlandê, îroj di xakên Swêdê de, dijî bûn. Di sedsala 2'an de wan dest bi koçê kir û ji Skandînavyayê de derketin û li Scythia, Dakya û Pannonia, ango bakura Deryaya Reş bicih bûn. Di sedsala 3'an de got wek gotên rojhilat (ostrogot) û gotên rojava (vîzîgot) bûn du paran. Di sedsala 3'an de vîzîgotan êrîşên mezin li ser Împeratoriya Romê kirin. Lê ewna ji aliya Aurelius Claudius û Gallienus hatin rawestandin. Di sedsala 4'an de him vîzîgot him jî ostrogot çendayî bin bandora Romayan de man. Di wê demê de ewna bi çendayî wergera aryanîzmê bûn.

Leşkerên gotî

Di 370an de ji rojhelat de êrîşên hûn dest pê kir. Van êrîşan li ser qewmên german bandora domîno kir û wan jî rojava de koç û êrîşa romayiyan kirin. Di wê demê de di 376an de keyê vîzîgotan Fritigern ji Împeratorê Împeratoriya Romê ya Rojava Valens ji bo li başûra Tuna bicih bûnê destûr xwest. Valens destûr da ewna li başûra Tuna bicih bûn. Lê sal venegeriya di 377an xela peyda bû û navbera Împeratoriya Romê ya Rojava û gotan de cengên Gotî derketin û heta 382 dewam kirin û bi peyamaneke navbera Roma û gotan re xelas bû. Çiqas bi dawî Romayê got bin xistin jî di wan cengan de di 378an de di Cenga Adrianapolisê de împerator Valens hat kuştin.

Vîzîgotan di serdariya Alarik I de di 410an de bajarê Romayê dagîr kir. Honorius vîzîgot li Galiyayê bicih kirin û wan di 475an de vandal li wir bin xistin û li Nîvgirava Îberî serwerî ajotin. Ji pê re ew keyîtiyê li îber ji aliya Justinianus I hat hilweşandin. Got bi xwe jî di nav qewmên din de heliyan û zimanê xwe gotî ji bîr kir.

ÇavkanîBiguherîne