Îznîk

(Ji Nikaia hat beralîkirin)

İznik (bi yewnaniya kevn: Νίκαια, lat. Níkaia; bi latînî: Nicaea) navçeyake bajarê Bursa, Tirkiye, ye. Ew li beravên Gola Îznik 86 km dûra Bursa ye. Gorî sala 2000 li wê navçeyê 20200 kes dijî ye.

Îznîk
Navçeyên Tirkiyeyê û bajar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Νίκαια Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îznîk li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 40°25′44″Bk 29°43′10″Rh / 40.42889°Bk 29.71944°Rh / 40.42889; 29.71944
DewletTirkiye, Empire of Nicaea Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • parêzgeha Bursayê (1926–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
Rûerd
 • Giştî
  • 753 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
43.330 (2018), 44.236 (2022), 44.102 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Malperwww.iznik.bel.tr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dîrok biguhêre

Îznîk di dîrok de bajarekî gelek gerîng bû. Ew bi destên generalekî Îskenderê Mezin Antigonos I wek bi yewnaniya kevn: Ἀντιγονεία, lat. Antigoneia hat saz kirin. Li dor 301 b.z de ew bi destên Lysimachos, yek generalekî ji Îskender şunda, şunda hat saz kirin û wî navê jina xwe Nikaia lê kir.

Li Nikaia îroj Konsulên xiristîyaniyên pêşin kom bû bûn. Di 325an de Konsula Nîkaia yê Yekem û di 787an de jî Konsula Nîkaia yê Duyem hat kirin.

Nikaia di 1080an de i destên Selçuqan hat dagir kirin. Lê di Sefera Xaçiyayê Yekem de bi alikariya Xaçiyan dîsa derbaza kergarîyayê Bîzansê bû. Paş di 1204an de Konstantinopolis di Sefera xaçperestan a çarem de bi destên xaçiyan hat dagir kirin re, împeratorê Bîzansê Theodoros I Laskaris reviya Nikaia bû. Heta Bîzansan Konstantinopolis di 1261an de şunda dagir kirin Împeratoriya Îznîkê wek dewleta dewama Bîzans bû. 1331an de bajar bi destên Osmanan ket û demakê bû paytexta Osmanan.

 
İznik

Girêdanên Web biguhêre